Kongra Star a Helebê tev li banga hêzên siyasî ya qedexeya hewayî bû

Kongra Star a Helebê jî tev li banga partî û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ferzkirina qedexeya hewayî li herêmê bû. Kongra Star diyar kir ku eger êrişeke dewleta Tirk pêk were, dê rêxistinên terorîst zindî bibin.

Kongra Star a Helebê tev li banga hêzên siyasî ya qedexeya hewayî bû
18 tîrmeh, 2022   13:04
HELEB

Di 28`ê Hezîrana borî de partî û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemleyek da destpêkirin, tê de bang li Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê kir ku qada hewayî ya herêmê bigirin da ku rê li sûcên dewletA tirk bigirin. Gelek sazî, yekitî û rêxistin tev li vê bangê bûn.

Kongra Star a bajarê Helebê jî daxuyaniyek da û ragihand ku ew jî tev li hemleya partiyên siyasî dibe. Daxuyanî li pêşiya Komîna Şehîd Rûken a li taxa Eşrefiyê ji aliyê endama rêveberiya komînê Cîhan Îbiş ve hat xwendin.

Kongra Star di daxuyaniya xwe de ragihand ku ew tev li însiyatîfa partî û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ji bo ferzkirina qedexeya hewayî li herêmê, dibe.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Kongra Star bang li hemû rêxistinên navneteweyî, hiqûqî û dewletên garantor ên li herêmê kir ku rê li êrişên dagirkeriya Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin, ji ber ku dê bandoreke neyînî li çareserkirina aloziya Sûriyê bike û dê bibe destpêka zindîkirina komên terorîst.