Şêx û rûspiyên Girê Spî piştgiriya xwe bi hêzên parastinê re nîşan da

Şêx û rûspiyên êlên kantona Girê Spî, piştgiriya xwe bi hêzên ku parastina wan ji gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker dikin, nîşan da

Şêx û rûspiyên Girê Spî piştgiriya xwe bi hêzên parastinê re nîşan da
18 tîrmeh, 2022   13:22
EYN ÎSA

Şêx û rûspiyên êlên kantona Girê Spî serdana avahiya Meclisa Leşkerî ya Girê Spî ya li navçeya Eyn Îsayê kir.

Di serdanê de Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El-Xelef rewşa siyasî û leşkerî ya herêmê nirxand.

Riyad El-Xelef teqez kir ku ew amade ne bi desteka gel ku hêza rasteqîn a têkbirina dagirkeran e, xaka Sûriyê biparêzin.

El-Xelef her wiha got: “Di demekê de ku dagirker û ajnîdeyên wê gefan li tevahî pêkhateyan dixwe û şerê taybet dimeşîne da ku fiteyê di navbera pêkhateyên Sûriyê de derxîne, parastina xaka Sûriyê erka her welatiyek sûrî ye."

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bal kişand ser hêza êlan di bersivandina êrişên li ser herêmê.

El-Xelef di dewama nirxandinên xwe de got "Hêzên hikûmeta Şamê piştî rêkeftina Soçî ya 2019'an li herêmê ne. Malper û ajansên ku dibêjin ku hin dever radestî wan hatine kirin, ne rast e. Hebûna wan a li vir jî , di çarçoveya beşdarbûna wan a li hemberî êrişa dewleta Tirk a ku eger dema bê, rû bide, ye”

Di civînê de, rûspiyên êlan destnîşan kirin ku armanca Tirkiyê ji gef û êrişên dubare yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku axa Sûriyê dagir bike, dewlemendiyên wê bidize û gelên wê bike kole.

Ji aliyê xwe ve, rûspiyê êla Elbû Esaf, Hemed El-Qerace, ji ajansa me re civîn nirxand û diyar kir ku ev serdana ji bo teqeziya li ser piştevaniya hêzên parastinê li hemberî planên Tirkiyê yên dagirkirina herêmê ye.

ANHA