SOHR: Li Dêrazorê leşkerên Amerîkayê birîndar bûn û hin endamên komên Îranê hatin kuştin

Di encama hedefgirtina baregeheke hêzên Amerîkayê li Dêrazorê de, hin leşkerên amerîkî birîndar bûn. Her wiha 3 endamên komên Îranê di êrişa Koalîsyona Navneteweyî li derdora herêmê de hatin kuştin.

SOHR: Li Dêrazorê leşkerên Amerîkayê birîndar bûn û hin endamên komên Îranê hatin kuştin
25 tebax, 2022   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), îro (25`ê Tebaxê) topên ji aliyê nuqteyên hêzên Îranê ve hatin li mêrga gazê "Konîko" ya li gundewarê Dêrazorê ketin. Di encamê de leşkerên Amerîkayê birîndar bûn.  

Piştî 4 saetan ji bûyerê, Koalîsyona Navneteweyî wesayîteke roketavêj a li derdora gundewarê Dêrazorê hatibû bicihkirin hedef girt, di encamê de 3 endamên komên Îranê hatin kuştin.

Hêzên koalîsyonê şeva din jî baregehên komên Îranî yên li herêma El Meyadîn hedef girtni, lê agahiyên derbarê kuştî û birîndaran de nehatin bidestxistin.

Bi vê yekê, di kêmtirî 24 saetan de 9 endamên komên Îranê hatin kuştin.

(hs)