Rêxistineke hiqûqî ya Îranê: Herî kêm 54 kes hatine kuştin

Rêxistina Mafê Mirov a Îranê ragihand ku di xwepêşandanên li Îranê de herî kêm 54 kes ji aliyê hêzên rejima Îranê ve hatine qetilkirin. Cenazeyên kesên hatine kuştin jî bi mercê ku taziye nedeynin radestî malbatan tên kirin.

Rêxistineke hiqûqî ya Îranê: Herî kêm 54 kes hatine kuştin
24 îlon, 2022   16:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandanên li dijî qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê didomin. Rêxistina Mafê Mirov a Îranê der barê nerazîbûn û xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de daxuyaniyek da. Rêxistinê carek din daxwaz ji civaka navneteweyî kir ku rê li ber kuştina xwepêşandêran a li Îranê bigirin û piştgiriya daxwaz û mafên gelên Îranê bikin.

Rêxistina Mafê Mirov a Îranê diyar kir ku li gor amarên herî dawî gihiştine ber destê wan di xwepêşandanan de herî kêm 54 kes bi guleyên hêzên ewlehiyê hatine kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûne.

Li gor amarên rêxistinê, herî zêde li bajarê Mazenderan xwepêşandêr hatine kuştin ku hejmara wan 20 kes in. Her wiha hat diyarkirin rejima Îranê cenazeyên kesên hatine kuştin jî bi mercê ku taziye nedeynin radestî malbatan dike.

Li aliyê din jî Radyoya Îranê kuştina 35 kesan ragihand û diyar kir ku ev kes li 13 bajarên cuda yên Îranê hatine kuştin.