​​​​​​​Piştî paşvekişîna leşkerî ya li Ukraynayê û gefên Pûtîn rewş ber bi ku ve diçe?

Di demekê de ku serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn seferberî û gefa bikaranîna çekên nukleerî ragihand, paşvekişîna leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê gelek pirs li ser rêveçûna bûyeran li wir û bandora wê li tevahiya cîhanê derxistin holê. Gelo li qadê û di siyasetê de çi guherî û rewş ber bi ku ve diçe?

​​​​​​​Piştî paşvekişîna leşkerî ya li Ukraynayê û gefên Pûtîn rewş ber bi ku ve diçe?
25 îlon, 2022   00:45
NAVENDA NÛÇEYAN – LÎLAV DÊWANÎ

Piştî axaftinên li ser paşvekişîna leşkerî ya Rûsyayê ku li pey êrişa dijber a hêzên Ukraynayê hat, dosyaya operasyona leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê, dibe şahidê geşedanên bilez.

Rayedarên Ukraynayê di 12’ê Îlona 2022’yan de ragihand ku hêzên Ukraynayê di nava 24 saetên borî de zêdetirî 20 dever vegerandin bin kontrola xwe. Ev jî hemwextî pêşveçûna wê ya bi lez ber bi rojhilat ve pêk hat. Serfermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Ukraynayê di raporekê de ragihand ku hêzên Rûsyayê ji herêmên Velykyi Burluk û Vorichna yên li bakurê herêma Kharkivê derketine.

Di bin zexta êrişên dijber ên Ukraynayê de, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di destpêka hefteyê de, piştî zêdetirî 6 mehan ji destpêkirina şer, vekişîna hêzên xwe ji Kharkivê ragihand. Wezaretê sedema vekişînê spart "ji nû ve komkirina" stratejîk a yekîneyan.

Serokê Ukraynayê Volodimîr Zelenskî yekşema derbasbûyî ragihand ku bajarokê Izium ê stratejîk dîsa ketiye bin kontrola wan.

Di naveroka raporta Îstixbarata Parastinê ya Brîtanyayê de ku roja duşemê derket, wiha hatiye nivîsîn: "Bi pêşveçûna Ukraynayê re, îhtîmal e ku Rûsyayê ferman dabe leşkerên xwe ku ji tevahiya herêma Kharkiv a li rojavayê çemê Oskilê vekişin." Her wiha hate gotin: "Hin cih dûrî berxwedanê ye, lê ji roja çarşemê ve Ukrayna kontrola herêmeke bi qasî du caran ji Londonê mezintir, vegerandiye."

Ukraynayê jî artêşa Rûsyayê bi êrişa li ser binesaziyê tawanbar kir. Rayedarên Ukraynayê got armanca êrişên tolhildanê, navendên avê û santrala enerjiyê ya li Kharkivê jî girt nava xwe. Ev jî di qadeke berfireh de bû sedema qutbûna kehrebeyê.  Serokê Ukraynayê Zelenskî derengiya yekşema borî li ser Twitterê wiha nivîsî: "Navendên leşkerî li wir tune ne, armanc ew e ku xelkê ji ronahî û germkirinê bê par bihêlin."

Moskov jî red dike ku wan bi zanebûn sivîl kirine armanc.

TÊKÇÛN AN VEKIŞÎNA TAKTÎK

Rewşa vekişînê der barê geşedanên li Ukraynayê de bû cihê nîqaşan. Rojnameya El Mundo ya Spanyayê 12ʹê Îlonê wiha nivîsand: "Em dibin şahidê êrişeke awarte ya artêşa Ukraynayê li bakurê Donbasê, şerekî ku xuya dike dê dirêj û trajîk be ku di qonaxên cuda re derbas bûye û xala wê ya hevpar têkçûna stratejiya Kremlînê ye."

Rojnameyê wiha domand: "Şerê ku armanc dikir serê hikumeta qanûnî ya li Kîevê jê bike, bi saya wêrekî û biryardariya ukraynayiyên ku parastina serwerî û azadiya xwe kirin, bi bin ket. Eşkere ye ku bêyî piştgiriya leşkerî ya rojavayî ev destkeftî ne pêkan bû. Têkçûna Pûtîn êdî mimkun e, di şerekî de ger em girîngiyê bidin ewlekarî û aramiya Ewropayê, divê ew bi ser nekeve."

Akademîsyen û lêkolînerê siyasî yê li Moskovê dimîne, Mehmûd El Efendî li ser geşedanên dawî wiha axivî: "Nêzî 3 mehan e ku Ukrayna bi rêya leşkeriya mecbûrî hêzê kom dike da ku pêvajoya dijber pêk bîne. Ji destpêka meha 9'an ve, hêzên Ukraynayê dest bi êrişeke dijber li ser tevahiya eniyên şer ên di navbera hêzên Rûsyayê û hêzên hevalbendên wê de li gel hêzên Ukraynayê kir ku nêzîkî hezar û 300 km ne."

Mehmûd El Efendî axaftina xwe wiha domand: "9 eniyên şer hatin vekirin.Tenê li herêma Kharkivê serkeftin heye. Heta niha ne li Kherson û ne jî li Mykolaivê serkeftin çênebûye. Serkeftina li Kharkivê ji ber nebûna hêzên mezin ên Rûsyayê bû ku bû sedema hilweşîna xeta parastinê. Hêzên Ukraynayê di hundirê eniyê de kûrtir bûn, lewra hêzên rûsî vekişiyan da ku artêşa Rûsyayê ya heyî biparêzin ji bo ku li hin bajaran neyên dorpêçkirin. Ji ber ku derbaskirina eniyê bû sedem ku hêzên Rûsyayê li 2 bajaran werin dorpêçkirin. Ji ber vê yekê hêzên Rûsyayê bi awayekî taktîk vekişiyan û xeta eniya şer vegerandin dirêjahiya 40 km. Ev yek jî bû sedem ku derdora 3 hezar 800 kîlometreçargoşe radestî hêzên Ukraynayê were kirin."

Mehmûd El Efendî îşaret pê kir ku Rûsyayê taktîka parastinê hilbijart da ku şerê êrişa dijber bi dawî bike û wiha pê de çû: “Ev tiştekî normal e ku di hemû şeran de dibe. Operasyona leşkerî ya Ukraynayê bi hewcedariya demê ye, lê ew nikare demeke dirêj berdewam bike, ji ber ku bi temamî binpêkirin ji aliyê hêzan ve hene. Hêzên Ukraynayê çalakiyên xwekujî pêk tînin ku dibe sedema windahiyên mezin di alav, çek û leşkeran de."

BIRYARA HÊZÊN ROJAVAYÎ YA ŞIKANDINA RÛSYAYÊ JI ALIYÊ LEŞKERÎ VE

Rayedarên rûsî û medyaya dewletê hewl didin vekişîna ji Kharkivê wek tiştek kêm û sivik nîşan bidin û çavdêr jî dibêjin ku hewldanên Rûsyayê yên ji bo çareserkirina şerê li wir, bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dibin, di serî de zêdebûna piştgiriya rojava ji Ukraynayê re.

Piştî serdana wezîrê parastinê yê DYAʹê, Lloyd Austin ya Kîevê li gel wezîrê karên derve Antony Blinken, di meha Nîsanê de Lloyd Austin got Ukrayna dikare di şerê li dijî Rûsyayê de bi ser bikeve ger ew "alavên guncaw" bi dest bixe.

Piştî ku Austin û Blinken hevdîtin bi serokê Zelenskî re kirin, Austin wiha ji rojnamevanan re axivî: "Pêngava yekem a serkeftinê, baweriya bi serkeftinê ye. Em dibînin ku ew dikarin bi ser bikevin, ew dikarin bi ser bikevin eger ew alavên guncaw bi dest bixin."

Têkildarî mijarê 12'ê Îlonê rojnameya Washington Post jî wiha nivîsî: "Hêzên serokê Ukraynayê Volodimîr Zelenskî jêhatîbûneke mezin nîşan dan. Sûdeke mezin ji topxaneyên bihêz û çekên din dîtin, ên ku ji hêla Dewletên Yekbûyî ve ji bo wan hatibûn pêşkêşkirin. Di endamê de tevlihevî di xetên destekdayînê Rûsyayê de tevlihev çêbû. Êrişa dijber nayê wateya serkeftina dawî. Divê Ukrayna ji bo derxistina Rûsyayê ji herêmên din zextê bidomîne. Hîna şer li Khersonê nehatiye kirin. Kêfxweşiya çend rojên borî divê Kongresa Dewletên Yekbûyî  yên Amerîkayê (DYA) û Ewropa jî bîne bîra xwe ku divê ew niha hewleke zêdetir bikin da ku piştgiriyê bidin Ukraynayê. Ji ber ku ew veberhênanek e di serkeftina pêşerojê de."

El Efendî guherîna li ser erdê bi faktorên derve ve girêda û wiha got: " Ev guhertin vedigere sedemên derve, ji ber ku agahiyên îstîxbarata leşkerî dibêje ku di nav hêzên Ukraynayê de hêzên perwerdekirî (çete) hebûn. Her wiha îstîxbaratên leşkerî yên Amerîka û Brîtanyayê jî cihên  eniyên parastinê lawaz ên artêşa Rûsyayê bi awayekî rast dan."

El Efendî got: "Bêguman sedemên derve hebûn. NATO bi rêya îstîxbarata leşkerî bi agahiyên rast ku dabûn artêşa Ukraynayê û bi dayîna çekan jî, mudaxele kir. Ev du meh in hejmareke mezin a alavên leşkerî ji bo Ukraynayê tê peydakirin. Polenda ji Tîrmehê heta Îlonê ve 250 tank pêşkêşî Ukraynayê kirin. Amûr û topên Amerîka, Fransa û Çekoslovakyayê hebûn. Ev jî encama biryara dewletên rojava bû."

Roja çarşemê 21'ê Îlonê, serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo hemwelatiyên di temenê şer de biryara "seferberiya qismî" da. Ev jî derî li ber zêdebûna asta şer li Ukraynayê vedike. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku di seferberiyê de 300 hezar leşkerên yedek hene. Pûtîn hişyarî da ku Rûsya amade ye "hemû rêyên xwe yên parastinê" bi kar bîne da ku "xwe biparêze". Her wiha wê rojava tawanbar kir ku ew dixwaze welatê wê "hilweşîne".

Pûtîn di axaftina xwe de  destnîşan kir ku armanca wî "rizgarkirina" herêma Donbasê ya li rojhilatê Ukraynayê ye û wiha got: "Xelkê wê herêmê naxwazin careke din teslîmî koletiya Ukraynayê bibin. Em piştgiriya gel dikin. Rojava şantajên nukleerî li dijî welatê me bi kar tîne. Li cem Rûsyayê gelek çek hene ku bersiva gefên rojavayî bide. Ez ne henekan dikim. Divê fînansekirin zêde bibe da ku hilberîna çekan a welêt jî were zêdekirin."

Li ser gefên serokê Rûsyayê jî El Efendî wiha got: "Di hejmara artêşê de serwerî hebû, li qadên şer Ukraynayê nêzî 300 hezar şervan kom kirin, lê hêzên rûsî yên ku beşdarî  hemû eniyên operasyona leşkerî bûne ji 100 hezarî derbas nabin, ew jî ligel hêzên cudaxwaz ku hejmara wan nêzîkî 50 hezar e. Ev tê wê wateyê ku hejamrek zêdetir heye. Niha Rûsyayê hejmareke mezin a leşkeran, nêzî 200 hezarî û alavên leşkerî yên mezin kom kirine da ku li benda bidawîbûna operasyona dijber a Ukraynayê bin û paşê Rûsya dest bi operasyonên nû yên dijber bike."

El Efendî wiha pê de çû: "Em li benda payîzeke germ in û îhtîmal e ku piştî operasyona dijber a Ukraynayê bi dawî bibe, operasyoneke dijberî ya Rûsyayê dest pê bike û ev yek ji aliyê qanûnên şer ve her dem tê zanîn. Bersiva Rûsyayê dê bi êrişeke dijber li ser Ukraynayê be."

Li ser vebijêrkên Rûsyayê ji bo bersivdanê, El Efendî got: "Vêbijêrka yekem êrişa leşkerî ya dijber e. Jixwe Rûsyayê dest bi lêdana binesaziya Ukraynayê û hilweşandina aboriya wê kiriye. Ev jî wê pirsgirêkên mezin ji gel re bîne û dikare bandorê li operasyona leşkerî jî bike. Weke mînak, Rûsyayê hefteyek berê li santralên kehrebeyê yên li navenda Ukraynayê xist, vê jî hikumeta Ukraynayê neçar kir ku li van deveran petrolê bi kar bîne ji bo kehrebeyê, ew jî bi rêya stasyonên germahiyê. Ev yek dibe sedema kêmbûna petrolê ku ew didin wesayit, top, tank û balafiran."

GELO DÊ ŞERÊ NUKLEERÎ RÛ BIDE?

Li ser geşedanan jî El Efendî ev agahî parve kirin: "Rûsya bi armanca sînordar û çalakiyeke taybet, operasyoneke leşkerî dimeşîne. Tevî vekirina deriyê dan û standinan jî Rûsyayê tawîzan nade. Heya niha dest ji ti xalên operasyona leşkerî bernedaye ku armancên wan diyar in. Ew jî parastin û azadkirina Donbasê ye, armanca duyemîn jî bêçekkirina Ukraynayê bi wêrankirina binesaziyê ye, armanca sêyem jî jinavbirina Naziyê ye."

El Efendî wiha dirêjî da axaftina xwe: "Rûsyayê girîngî neda faktora demê. Operasyona leşkerî pir hêdî ye ji ber ku Rûsyayê hemû hêzên xwe bikar neaniye. Em bi şerekî dûr û dirêj re rû bi rû ne. Rojavayî dixwaze ku ev şer ji bo betilandina hêzên rûsî be û Rûsyayê jî wê weke şerekî bêtaqetkirina hêzên NATO'yê dibîne. Ji ber ku NATO artêşa Ukraynayê bi çekan fînanse dike, ji sedî 70'ê çekên artêşa Ukraynayê ji NATO'yê ne. Ev jî tê wê wateyê ku Ukrayna barekî li ser çekên rojavayî çêdike."

El Efendî wiha pê de çû: "Rûsya xwediyê hejmareke mezin ji çekên klasîk e, lê ev li cem rojava peyda nabe. Ji ber ku di van 30 salan de ji pêşveçûna leşkerî bêtir guh dida rewşa aborî. Wekheviya leşkerî bi çekên klasîk re di berjewendiya Rûsyayê de ye. Em bi rewşek demdirêj a bêtaqtbûnê re rû bi rû ne. Yan dema ku Rûsya hin armancên xwe ji holê rabike, yan jî Ukrayna radestbûna xwe ragihîne, yan bi destpêkirina dan û standinan ji bo dev ji hin herêman were berdin, dê ev rewş bi dawî dibe."

Li ser îhtîmala ku Rûsyayê çekên kîmyewî yan jî nukleerî bi kar bîne, El Efendî wiha got: "Li cem Rûsyayê çekên kîmyewî tune ne, beriya 20 salan hemû çekên xwe yên kîmyewî îmha kirin. Çeka nukleerî ya ku serok Pûtîn pê tehdît kir, çeka nukleerî ya stratejîk e. Ev di rewşekê de ku rasterast divê destwerdaneke NATO'yê hebe û xêzên sor ên ku ji hêla Rûsyayê ve hatine destnîşankirin, derbas bike. Ew jî bi dayîna moşekên dûravêj an jî dayîna balafirên leşkerî yan parastina asîmanî ya rojavayî ye. Ev yek dibe sedema destwerdana rasterast. Wê demê dê Rûsya neçar bibe ku çekên nukleerî bi kar bîne, ne li Ukraynayê, lê li welatên NATO'yê. Ji ber ku sedema sekn û mana hikumeta Ukraynayê û piştgiriya rojavayî û NATO'yê ye. Paşê dê şerekî nukleerî derkeve ku tê de kes bi ser nakeve."

(hs)

ANHA