Li gundê Qîra yê Amûdê li dijî erebeyekê êrişa hewayî pêk hat

Balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li gundê Qîra yê girêdayî navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo, erebeyek hedef girt. Heta niha encamên êrişê nayên zanîn.

Li gundê Qîra yê Amûdê li dijî erebeyekê êrişa hewayî pêk hat
21 tîrmeh, 2022   11:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên destpêkê yên gihaştine ber destê me, balafireke bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk beriya çend kêliyan li gundê Qîra (nêzî 50 km li başûrê navçeya Amûdê) erebeyek hedef girt.

Tê payîn ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî detayên êrişê daxuyaniyekê bide.

(cx)

ANHA