​​​​​​​QSD`ê li rojavayê Dêrazorê hemleyeke ewlehiyê dest pê kir

Piştî hedefgirtina nuqteyeke leşkerî li herêmê ji aliyê şaneyên terorîst ve, QSD`ê li herêma Kiber a rojavayê Dêrazorê hemleyeke ewlehiyê ragihand.

​​​​​​​QSD`ê li rojavayê Dêrazorê hemleyeke ewlehiyê dest pê kir
25 îlon, 2022   15:32
DÊRAZOR-ELÎ EREB

Di vê dawiyê de bûyerên kuştinê û hedefgirtina endamên Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê û rûspiyan ji aliyê şaneyên terorîst ên DAIŞ`ê ve zêde bûn.

Ji bo wê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê hemleyeke ewlehiyê li herêma Kiber ê rojavayê Dêrazorê dest pê kir.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ebû Leys Xeşam daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye: “Di vê dawiyê de li rojavayê Dêrazorê tevgerên şaneyên DAIŞ`ê zêde bûne. Herî dawî nuqteyeke hêzên me yên leşkerî kirin hedef. Ji ber wê hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û saziyên ewlehiyê tevgerên wan şaneyan şopandin û cihê wan tesbît kir.

Hêzên me, kembereke ewlehiyê li dordora herêma Kiber ferz kir û şaneyên terorsît kirin hedef. Her wiha gelek ji wan girtin û cebilxaneyên pê re desteser kirin ku pê êrişî nuqteyên ewlehiyê kirin.

Şêniyên herêma Kiber hemle bi erênî nirxand û tev li hêzên me yên ewlehiyê bûn. Her wiha xwestin ku bendên kontrolê yên ewlehiyê li herêmê zêde bibin.

Operasyon û hemleyên me yên ewlehiyê wê berdewam bikin heta ku ev şane tune dibin û ewlehî li herêmê pêk tê.”

Têkildarî mijarê, şêniyekî ji herêma Kiber bi navê Ebdullah El Salim ji ajansa me re axivî û got: “Em spasiya QSD`ê dikin ku hewl dide ewlehiyê li Dêrazorê bi gitî pêk bîne. Em bi QSD`ê re da ku kiryarên terorsît bidawî bibin.”

El Salim daxwaz kir ku hemleyên ewlehiyê li dijî van kiryarên terorîst berdewam bikin.

Welatiyê bi navê Rida El Mihemed jî spasiya QSD`ê kir ku dengê wan bersivand û li dijî terorê û gendeliyê hemleyan li dar dixe.

El Mihemed diyar kir ku dê bi QSD`ê re li dijî terorê bisekinin ku hewl didin ewlehiya herêmê têk bibin.

Di dawiyê de El Mihemed got: “Em desteka QSD`ê dikin û bang dikin ku ewlehî li herêmê were sepandin. Em bi wê re ne li hember hemû kiryarên li dijî ewlehiya herêmê.”

ANHA