Baregeha hêzên dagirkeriya Tirk a li Başîka hate bombekirin

Baregeha hêzên dewleta Tirk a dagirker ya li Başîka ya Zîlkan a se bi parêzgeha Mûsilê ya Iraqê ve hate bombebarankirin.

Baregeha hêzên dagirkeriya Tirk a li Başîka hate bombekirin
25 tebax, 2022   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker ya li Başîka ya Zîlkan a ser bi Mûsilê ve hate bombebarankirin.

Hate ragihand ku mûşek ji aliyê Mûsilê ve hatine avêtin û hinek li baregehê ketine.

Têkildarî ziyanê ti agahî bi dest neketin.