​​​​​​​Li Serêkaniyê ya dagirkirî du zarok birîndar bûn

Li Serêkaniyê ya dagirkirî di şerê di navbera komên çeteyan de du zarok û hejmareke çete birîndar bûn.

​​​​​​​Li Serêkaniyê ya dagirkirî du zarok birîndar bûn
21 tîrmeh, 2022   15:28
HESEKÊ

Di saetên nîvro de li bajarê Serêkaniyê ya dagirkerî şerê di navbera çeteyên ji eşîra Muwelî û çeteyên "Furqet Melik Şah" de derket. Di şer de 3 çete birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyan,  di şer de du zarok jî birînda bûn. Zarok ji bo nexweşxaneyên herêmê hatin veguhestin.

Gelek caran di navbera komên çete de li ser parvekirina diziyan û desteserkirina malan û qaçaxçîtiyê de şer derdikeve.

ANHA