Parlementoya Iraqê wê têkildarî komkujiya li Zaxoyê bicive

​​​​​​​Parlementoya Iraqê wê roja şemiyê (23 Tîrmehê) li ser komkujiya li Zaxoyê civînek ne asayî lidarxe.

Parlementoya Iraqê wê têkildarî komkujiya li Zaxoyê bicive
21 tîrmeh, 2022   14:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Hat ragihandin wê Parlementoya Iraqê roja 23’yê Tîrmehê li ser komkujiya dewleta Tirk a li Zaxoyê civînek ne asayî li dar bixe.

Tê gotin wê di civîna parlementoyê de wezîrê parastinê, wezîrê karên derve û serfermandarê artêşa Iraqê amade bibin.

Duh dewleta Tirk a dagirker li gundê Perex yê girêdayî Zaxoyê geştiyarên ji bajarên naverast û başûrê Iraqê hedef girtibû. Di encama êrişê de 9 welatiyan jiyana xwe ji destdan û 23 kes jî birîndar bûn.