Îran û Misirê jî Komkujiya Zaxoyê şermezar kirin

Îran û Misirê jî komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li Zaxoyê ya Başûrê Kurdistanê pêk aniye, şermezar kirin.

Îran û Misirê jî Komkujiya Zaxoyê şermezar kirin
21 tîrmeh, 2022   11:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh artêşa Tirk a dagirker cihekî geştiyariyê li gundê Perex ê ser bi Zaxo ya Başûrê Kurdistanê ve, bombebaran kir. Di komkujiyê de 9 kes hatin qetilkirin, 23 kes jî birîndar bûn.

Li dijî komkujiyê li Iraqê bertekên tund derketin. Tevahî hêzên siyasî yên Iraqê bang li hikumeta Iraqê kir ku ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk tedbîran bigirin.

Li gorî Tora Sumeriyê News, berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî bi daxuyaniyekê êrişa dewleta Tirk şermezar kiriye ku di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Kenanî piştevaniya xwe bi malbatên qurbaniyan, hikumet û gelê Iraqê re ragihand û tekezî bi girîngiya “îstiqrar û ewlehiya Iraqê” kir.

Kenanî got: “Komara Îslamî ya Îranê ewlehiya Iraqê wek ewlehiya xwe dibîne, çi alîkariya bê xwestin amade ye pêşkêş bike.”

Li aliyê din, Misirê sersaxî da malbatên qurbaniyên komkujiyê û Wezareta Karên Derve ya Misirê bi daxuyaniyekê got: “Komara Misirê ya Erebî ji ber êrişa neheq a li dijî cihekî geştiyariyê yê li parêzgeha Dihokê ya Kurdistana Iraqê ku di encamê de hejmareke birayên me yên iraqî jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn, sersaxiyê ji bo Iraqê dixwaze.

Em vê destdirêjiyê û vî sûcî bi tundî şermezar dikin. Em tekeziyê bi rêzgirtina rêgez û biryarên qanûnên navneteweyî yên têkildarî parastina sivîlan dikin.”

Misirê piştevaniya xwe bo serdestiya Iraqê anî ziman û got: “Em destekê didin biryarên Iraqê yên ji bo parastina aramî û îstiqrara welat û gelê Ereb ê hêja. Em sersaxiyê ji bo malbatên qurbaniyan û şîfaya bilez bo hemû birîndaran dixwazin.”

(cx)