Elmanyayê banga eşkerekirina berpirsên Komkujiya Zaxoyê kir

Elmanyayê têkildarî komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li Zaxoyê kiriye, daxuyaniyek da û banga eşkerekirina berpirsan kir.

Elmanyayê banga eşkerekirina berpirsên Komkujiya Zaxoyê kir
21 tîrmeh, 2022   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Elmanayayê têkildarî êrîşa dewleta Tirk ya di 20’ê Tîrmehê de pêk hat û di encama êrîşê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û dehan kes birîndar bûn, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin “Êrîşên li dijî sivîlan qethiyên nayên qebûlkirin. Divê parastina sivîlan di hemû rewşan de bibe şertê yekemîn.”

Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê diyar kir ku Elmanya rêz û giringiyek mezin dide serweriya Iraqê û hiqûqa navneteweyî.

Elmanyayê xwest ku berpirsiyar bên eşkerekirin.