​​​​​​​Cotkarên garis ên Minbicê bi pirsgirêka kêmbûna ava Firatê re rû bi rû ne

Îsal li gundewarên Minbicê hezar û 80 hektar garisê zer hatiye çandin, lê cotkar bi pirsgirêka kêmbûna ava çemê Firatê re rû bi rû ne, tevî ku komîteya çandiniyê destekê dide.

​​​​​​​Cotkarên garis ên Minbicê bi pirsgirêka kêmbûna ava Firatê re rû bi rû ne
25 îlon, 2022   03:25
MINBIC

Komîteya Çandiniyê ya Minbicê girîngî da piştigıriya berhema garizê ser ku yek ji girîngtirîn berhemên stratejî li herêmê ye.

Garis li ser asta cîhanê, ji ber girîngiya wê ya aborî, xwedî girîngiyeke mezin e.

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêmên guncaw ji bo çandina garisê zer û spî ye. Ji ber axa wan şov e û ji bo gihandinê guncaw e.

Li gundewarên Minbicê, îsal gelek cotkaran garis bi her cureyên wê çandin. Lê qutkirina ava çemê Firatê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hişt ku gelek cotkar dev ji vê berhemê berdin.

/kr/uploads/files/2022/09/24/182737_-.webp

Cotkarê bi navê Ebdusetar El Elî yê ji gundê Ebû Qelqel ê başûrê rojhilatê Minbic ku 3 hektar zevî bi garis çandiye, wiha got: "Îsal lêçûna çandiniya her hektarekê ji garis nêzî milyonek û nîv lîreyê Sûriyê ye. Lê ziwabûna bîran li zeviyan, em neçar kirin ku bi rûberên dirêj avê ji çemê Firatê bikişînin. Lê ava çemê jî ji ber qutkirina wê ji hêla dewleta Tirk ve pir kêm bûye."

El Elî destnîşan kir ku Komîteya Çandinî û Avdanê ya Minbicê ji aliyê dabînkirina mazotê taybet bi avdanê, pêdiviyên çandiniyê yên din destekê dide û teşwîq dike, da ku xwetêrkirin li herêmê pêk bê.

Îsal, cotkaran garisê spî çand da ku wê wek êmê pez û mirîşkan sûdê jê bigirin, bi taybet piştî ev 2 sal e hişkesalî û kêmbûna cureyên êmên genim û ceh tune ye û buhayê wan bilind bû.

Garis bi du rêbazan tê çandin; ya yekemîn bejî û ya duyemîn jî avî tê çandin.

Astengiyên ku cotkarên garis li Minbicê dikişînin heman azarên ku cotkarên pembo ne. Ew jî astengiya veguhastina berhemê li ziwakirina garis a li Reqa û lêçbûna wê ya bilind e. Ji ber wê El Elî bang kir ku ziwagehek li Minbicê were avakirin da ku barên veguhastinê werin sivikkirin.

/kr/uploads/files/2022/09/24/182705_-.webp

Heverokê Komîteya Çandinî û Avdanê ya xeta Ebû Qelqel Tirkî El Xalid ji ANHA’yê re li ser rewşa çandinî û keşfên meydanî axivî û got nêzî hezar û 80 hektar garisê zer îsal li Minbicê hatiye çandin. Lê cotkar azarên kêmbûna avê dikişînin.

Li ser desteka ji cotkaran re, El Xalid da zanîn ku wan li ser du beşan mazot daye, beşa yekemîn 400 lître ji her hektarekê re bi buhayê 85 lîreya Sûriyê.

El Xalid diyar kir ku rûbera garisê li xeta Ebû Qelqel îsal hatiye çandin ji par zêdetir bû. Ji ber ku nêzî ava çemê Firatê hatiye çandin û pêdiviya herêmên dûrî ava çemê jî bi lêçûneke mezin a kişandina avê heye.

Tirkî El Xalid diyar kir ku ew di desteka çandinî û pêşkêşkirina pêdiviyên pêwîst ji bo serxistina berhemên çandiniyê didomînin.

(fr)

ANHA