​​​​​​​Şoreşa 19'ê Tîrmehê û zimanê dayikê

Şoreşa 19'ê Tîrmehê têgeha fêrbûna bi zimanê dayikê, avakirina kesayeta azad û civakeke demokratîk û azadî ku karibe bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bike, pêş xist

​​​​​​​Şoreşa 19'ê Tîrmehê û zimanê dayikê
23 tîrmeh, 2022   00:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji destpêka avabûna Sûriya nû û "Komara Erebî ya Sûriyê" ve di sala 1961'an de, ku xwe spart têgeha komara navendî ya ji 14 parêzgeha pêk tê û paytexa wê parêzgeha herî mezin Şam e, fêrbûna bi yek zimanî li ser tevahî gelên Sûriyê hate ferkirin da ku nasnameya pêkhateyên din were îmhakirin.

Ziman nasname û çanda gelan e, amûra peywendiyan di navbera gelan de ye. Tunekirina zimanekî tê wateya tunekirina gelê ku bi wî zimanî diaxive. Dewletên dagirkerên Kurdistanê hewl dan nasnameya gelê Kurd ji holê rakin û di radeya yekemîn de hebûna wê û nasnameya gelên din li Kurdistanê di radeya duyemîn de înkar bikin.

Hevseroka Koordînasyona Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rohan Mistefa ji ajansa me re axivî û got: "Rejîma Baas siyaseteke plankirî li dijî pêkhateyên herêmê meşand. Ev siyaset a yek çand, yek ziman û yek dîrok e. Ji ber vê qedexe kir ku pêkhate bi zimanê xwe yê dayikê biaxivîn da ku wan asîmîle û qir bike."

GIRÎNGIYA ZIMANÊ DAYIKÊ

Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya 5'an a bi navê Şaristandiya Demokratîk de di beşê  çarçoveya têgînî û teorîk de li ser ziman dibêje " Di çarçoveyeke teng de mirov dikare ziman weke çandê jî bide naskirin. Ziman daneheva civakî ya zêhniyet, exlaq, his û fikra estetîk e ku civakekê bi dest xistiye; ziman hebûna nasnameyî û zêhnî ya mane û hisê ya serwextbûyî ye, bûye xwediyê îfadeyê. Civaka xwe gihandibe ziman, bûye xwediyê sedema bi hêz a jiyanê. Asta pêşketinê ya ziman asta pêşketîbûna jiyanê ye."

Di çarçoveyeke pir xeter li ser asta zimanê kurdî de, hikumeta Şamê piştî Serhildana 12'ê Adarê de siyaseteke da meşandin. Ev siyaset a sepandina zimanê erebî li herêman kurdan e. Hikumeta Şamê gelê Rojava neçar kir ku fêrî zimanê erebî bibe û axaftina bi zimanê dayikê qedexe kir. Heman demê nedihişt ku Kurd navên kurdî li zarokên xwe bikin. Gihişt asta ku ji bo kesên bi temen kursên fêrbûna xwendin û nivisandina bi zimanê erebî li gund û bajarokên kurdan vekir û kurdan neçar dikir ku tev li van kursan bibin.

Bi destpêka Şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an re ku bi Şoreşa Ziman hat naskirin, elaqeyeke gelekî mezin bi gelê Kurd û zimanê kurdî hate dayîn. Di vê çarçoveyê de dibistanên fêrbûna zimanê kurdî li malan hatin vekirin. Yekemîn dibistana zimanê kurdî li gundê Diraqiliya yê kantona Efrînê di sala 2012'an de hate vekirin, piştre li Kobanê û herêma Cizîrê jî dibistan hatin vekirin. Mekanîzmeya fêrbûna zimanê kurdî di dibistanan de hate pêşxistin. Di sala perwerdeyê ya 2012-2013'an de zimanê kurdî li gorî xelekan di dibistanan de hate dayîn. Di sala perwerdeyê ya 2013-2014'an de, zimanê kurdî bû zimanekî fermî di dibistanên herêma Cizîrê û kantonên Kobanê û Efrînê de.

Piştî damezirandina Rêveberiya Xweser di sala 2014'an de meteryalên ji refa yekemîn heta 6'an bi zimanê kurdî hatin dayîn. Niha li herêmên Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tevahî meteryal bi zimanê dayikê tê dayîn, yanî Kurd bi zimanê kurdî, Ereb bi zimanê erebî û Suryan bi zimanê suryanî fêr dibin.

Rohan Mistefa anî ziman ku bi destpêka şoreşê û damezirandina Rêveberiya Xweser re ku xwe dispêre felsfeya neteweya demokratîk û hemû pêkhate, etnîk û neteweyan hembêz dike, rê li ber tevahî pêkhateyan hate vekirin ku bi zimanê xwe yê dayikê fêr bibin, di nav de kurdan, gavên gelekî mezin di warê fêrbûn û perwerdeya bi zimanê dayikê de hatin avêtin.

Rohan Mistefa destnîşan kir ku Saziya Zimanê Kurd erka perwerde û fêrkirina civakê bi zimanê kurdî girt ser xwe, piştre li dibistan heta zanîngehê dersên ziman da. Rohan Mistefa got: "Tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi fêrbûna bi zimanê xwe yê dayikê kirin. Çavkaniya vê yekê rihê têgeha ku gelên herêmê xwedî lê derketine ye."

Rohan Mistefa îşaret pê kir ku proseya pewerdekirina bi zimanê dayikê ne hêsan bû, lê rastî gelek astengiyan hat û wiha axaftina xwe domand: "Siyasta ku rejîma Baas li ser pêkhateyên herêmê meşand destpêkê bandor li qada fêrkirinê kir. Ji bo bidawîkirina van bandoran xebateke xurt dihat xwestin. Ev astengî û bandor li ser bingehê zimanê kurdî ne li gorî bingehên akademîk e bûn."

Hevseroka Koordînasyona Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rohan Mistefa anî ziman ku kadroyên perwerdeyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşxistina qada fêrkirinê kedeke mezin dan, karibûn têgeha fêrbûna bi zimanê dayikê xurt bikin û got: "Ji astengiyên din çavkaniyên taybet ên fêrkirina bi zimanê kurdî tune bûn. Ev yek lêkolîneke xurt xwest."

Niha li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4 hezar û 459 dibistan hene ku 860 hezar û 728 xwendekaran dihewîne. Her wiha 42 hezar û 187 mamoste hene. 8 peymangehên amadekirina mamosteyan, saziyeke amadekirina meteryalên bi zimanên erebî, kurdî û suryanî heye.

Di sala 2016'an de yekemîn zanîngeh, an ku Zanîngeha Rojava li bajarê Qamişlo hat vekirin. Piştre du zanîngeh li Efrîn û Kobanê hatin vekirin û ya Şerq li Reqayê hat vekirin.

Rohan Mistefa got: "Koordînasyona zanîngehan xwe gihand komeke akademîsyenên Kurd û dostên kurdan ku bi navê 'Akademîsyenên aştiyê" bernameyeke koordîne û hevkariyê di gelek qadan de pêşkêş kirine, ji wan lêgerîna zanistî û peydakirina pirtûkan û werşeyên kar. Akademîsyenên ji Amerîka, Fransa, Brezîlya û Afrîkyaya Başûr beşdar bûn. Her wiha Kongreya Parastina Kevneşopiya Zanistî bi sponseriya Zanîngeha El-Mustensiriya ya li Iraqê hat lidarxistin. Tê de dara zeytûnê wekî mîraseya çanda herêma Efrînê ya dagirkirî hate nîşanda."

Rohan Mistefa anî ziman ku projeya herî dawî hemleya piştgiriyê bû ku zanîngehê di 19'ê Tîrmeha 2021'an de li dar xistibû û got: " Di vê hemleyê de derdora  100 kesayetên akademîk ên navneteweyî yên ji hemû biranşan, ji Awistralya, Brezîlya, Îtalya, Fransa, Brîtanya, Kanada, Albanya, hwd beşdar bûn ku piştgirî û desteka xwe ji hemû saziyên zanîngehê re nîşan dam. Hinek ji wan wekî endamên rûmet di desteya akademîk a zanîngehê de hatin qebûlkirin ku semîner dan û çavdêriya peymanên master kirin, her wiha pirtûk dabîn kirin û desteka diravî pêşkêş kirin."

Rohan Mistefa bi domdarî got: ''Navenda Tevgera û Piştevaniyê bi Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê akademîsyenên ji gelek weletên cîhanê ve li bajarê Parîs ê Fransayê hate avakirin. Armanca vê navendê destekê bidin zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bernameyên zanistî û lêkolînan pêş bixîne. Her wiha civîn bi rêvebirên vê navendê re hatin lidarxistin da ku bernameya xebatê navendê were danîn, kadroyên ji akademîsyenên lêkolînên bilind werin peydakirin. Dîsa jî da ku semînerên salane werin organîzekirin ku ji aliyê kesayetên akademîk yên navdar wekî Profesor Noam Chomsky, John Holloway û Slavoj Zizek werin dayîn."

'BI FÊRBÛNA BI ZIMANÊ DAYIKÊ KESAYETA AZAD AVA DIDE'

Rohan Mistefa anî zmian ku fêrbûna bi zimanê dayikê bandoreke mezin li civakan û pêşxistina wan dike û got: "Heger pergaleke fêrkirinê ya baş hebe û ji aliyê tevahî şêniyên herêmê ve were qebûlkirin, civakê pêş bixîne û rêgeza hevdu qebûlkirinê ava bike. Ev yek jî rêgeza neteweya demokratîk e ku kesayeta azad ava dike."

Hevseroka Koordînasyona Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rohan Mistefa da zanîn ku armanca wan a sereke avakirina kesayeta azad û avakar e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pergala perwerde û fêrkirinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji pergalên perwerdeyê yên di sîstema totalîter de cuda ye. Sîstema totalîter hewl dide ferdekî ava bike ku tevahî enerjiya wî bixe xizmeta van pergalan. Lê sîstema perwerdehî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dike ku ferdekî azad ava bike ku civakeke azad û demokratîk ava bike ku karibe pirsgirêkên civakê çareser bike û tevahî enerjî û zanebûna wî ji bo pêşxistina civakê be."

ANHA