Şêniyên Sirînê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

Bi dehan şêniyên navçeya Sirînê ya kantona Kobanê salvegera 10`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir û li dijî kiryarên sîstemên dîktatoran ên li ser gelê herêmê soza berdewamkirina xeta têkoşînê da

Şêniyên Sirînê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir
18 tîrmeh, 2022   13:00
KOBANÊ

Partiya Sûriya Pêşerojê bi boneya salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê li pêşiya navenda xwe ya li navçeya Sirînê ya kantona Kobanê û bi beşdariya bi dehan şêniyên navçeyê, endamên partiyê û nûnerên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê şahiyek organîze kir.

Destpêka şahiyê cîgira hevserokatiya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Herêma Firatê Neda Cadir axivî û îşaret bi rola Şoreşa 19`ê Tîrmehê kir ku bendên li ser gelê herêmê hatibûn ferzkirn, şikandin.

Neda Cadir anî ziman ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê berdewama têkoşîn û berxwedana ji beriya dehan salan e, ji berxwedana girtîgeha Amedê ya 1982`yan û heta bi serhildana bajarê Qamişlo ya 2004`an ku sînor ji sîstemên dîktatoran re danî û li ser bingeha biratiya yekitiya pêkhateyên herêmê ava kir.

Neda wiha axaftina xwe dewam kir: "Ev şoreş berdewama tevgerên gelan ên li Sûriyê bû ku xwestek û hêviyên gelê Sûriyê yên jiyaneke birûmet û azad pêk bîne. Di encamê de YPG, YPJ`ê û QSD`ê DAIŞ têk bir û serkeftinên mezin bi dest xistin Kobanê jî mînaka vê şoreşê û serkeftina wê ye."

Neda Cadir di dawiyê de li ser bingeha felsefeya neteweya demokratîk û Sûriyeke pirrengî nenavendî soz da gelê herêmê û şehîdan ku ew ê asta têkoşînê bilindtir bike.

Endamê rêveber ê Meclisa Navçeya Sirînê Welîd Kûsa axivî û got Şoreşa 19`ê Tîrmehê, şoreşa gel e. Tê de heqî bi ser ket û gelê herêmê isbat kir ku vîn tu carî naşikê.

Welîd Kûsa bang li gelê herêmê kir ku bi wê vînê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker bisekinin.

Merasîma şahiyê bi stranên hunermend û endamên Navenda Çand û Hunerê ya Navçeya Sirînê bi dawî bû.

(eh)

ANHA