​​​​​​​MSD`ê li ser komkujiya li Zaxoyê: Hesab ji dewleta Tirk bixwazin!

MSD`ê komkujiya li Zaxoyê ya dewleta Tirk a dagirker pêk aniye, şermezar kir û bang li NY û civaka navneteweyî kir ku tavilê destwerdanê bikin, tevdîrên pêwîst bigirin û hesab ji dewleta Tirk bixwazin.

​​​​​​​MSD`ê li ser komkujiya li Zaxoyê: Hesab ji dewleta Tirk bixwazin!
21 tîrmeh, 2022   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî komkujiya li Zaxoyê daxuyanî da û banga hesabxwestina ji dewleta Tirk a dagirker kir.

Di daxuyaniya MSD`ê de ev tişt hate gotin:

“Duh (20`ê Tîrmehê) di tobparana li dijî cihekî geştiyariyê ya li Zaxoyê ya herêma Kurdistanê-Iraqê de, herî kêm 9 sivîl şehîd bûn ku di nav de jin û zarok jî hebûn û 23 sivîl jî bi giranî birîndar bûn. Dewleta Tirk a cîran bombe li ser sivîlan barandin, her wiha gund û bajarokên ewle û yên bi sivîlan dagirtî bi awayekî domdar dike hedef, tu rêzê li hember serdestiya welatên cîran nagire û bi wî rengî destdirêjiyê li ewlehî û îstiqrara li herêmê dike, bi taybet li Sûriye û Iraqê.

Em vê komkujiyê bi tundî şermezar dikin. Em sersaxî ji gel û hikumeta Iraqê re, bi taybet ji malbatên qurbaniyan re dixwazin, piştevaniya malbatên birîndaran dikin û şîfeya acîl ji bo birîndaran dixwazin.

Em tekeziyê bi girîngiya hevkariya hemû hêzên siyasî yên Iraqê dikin, bi taybet hikumeta navendî û hikumeta Herêma Kurdistanê da ku piştevaniyê bidin gelê ku ji kêliyên destpêkê yên komkujiyê ve daket kolanan û hebûna Tirkiyê li ser xaka Iraqê red kir.

Em bang li Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî dikin ku tavilê destwerdanê bikin, tevdîrên pêwîst bigirin û ji ber destdirêjiya li ser welatên cîran û nepabendî û rênegirtina li qanûnên navneteweyî hesab ji dewleta Tirk bixwazin û sînorekî ji vê reftarê hov ê Tirkiyê re deynin.”

(cx)