​​​​​​​‘Kampa Holê nîşaneya karesateke mirovî li ser her kesî ye’

Pirsgirêka malbatên DAIŞʹî yên biyanî yên li kampa Holê dewam dike. QSD pêngavên xwe yên ewlehiyê didomîne da ku rewşa kampê ji bin kontrolê dernekeve, hêzên navneteweyî jî ji berpirsyariyên xwe yên çareserkirina vê pirsgirêkê direvin. Pisporekî komên îslamê anî ziman ku encamên bêxemiya li hemberî vê pirsgirêkê dê encamên xirab bi xwe re bîne.

​​​​​​​‘Kampa Holê nîşaneya karesateke mirovî li ser her kesî ye’
24 îlon, 2022   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYA EL HEBÎB

Li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞʹê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 25ʹê Tebaxê qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê ragihand. Pêngavê 24 rojan dewam kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di civîna çapemeniyê ya ragihandina bidawîkirina qonaxa duyemîn a pêngavê de diyar kir ku "Saziya El Hesabe" û "Eşbal El Xîlafa " hatine jihevistin. Her wiha bang li hêzên navneteweyî kir ku welatiyên xwe yên li kampa Holê vegerînin.

Endama Fermandariya QSDʹê Newroz Ehmed di civîna çapemeniyê de ku bi Koalîsyona Navneteweyî ya têkoşîna li dijî DAIŞʹê re pêk hatibû, got: "Xetereya DAIŞʹê hîna heye. Ev kamp bûne navendên fikrên tundaw ku dibe hêzên tundraw xurt bike. Di vê kampê de derdora 60 hezar kes hene ku piraniya wan jin û zarok in. Ev yek gafekê ne tenê li ser herêmên me dixwe, lê gefê li tevahî cîhanê dixwe."

ʹNAVENDEKE KU DESTEKÊ DIDE TERORÊ Û WÊ TÊR DIKEʹ

/kr/uploads/files/2022/09/24/182537_-.webp

Lêkolînerê komên îslamî yê ji Misirê Mistefa Emîn diyar kir ku pêngavên QSDʹê yên lêgerîn û paqijkirinê yên ji bo keşifkirina şaneyên DAIŞʹê li kampa Holê û kampên din gelekî girîng in. Her wiha got: "Divê QSDʹê bi awayekî dewrî mîna van pêngavan li dar bixinîne, ji ber ku rewşa kampê bi awayekî mezin ber bi neyinî ve diçe, aloziyeke mezin li kampê heye û hejmareke mezin a malbatan lê heye, heger kamp ji bermaniyên DAIŞʹê neyê paqijkirin, ev kamp bi demê re wê bibe jêdera destekdayîn û xwedîkirina DAIŞʹê heta demeke dûr û dirêj.”

Emîn îşaret pê kir ku axaftina QSDʹê ya berdewama xetereya kampa Holê dide nîşandan ku çalakiyên geşkirina “Rêxistina DAIŞʹê” li kampê  hene û xetereya kampê ew e ku fikrê sereke yê DAIŞʹê li kampê heye û di nava jin û zarokan de belav e û dê bi demê re ew zarok bibin çekdar.

Mistefa Emîn bi domdarî got: "Heman demê xetereya kampê di vir de ye; xebatên jinûve sazkirin an darizandin an jî dersînorkirina wan ji bo dewletên din, an jî vegerandina wan ji cihên wan li Sûriyê û Iraq piştî darizandina wan tune ne. Kampa navendeke xetere ya tundî û terorê ye ku ji fikrê teror û tundrawiyê yê rêxistina DAIŞʹê ya bi xwîn vexwariye."

ODEYA ÇALAKIYÊN TERORÎ

Tevî ku Koalîsyona Navneteweyî ji salan ve şerê DAIŞʹê dike, lê DAIŞʹê hewl dide xwe komî ser hev bike û careke din xwe zindî bike. Heman demê pirsgirêka DAIŞʹiyên girtî yên biyanî yên li gel QSDʹê û kampa Holê ku ya herî xetere li cîhanê ye, hîna bê çareserî maye.

Demekê berê “berdevkê” çeteyên DAIŞʹê Ebû Hemze El Qureyşî ji bo hemû endamên DAIŞʹê yên li tevahî cîhanê peyameke bi deng li ser bernameya Telegramê parve kiribû.

Çete El Qureyşî ji bo derxistina çeteyên di girîgehên QSD û hêzên Iraqê de bang kiribû û soza pêkanînê dabû. Her wiha soz da ku xelatekê bide çeteyên ku dadwer û endamên din ên dadweriyê dikujin, yên ku di girtina endamên DAIŞ’ê de hevkar in.

Li ser vê yekê çeteyên DAIŞʹê roja 20ʹê Çileya 2022ʹyan êrişî girîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê kirin ku da ku çeteyên di girtîgehê de birevînin. QSDʹê bersiva êrişê da û plana wan a bi desteka hêzên derve ji bo têkbirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, têk bir.

Li ser vê mijarê Emîn got: "Yên li kampa Holê hîna bi endamên DAIŞʹê yên li çolistana Sûriyê û herêmên cûda yên Iraq û Sûriyê ve girêdayî û hîna bi xurtî tev digerin û jêdra kişandina endamên DAIŞʹê ye. Ev yek di qeyda deng a berdevkê DAIŞʹê de piştrast dibe. Di encamê de pirsgirêk gelekî xetere ye, xetereya wê ne tenê li ser herêmê me, lê belê di destekdayîna endamên terorîst de dewam dike û li ser tevahî cîhanê xetere ye ku fikrên DAIŞʹê belav dikin. Dibe ku ev fikr li herêmên dikin jî belav dibin da ku endamên nû tev li xwe bikin ku çalakiyên terorî li dijî welatên cîhanê pêk bînin."

Berpirsên Navenda Ragihandinê ya QSDʹê Ferhad Şamî di hevpeyvînekê berê de ji ajansa me re  diyar kiribû ku kampa Holê hewldaneke din a avakirina xîlafetê ye ku nifşê sêyemîn tê avakirin ku ji DAIŞʹê xeternaktir e.

Fermandarê Operasyonên Amerîkayê li Rojhilata Navîn piştî serdana xwe ya li kampa Holê banga lezgîn kiribû "Mehane derdora 80 rewşên jidayikbûnê li kampê çêdibin. Kampa Holê zemîneke guncaw ji bo avakirina nişfekî DAIŞʹî ye."

Lêkolînerê misirî têkildarî vê yekê anî ziman ku nişfê sêyemîn nêrîna rojhilatnasan e, ji ber ku nifşê yekemîn û duyemîn hîna bi dawî nebûye û got: "Hîna endamên ku tev li DAIŞʹê bûn nehatin qetilkirin an jî girtin ku li çolistana Sûriyê, an bakur û  rojhilatê wê hene. Fikrên DAIŞʹê hîna belav e û çalakiyên xwe pêk tînin, nişfê duyemîn jî hîna hêza wê heye ku şaneyan bilivîne û çalakiyên terorî berfireh bike.”

Der barê nifşê sêyemîn jî de Mistefa Emîn wiha got: "Em dikarin nifşê sêyemîn bixin bin hizara kişandinê de ku hêza rêxistinê ya vê yekê heye û bi demê re dewam bike. Di encamê de fikrên DAIŞʹê bi demê re rewşeke tundî û terorî diafirîne. Em dibînin ku rêxistin bi rewşê û xebata ewlehî re dijî, û li gelek herêmên cîhanê belav e, ruxmî ku paş ketiye lê hîna bi dawî nebûye. Ev tê wateya ku fikrê rêxistinê xurt e ku dikare endamên nû tev li xwe bike."

Mistefa Emîn îşaret pê kir ku xetereya heyî ya DAIŞʹê di vir jî de ye ku tevlêbûna nava fikr û rêxistina xwe berfireh kiriye, bi rêya medyaya dîjîtal dikare piştevaniya kesan bigire, ku ew kes bêyî ku bibin endamên wan jî çalakiyên terorî dikin.

ʹDEWLETA TIRK MERCÊN GUNCAW JI DAIŞʹÊ RE PEYDA DIKEʹ

Li gorî çavdêran, çeteyên DAIŞʹê sûdê ji gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê digirin da ku jinûve rêxistina xwe ava bikin û êrişan li ser herêmê zêde bikin.

Dema êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî, malbatên çeteyên DAIŞʹê ji kampeke Eyn Îsayê reviyan û xwe gihandin herêmên di bin dagirkeriyê dewleta Tirk de.

Di demên dawî de, Koalîsyona Navneteweyî berpirsên DAIŞʹê Ebû Bekir El Bexdanî û Ebû Îbrahîm El Qureşî li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de kirin hedef.

Lêkolîner Mistefa Emîn diyar kir ku pirsgirêka desteka Tirkiyê ya bi DAIŞʹê re dîrokî ye û gelek aliyên wê hene û wiha domand: "Ji wan aliyan; Tirkiyê bi dagirkirina herêman re rewşeke aloz li herêmên bakurê Sûriyê ava dike, ev yek dihêle ku şaneyên DAIŞʹê ava bibin û belav bibin. Her wiha Tirkiyê rê li ber endamên rêxistinê vedike ku derbasî Sûriyê bibin an jî derkevin. Ev mijar girîng e, Tirkiyê sûdê ji jêderên aborî li bakurê Sûriyê, bazirganiya di navbera endamên rêxistina DAIŞʹê de û têkiliyên wê yên bi endamên din hên li hundirê digire, ev yek hişt ku torên diravî yên rêxistina DAIŞʹê werin aktîvkirin."

Emîn da zanîn ku dewleta Tirk piştgiriyê dide fikrê xurtkirina nakokiyên Sunna-Şîa an  jî nakokiyên di hundirê Sunna de û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk vê yekê bi rêya fikrê tundaw pêk tîne, ku di dawiyê de dikeve xizmeta stratejiya wê ya destwerdana li Iraq, Sûriyê û herêmên erebî yên derdorê. Desteka Tirkiyê eşkere ye, rojavayî di wê baweriyê de ne ku ev destekê eşkere bandorê li çalakiyên têkoşîna li dijî terorê li Sûriyê û Iraqê dike."

ʹÇARESERÎ TUNE YE, ENCAM DÊ FELAKET BEʹ

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSDʹê gelek caran bang li hêzên navneteweyî kirin ku çareseriyeke guncaw ji vê pirsgirêkên re bibînin.

Di hevpeyîvneke berê de Newroz Ehmed diyar kiribû ku rola sazî û hêzên navneteweyî di pêşkêşkirina aliyên xizmetguzarî ji bo kampê de sînordar e û gotibû: "Em vê keda wan bi nirx dibînin, lê têrê nakê. Divê hêzên cîhanî û saziyên naveteweyî û Koalîsyona Navneteweyî mîna hêzên me, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêveberiya kampê erka ku dikeve ser milên wan bi cih bînin."

Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî El Hesen gotibû: "Pirsgirêka kampa Holê ne xwecehî an jî herêmê ye, pêwîstiya wê bi destek û hevgirtina hemû dewletan heye, çi bi rêya veguhertina welatiyan xwe yên li kampê be, an jî bi rêya pêşkêşkirina destekê ji bo hêzên me be."

Mistefa Emîn got, çareseriya herî guncaw ew e ku malbatên DAIŞʹê li welatên wan werin vegerandin û divê hemû dewlet vê berpirsyartiyê bi cih bînin, her wiha got: " Çareseriya din heye, divê malbatên DAIŞʹê jinûve werin perwerdekirin. Ev çareserî derfetên aborî yên xurt pêwîst dike ku QSDʹê nikare pêk bîne. Li dawiyê hiştina wan zarokan bi vî şeklî wê di demeke nêzîk de wan veguherîne endamên çekdar. Berpirsyartiya civaka navneteweyî gelekî mezin e, divê di mijara parastina van malbatan ji kontrolkirina DAIŞʹê de, destekê bidin QSDʹê. Her wiha berpirsyartiya jinûve perwerdekirina wan malbatan û dîtina formeke qanûnî û mekanîzmeya navneteweyî ji bo darizandina wan û muhasebekirina wan li ser sûcên kuştin û tundiyê de dikeve ser milê civata navneteweyî. Lê civata navneteweyî van berpirsyartiyan bi rengê gundaw bi cih naynin."

Lêkolînerê misirî di dawiyê de hişyarî da "Ji ber xemsariyê, dê karesatek çêbibe. Em vê yekê di zêdebûna çalakiyên DAIŞ û geşbûna wan li Sûriyê û Iraqê û veguhestina van kampan wekî xezîneyeke mirovî ji bo rêxistinê de dibînin. Pêşerojeke ne xêr e ku nîşaneya gelek pirsgirêkan di vê dosyayê de heye."

ANHA