MSD`ê lidarxistina panelên têkildarî nasnameya nîştimanî didomîne

Bi armanca şîrovekirina nasnameya nîştimanî MSD`ê panelek li navçeya Şedadê ya Hesekê li dar xist. Gelek rûspî, rewşenbîr, hêzên siyasî û civakî tev li panelê bûn.

MSD`ê lidarxistina panelên têkildarî nasnameya nîştimanî didomîne
24 îlon, 2022   16:32

Di panela ku li hola şaredariya navçeyê li dar ketiye de, endamê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Ezîz El Selman axivî û têgeha nasnameya nîştimanî şîrove kir.

El Silêman desntîşan kir ku nasnameya nîştimanî; girêdana kes bi ax û welatê xwe ve ye û banek ji hemû ol û baweriyên li Sûriyê re li ser bingeha hemwelatîbûnê, ava dike.

/ar/uploads/files/2022/09/24/161904_dsc_0486.webp

Her wiha endama Nivîsgeha MSD`ê şaxê Şedadê Intîsar El Hesen têkildarî panelê wiha ji ajansa me re axivî: “Bi armanca şîrovekirina wateya nasnameya nîştimanî me ev panel li dar xist. Şerê 10 salan bi awayekî neyînî bandor li vê têgehê kir.”

Intîsar El Hesen wiha pê de çû: “Nasnameya nîştimanî divê xwe bispêre dîroka pêkhateyan û ne girêdayî cih an jî erdnîgarî be ku aliyê din li ser esasê piraniyê înkar dike.”

/ar/uploads/files/2022/09/24/161925_dsc_0448.webp

Di dawiyê de Intîsar El Hesen got: “Jiyana hevbeş di  bin sîwana biratiya gelan de, ji bo gelên herêmê nasnameya nîştimanî ya rastîn e.”

(dm)

ANHA