Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê nerazîbûn nîşanî komkujiya li Zaxoyê da

Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê bi daxuyaniyekê komkujiya ku dewleta Tirk duh li gundê Perex ê Zaxoyê kir şermezar kir û banga diyarkirina helwestê ji partî û aliyên siyasî yên Başûr û saziyên navneteweyî kir.

Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê nerazîbûn nîşanî komkujiya li Zaxoyê da
21 tîrmeh, 2022   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker duh bi bombebarankirina gundê Perex ê Zaxoyê komkujiyek pêk anî. Di bombeberana komkujker de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 23 kes jî birîndar bûn ku rewşa gelek ji wan giran e.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî êrişa dewleta Tirk a dagirker da. Daxuyanî li ber avahiya HDP’ê ya navçeya Silopiyê hat dayîn. Rêxistinên HDP’ê yên navçeyê, Meclisa Dayikên Aştiyê û parlementerên HDP’ê yên Şirnexê tev li daxuyaniyê bûn. Çalakvanan pankarta li ser hatibû nivîsandin, “Em komkujiya li Zaxoyê ya Başûre Kurdistanê şermerezar dikin” vekirin.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê Abdullah Gungen ve hate xwendin. Gungen destpêkê komkujiyê li Zaxoyê şermezar kir û wiha axivî: “Ev êriş bi temamî li dijî gelê sivîl pêk hatiye, lewma jî banga me li partî, sazî û dezgehên Kurdî ev e ku bi yek dilî, yek dengî û bi awayekî tund li dijî vê êrişê bertekê nîşan bidin û bi awayekî lezgîn li dijî hebûna leşkerî ya dewleta Tirk ya li Herêma Kurdistanê bertek nîşan bidin, helwesta xwe diyar bikin.”

Abdullah Gungen, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bang li raya giştî ya navneteweyî, Yekîtiya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan û hemû gelên Tirkiyeyê, rêxistinên sivîl û partiyên siyasî dikin ku li dijî van êrişan dengê xwe bilind bikin û nebin şirîkê van komkujiyan.”