Ciwanên Kobanê navên xwe ji bo kursên destwerdana lezgîn qeyd dikin

Di çarçoveya amadekariyên welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de yên ji bo parastina herêmên xwe li hemberî êrişên dewleta Tirk, bi dehan ciwan beşdarî dewreya perwerdeyê ya destwerdana lezgîn bûn.

Ciwanên Kobanê navên xwe ji bo kursên destwerdana lezgîn qeyd dikin
21 tîrmeh, 2022   12:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Di destpêka meha Tîrmehê de, Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li welatiyan kir ku tev li kursên hemşîretî û destwerdana lezgîn bibin.

Banga Desteya Tenduristiyê piştî ku rewşa awarte 6’ê Tîrmehê de hate ragihandin, hatibû kirin.

Rêveberiya Xweser ji bo amadekariyên rûbirûbûna êrişên berfireh ên dewleta Tirk ên li ser herêmê, rewşa awarte ragihandibû.

Li ser banga Desteya Tenduristiyê ya ji bo hemû navendên tenduristiyê yên perwerdekirina destwerdana lezgîn, rêveberiya Nexweşxaneya Emel li ser hesabê xwe yê Facebookê destpêkirina kurseke destwerdana lezgîn ragihand.

Rêveberiya Nexweşxaneya El-Heyat a navçeya Sirîn a kantona Kobanê jî li ser banga Desteya Tenduristiyê vekirina dewreyeke perwerdeyê ya destwerdana lezgîn ragihand.

Di vê çarçoveyê de ji rêveberên Nexweşxaneya Emel a Kobanê Cemal Bekir got: “Tevî ku roja yekem a tomarkirinê ye, lê daxwazeke mezin ji ciwanan heye ku beşdarî vê dewreyê bibin. Ji saetên sibehê ve nêzî 10 kesan ji bo ku tev li kursê bibin navê xwe tomar kir."

Cemal her wiha got: “Piştî temamkirina hejmara pêwîst, em ê dest bi perwerdeyê û zelalkirina demjimêrên wê yên rojane bikin, ku biryar e 2-3 hefteyan berdewam bike.”

Bekir da zanîn ku armanca vekirina vê dewreyê ew e ku gel û bi taybetî ciwan zanibin çawa di dema rewşa awarte de tev bigerin. Her wiha di dema êrişeke muhtemel a dewleta Tirk a dagirker de, zehmetî û pirsgirêkên li pêşiya xwe çareser bikin.

Têkildarî amadebûna gel ji bo şerê gel ê şoreşgerî jî Bekir wiha got: "Dema em behsa şerê gel ê şoreşgerî dikin, mebesta me ne tenê yên li eniyên pêş şer in. Her yek ji me dikare cihê xwe di şerê gel ê şoreşgerî de bigire, ev jî bi dermankirina birîndaran, dabînkirina xwarinê ji şervanan re û hwd. Her yek li gorî îmkanên xwe çi ji destê bê dike.”

Bekir bang li her kesî kir ku her tim ji têkoşînê re amade bin û her kes li ser xebata xwe be û li gorî rewşa awarte xwe û derdora xwe bi rêxistin bike.

Li gorî Cemal Bekir ger hejmara kesên ku dixwazin tev li kursê bibin zêde bibe, dê rêveberiya nexweşxaneyê duyemîn dewreya perwerdeya destwerdana lezgîn veke.

ANHA