Konferansa 8`an a Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê dest pê kir

Bi dirûşma “Bi şerê gel ê şoreşgerî em ê bi ser kevin”, Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê konferansa xwe ya 8’an li bajarê Kobanê li dar xist.

Konferansa 8`an a Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê dest pê kir
25 îlon, 2022   16:05
KOBANÊ

Konferans li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê, bi beşdariya malbatên şehîdan, endamên meclisên Rêveberiya Xweser a herêma Firatê û endamên meclisa leşkerî ya Kobabê, hat lidarixstin.

/ar/uploads/files/2022/09/25/140324_rwkn_1.webp

Di destpêka konferansê de hevseroka Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk (TEC-DEM) a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rûken Ehmed wiha axivî: “Ev konferans berhema şoreşa me ya pîroz e û bersiva ji her kesekî re ye ku dixwaze êrişî herêmên me bike, bi saya şoreşa me û fedakariya şehîdên me, herêmên me ewle ne.”

Rûken Ehmed wiha lê zêde kir: “Piştî 11 salan ji şoreşa me, em îro li bajarekî kom bûne ku bi berxwedana gelê xwe yê aştîxwaz ket dîrokê, ji ber wê jî ew ji bo pêkanîna aştiyê canê xwe feda dikin.”

Rûken destnîşan kir ku îro Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li hember îradeya keç û xortên me yên li çiyayên Kurdistanê disekine û di danîna kemînan li pêşiyan wan de, bi dewleta Tirk a dagirker re hevkar e.

"HERÊMA ROJHILATA NAVÎN DI QONAXA HEBÛN Û TUNEBÛNÊ RE DERBAS DIBE”

/ar/uploads/files/2022/09/25/140400_mhmwd.webp

Her wiha, hevserokê Meclisa Leşkerî ya Kobanê, Mehmûd Dêmo wiha anî ziman: “Îro bi rêya şerê taybet hewl didin exlaqê ciwanên me yên ku dê li hember planên dagirkeriyê bisekinin, têk bibin. Em bi şêniyên herêmê bawer in, ên ku terorîst têk bir helbet dikare planên dewleta Tirk a dagirker jî têk bibe.”

Dêmo wiha domand: “Em di şerekî sar re derbas dibin, herêma Rojhilata Navîn di qonaxa hebûn û tunebûnê re derbas dibe, lidarxistina vê konferansê jî peyamek e ji malbatên şehîdan ku tê de destnîşan dikin ku ew ê li ser xaka xwe, li hember planên we bisekinin.”

/ar/uploads/files/2022/09/25/140344_mhmd.webp

Hevserokê Meclisa Rêvber a herêma Firatê, Mihemed Şahîn wiha axivî: “Malbatên şehîdan bingeha şoreşa me ye, ji ber wê jî erka parastina vê şoreşê li ser milê wan e.”

Mihemed Şahîn destnîşan kir ku ew bawer in ku malbatên şehîdan dikarin nifşekî nû li ser şopa şehîdan bigihînin û dijmin û dagirkeran ji herêmên me yên dagirkirî derxin.

/ar/uploads/files/2022/09/25/140301_ahmd_2.webp

Her wiha, endamê komîteya rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Ehmed Xoce wiha axivî: “Xeta şehîdan rêya şanaziyê ye, biratiya ku îro di navbera pêkhateyan de ava bûye nîşana serkeftina şehîdên me tevî êrişên dagirkeriya Tirk û hevkarên wê ye.”

Xoce bang li şêniyên herêmê kir ku li pey derewên dijmin nekevin û jê bawer nekin.

Piştî bidawîbûna axaftinan, rapora siyasî ya Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê hat xwendin, ku tê de hat diyarkirin ku herêm di qonaxa qirkirina ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve re derbas dibe û hîn Kurdistan parçekirî ye û gelê wê ji mafên xwe bêpar maye.

Di berdewamiya daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku kirîza Sûriyê di astên herî dijwar de ye ku gelê Sûriyê jî li seranserî cîhanê derbider bûye, lê Rêveberiya Xweser teqez kir ku ew çareseriya kirîza Sûriyê ye û ji ber vê jî dewleta Tirk a dagirker hewl dide Bakur û Rojhilayê Sûriyê dagir bike.

Piştî xwendina raporê rewşa giştî û ya rêxistinî ya xebata 2 salan a Meclisa Malbatên Şehîdan hat nirxandin, piştre rexne û rexnedayîn ji aliyê endamên meclisê ve hat kirin.

Tê payîn ku konferans bi hilbijartina endamên meclisa rêveber û hevseroketiya meclisê ya herêma Firatê bi dawî bibe.

(mh)

ANHA