Mamoseteyên Amûdê: Destkeftiyên şoreşê li xweşiya dewleta Tirk nayên

Rêveberiya Dibistanan bi daxuyaniyekê diyar kir ku di salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê de dewleta Tirk a dagirker gef û êrişên xwe didomîne û diyar kir ku “Destkeftî û serkeftinên heyî dagirkeriyê Tirk aciz dikin, dixwaze mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî herêmên din jî dagir bike.”

Mamoseteyên Amûdê: Destkeftiyên şoreşê li xweşiya dewleta Tirk nayên
21 tîrmeh, 2022   11:05
QAMIŞLO

Têkildarî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ragihandina rewşa awarte ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, Rêveberiya Dibistanan a navçeya Amûdê daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber çeperên ku niha welatiyên navçeya Amûdê di çarçoveya rewşa awarte de ava dikin, ji aliyê berdevka Rêveberiya Dibistanan Hena Xalid ve hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ku 10 sal di ser Şoreşa 19`ê Tîrmehê ya li Rojavayê Kurdistanê derbas bûn û hate gotin: “Şoreşa ku bû dergehek ji bo azadiya gelan, pêkanîna xewin û xeyalên hezarên salan, şoreşa ku bi xwe re gelek destkeftî û serkeftin ji hêla siyasî, leşkerî, ewlehî û perwerdehî anî. Ev destkeftî li xweşiya dewleta Tirk nayên, ji ber wê êrişî herêmê dike.”

Daxuyanî bal kişand ser girîngiya Şoreşa 19`ê Tîrmehê û wiha dewam kir: “Yek ji wan destkeftiyên pîroz ku ji berhema Şoreşa Rojava ne; şoreşa ziman û perwerdê bû. Heta roja îro tevî şert û mercên giran jî xebatên berfireh tên meşandin. Di qonaxa 10 salan de kar û xebatekî pir mezin ji bo parastina mafê zarokan ê xwendinê hat kirin û ta îro ev ked bênavber li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike û pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê dibînin. Dewleta Tirk dixwaze dagirkeriya xwe berfirehtir bike û êrişên nerewa li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne.”

Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: “Em wek mamosteyên navçeya Amûdê, rewşa awarte ya ku Rêveriya Xweser ragihandiye pêk tînin, ji bo parastina welatê xwe çi karê bê xwestin jî em amade ne. Em bang li rêxistinên mafê mirovan dikin ku rê li ber van êrişan bigre û rê neda dagirkeriya Tirk ku ewlehiya herêmê xera bike. Her wiha em bangî gel dikin ku hemû bi yek deng û yek helwestê li hember hemû rengê êrîş û dagirkeriyê bisekinin.”

(sb)

ANHA