'Dewleta Tirk sûcan li dijî zarokan dike, divê hesab jê bê xwestin'

Endamên jin ên Partiya Sûriya Pêşerojê û Partiya Nûjen û Demokratîk  a Sûriyê diyar kir ku êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî navenda fêrkirina keçan sûcek li dijî zarokan e û hemû qanûnên navneteweyî bin pê dike. Her wiha anîn ziman ku divê hesab ji dewleta Tirk were xwestin.

'Dewleta Tirk sûcan li dijî zarokan dike, divê hesab jê bê xwestin'
25 tebax, 2022   07:45
 MINBIC – SELWA EBDUREHMAN

Di 18’ê Tebaxê de balafireke bêmirov a  bi çek a dewleta Tirk a dagirker navenda perwerdekirina keçan a di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de ya li gundê Şemoka yê li ser rêya Hesekê- Til Temir bombebaran kir. Di encamê de 4 zarokên keç şehîd bûn û 11 jî birîndar bûn. Ev navend 2 km dûrî baregeha Koalîsyona Navneteweyî ye.

'DAGIRKERIYA TIRK ZAROKTIYÊ DIKUJE'

Di vê derbarê de berdevka Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Xaliya Keçwan wiha got: "Destpêkê em şehîdên jin ên ku ji bo jiyaneke bi rûmet û azad û ji bo parastina destkeftiyên me yên dîrokî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bedelên herî giranbuha dane, bi bîr tînin." 

Xaliya Keçwan êrişên dewleta Tirk ên li ser gelê herêmê şermezar kirin û wiha pê de çû: "Êrişên dewleta Tirk ên li ser gelên herêmê, bi taybet ên li ser jin û zarokan dermirovî û ne exlaqî ne. Ev êriş sûcek herî mezin e û divê dewleta Tirk li ser bê cezakirin."

Xaliya Keçwan destnîşan kir ku êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşan dide ku ew tola binkeftina DAIŞ'ê hiltîne ku amûra sereke ya pêkanîna planên dewleta Tirk e. Her wiha got: "Dewleta Tirk bi van êrişên xwe re armanc dike ku îradeya jina têkoşer û berxwedêr bişkîne, lê em jê re dibêjin ku ev yek wê me ji têkoşîna me paş venegerîne." 

Xaliya di dawiya axaftina xwe de ev anî ziman: "Bi hevgirtin hemû pêkhateyan û bi taybet jin, em ê li dijî dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin. Eger bê xwestin em ê di çeperên şer de ji bo tolhildana şehîdên xwe, li kêleka hêzên xwe yên lekşerî bin."

Ji aliyê xwe ve berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ibtîsam Ebdulqadir jî wiha got: "Ev êrişên bi taybet li ser jinan ne nû ne, dem bi dem dewleta Tirk derbeyan li jina berxwedêr a ku dixwaze civaka xwe ava bike û rola xwe di hemû qadên jiyanê de îspat bike, dixe."

Ibtîsam Ebdulqadir axaftina xwe wiha dom kir: "Şehadeta 4 keçên ciwan ji bo me wendahiyeke mezin e, qetilkirina zarokatiyê, qetilkirina bêgunehiyê û hedefgirtin û tepisandina ruhê jinên ciwan e."

Ibtîsam Ebdulqadir wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em li ser rêya van şehîdan berdewam in û îradeya me xurt e. Em ê li hember hemû zehmetî û dagirkeran bisekinin."

'DIVÊ HESAB  JI DEWLETA TIRK BÊ XWESTIN'

Endama Rêveberiya Giştî ya Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê Medîha Cuma jî diyar kir ku dewleta Tirk li dijî zarokan komkujiyan pêk tîne û wiha got: "Cudahiyê naxe navbera mirov û keviran, tenê xema wê ew e ku bi hincetên derew ewlehî û aramiya herêmê têk bibe."

Medîha Cuma anî ziman ku dewleta Tirk li hemberî îradeya gelên azad bê çare maye û got: "Ji ber vê yekê hemû rêbazan bi kar tîne da azadiya wan biçewisîne tevliheviyan derxîne. Qetilkirina keçan li navenda fêrkirinê sûcek li dijî mirovahiyê ye."

Medîha Cuma her wiha bal kişand ser vê yekê ku li cem dewleta Tirk tirseke daîmî ji vîna jina azad û bi taybet ji jina li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye, ji ber ku jin di berxwedana xwe û têkbirina çeteyên DAIŞ’ê de yên ku ji bo cîhanê bûne metirsî, di qadên navneteweyî de bûye mînak.

Medîha di dawiya axaftina xwe de bang li civata navneteweyî kir ku ji bêdengiya xwe derkeve û  ji dewleta Tirk a dagirker a ku sûcên li dijî gelê herêmê pêk tîne, hesab bixwaze.

 (hs)

ANHA