Raperîna li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dike

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê raperîna bi pêşengiya jinan a bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bê navber dewam dike.

Raperîna li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dike
8 mijdar, 2022   07:36
NAVENDA NÛÇEYAN 

Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirî, her diçe mezin û belav dibe.

Li gel xwepêşandanên ji pêkhate û neteweyên cihê yên li Îranê xwendekar jî di van çalakiyan de xwedî rol in. Xwedekarên zanîgeha Êrşadî ya li Tehranê nerazîbûnên xwe nîşan da.

Xwendekaran li Merîwanê jî nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Weke her carê dîsa li Merîwanê welatî daketin kolanan, agir dadan û nerazîbûn nîşan dan. Li aliyê din welatiyan deriyê dikan û bazaran venekirin.

Li merasîma veşartina cenazeyê Îrfan Zemanî hêzên rejîma Îranê bi guleyan êrişî welatiyan kirin.

Li aliyê din bi nêzî 600 mamoste nerazîbûn nîşanî helwesta rejma Îranê da û xwestin hemû xwepêşanderên ku di xwepêşandanan de hatibûn destgîrkirin werin berdan.

Ciwan li Bokanê jî daketin kolanan li Çerxerêya Eşaîr agir dadan rê li çûn û hatinê girtin.

Li aliyê din li gelek bajarên Îranê jî xwepêşandan hebûn û welatî daketin kolanan agir dadan û helwestên xwe raberî rejîma Îranê kirin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ji destpêka xwepêşandanan heta niha herî kêm 304 kes ku 41 ji wan zarok in, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin.

Koma Mucahîdên Gel ên ku li Îranê hêzeke mûxalif in diyar kir xwepêşandan li 216 bajaran belav bûne û derdora 530 kes hatine qetilkirin. Vê komê lîsteya navê 358 kesên hatine qetilkirin, weşand.

Rejîma Îranê jî bi deh hezaran kes destgîr kir, bi hezaran kes jî girt. Di nav wan de rojnamevan, parêzer, çalakvan, kesên navdar û parêzvanên mafên mirovan hene.

Agahî tên ku bi dehan çalakvan jî di rûniştinên çend deqîqeyan de cezayê darvekirinê li wan tê birîn.