Hevserokê Meclisa Til Temirê: Dewleta Tirk şerekî rasterast li dijî gelê herêmê dimeşîne

Hevserokê Meclisa Til Temirê Ciwan Mele Eyûb diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker şerekî rasterast li dijî gelên herêmê dimeşîne û gel ji pêwîstiyên sereke yên jiyanî mîna av û kehrebeyê bê par dihêle. Mele Eyûb diyar kir ku şêniyên navçeyê bi xaka xwe ve girêdayî ne.

Hevserokê Meclisa Til Temirê: Dewleta Tirk şerekî rasterast li dijî gelê herêmê dimeşîne
25 îlon, 2022   01:50
HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Sûcan li dijî gelên herêmê pêk tîne û navendên xizmetguzariyê dike hedef.

Dewleta Tirk a dagirker ji dema ku Serêkaniyê dagir kiriye anku di dawiya sala 2019ʹan de stastyona avê ya Elok a dagirkirî wek çek li dijî gelên herêmê bi kar tîne û ava vexwarinê li ser zêdetirî milyon û nîv kesî qut dike.

/kr/uploads/files/2022/09/24/183256_-.webp

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê Ciwan Mele Eyûb diyar kir ku dewleta Tirk ji dema ku herêma Serêkaniyê dagir kiriye, şerekî rasterast li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne, êrişên xwe bi çekên giran, obus û balafiran li ser navçeya Til Temirê, gund û pêkhateyên wê didomîne û piştî êriş bê encam man, şerekî rasterast li diî gelê herêmê ragihandiye.

Mele Eyûb îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker piştî ku di pêkanîna armancên xwe bi rêya êrişên çekdarî de bi ser neket, serî li rêbazên nû yên şer da û wiha domand: "Ji wan rêbazan, şerê aborî û civakî ye. Li aliyekî ava stasyona Elok li ser şêniyên herêmê qut dike ku wekî kaxezeke zextê û çekekê bi kar tîne, li aliyekî din jî bi domdarî navendên xizmetguzariyê dike hedef û kehrebeyê li ser herêmê qut dike."

Ji Tebaxa borî ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê cara 28ʹan ava stasyona Elok li ser kantona Hesekê qut kiriye. Her wiha zêdetirî 20 carî stasyona kehrebeyê ya Til Temirê kir hedef û kehrebe li ser şêniyan birî.

Mele Eyûb bal kişand ser hedefkirina saziyên xizmetguzariyê û diyar kir ku armanca ji van êrişan ew e ku herêmê ji niştecihên wê vala bikin û dagirkirina wê hêsan bikin.

Ciwan Mele Eyûb bêdengiya Rûsya ya garantora agirbestê rexne kir û got: "Hêzên Rûsyayê nikarin xwe ji êrişên ku derdora baregehên wê dikin hedef, biparêze û li hemberî binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bê deng dimîne."

Mele Eyûb bang li Rûsya û hêzên navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku destwerdanê bikin, erkên xwe yên rawestandina sûcên dewleta Tirk bi cih bînin û çareseriyekê ji êrişên wê yên domdar ên li dijî navendên xizmetguzariyê yên giştî bi cih bînin.

Ciwan Mele Eyûb diyar kir ku tevî êrişan, şêniyên herêmên nêzî eniyên şer dev ji xaka xwe bernedane, ji ber vê yekê dagirkeran siyaseta şer a li dijî wan guherand.

ANHA