​​​​​​​Bi desteka rêxistineke pakistanî, dagirker dibistanek li Girê Spî vekir

Bi finanseya ji aliyê komeleyeke pakistanî ve, dagirekran dibistaneke seretayî li gundewarê Girê Spî yê dagirkirî vekir.

​​​​​​​Bi desteka rêxistineke pakistanî, dagirker dibistanek li Girê Spî vekir
21 tîrmeh, 2022   14:45
EYN ÎSA

Komele û rêxistinên pakistanî û çeçenî yên  tundrew  li herêmên Sûriyê yên ku ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve hatine dagirkirin komeleyên olî vedikin ku fikirên tundrawî yên çeteyan belav dikin. Her wiha destekê didin avakirina dibistanên pewerdekirina bi metreyalên tirkî. Ev yek destekê dide projeya tirkkirina herêmên dagirkirî.

Hate ragihandin ku komeleyeke pakistanî dibistana gundê Xirbt Riz ê Girê Spî ya dagirkirin sererast kir.

Çavkaniyên herêmê ji herêmê ragihandin ku çeteyên di 'Meclisa Til Eybet" de ya girêdayî dewleta Tirk îro dibistan vekirin.

Şêniyên  Girê Spî qebûl nakin ku zarokên ku fêrî meteryalên tirkî bibin.

Dibistana li gundê Xirbet Riz ne ya yekemîn e. Di 2020'î de komeleyeke efganî bi çavdêriya MÎT` a Tirk dibistaneke amadehî li gundê Hemam Tirkam û dibistana Ehmed Yasîn a seretayî li navenda bajarê Girê Spî vekirin.

Her wiha gelek komeleyên olî yên xwedî fikirên tundraw ên DAIŞ'ê li bajarokê Silûk û Heman Tirkmen vekirine.  Demek berê çeteyan  erdê koçberê ermenî yê bi navê Agob ê li bajarokê Elî Baceliyê dester kirin û li şûna wê cihekî olî ava kirin.

ANHA