​​​​​​​Jinên Helebê di xwepêşandana ji bo Jîna Emînî de porê xwe kur kirin

Ji bo şermezarkirina kuştina Jîna Emînî ji aliyê desthilata Îranê ve, jinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê di xwepêşandanekê de porê xwe kur kirin û şerpên xwe şewitandin.

25 îlon, 2022   18:07
HELEB

Bi dirûşma “Êdî bes e ji qirkirina jinan re, sedsala 21’ê destpêka azadiya jinan e”, Kongra Star a taxa Şêxmeqsûd ji bo şermezarkirina kuştina keça ciwan Jîna Emînî ji aliyê desthikatiya Îranê ve li Tehranê, xwepêşandanek bi beşdariya bi sedan jin û mêr li dar xist.

Xwepêşandan ji pêşiya hola civînan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir û li qada Şehîdan a rojavayê taxê rawestiya.

Li wir, endama Kongra Star, Suad Hesen wiha axivî: “Di sala 2012’an de serhildana gel a Şêxmeqsûd bi şehîd Gulê Selmo re dest pê kir, ku wê demê hêzên hikumeta Şamê Gulê Selmo hedef girt ji ber ku ew jineke azad û têkoşer bû, îro jî serhildana li Îranê dê bibe serhildana azadiya jinan.”

Her wiha, hevseroka Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Hêvîn Silêman pergalên dîktator ên ku li dijî îradeya gelan nexasim îradeya jina azad disekinin, şermezar kir.

Hêvîn Silêman diyar kir ku rêjîma Îranê di bin siya Îslamê de pîstirîn sûcên kuştin, darvekirin û qirkirinê li dijî jinên azadîxwaz pêk tîne.

Di xwepşandanê de bi dehan jinên taxê porê xwe kur kirin û şerpên xwe şewitandin.

Xwepêşandan bi siloganên “Na ji kuştina jinan re, azadî ji jinan re”, bi dawî bû.

(mh)

ANHA