Banga tevlêbûneke bi coş ji Şahiya 19`ê Tîrmehê re hat kirin

Komîteya Amadekar a Şahiya 19'ê Tîrmehê ku dê li ser asta herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo bê lidarxistin, bang li tevahî gelên herêmê kir ku bi coş beşdarî şahiyê bibin. Her wiha piştrast kir ku amadebûna şêniyan dê vîn û hêza şoreşê nû bike.

Banga tevlêbûneke bi coş ji Şahiya 19`ê Tîrmehê re hat kirin
18 tîrmeh, 2022   06:51
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Şoreşa 19'ê Tîrmehê di 10 salan de ji bo tevahî pêkhateyên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek destkeftiyên mezin bi dest xistin. Ruxmî hemû êriş û astengiyên ku derketin pêş û xwestin projeya wê ya demokratîk têk bibin û gel ji aliyê çandî û fîzîkî ve qir bikin, lê belê ev şoreş hîna berdewam e û hewl dide ku tecrubeyê xwe li tevahî Sûriyê belav bike.

Ligel gefên dewleta Tirk a dagirker ku êrişên nû li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye pêk bîne, gelên herêmê xwe amede dikin ku salvegera 10'emîn a şoreşa xwe bi şahiyeke girseyî li ser asta herêma Cizîrê, pîroz bikin. Şahî dê bi dirûşmeya "Di salvegera 10'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê de, em ê dagirkeriyê têk bibin û Sûriyeya pêşerojê ava bikin" bê lidarxistin.

ŞOREŞA 19'Ê TÎRMEHÊ JI TEVAHÎ GELAN RE, GAVEKE GIRÎNG E

Têkildarî mijarê, endamê komîteya amedekar a Şahiya 19'ê Tîrmehê û hevserokê Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Kenan Berekat salvegera 10'mîn a Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê li tevahî gelên herêmê, şehîdên azadiyê û birîndarên şer pîroz kir.

Kenan Berekat bal kişand ser girîngiya Şoreşa 19'ê Tîrmehê ji tevahî gelê Sûriyê û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet û got: “Şoreşa 19'ê Tîrmehê ji tevahî gelan re gaveke pir girîng bû, zarokên wan ên di nava refên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de karîn axa xwe ji êrişan û hemû rengên terorê rizgar bikin û rêveberiya xwe ya xweser ku li ser esasê neteweya demokratîk û biratiya gelan hemû pêkhateyan di nava xwe de hembêz dike, ava bikin.

BERNAMEYA ŞAHIYÊ

Berekat bernameya şahiya 19'ê Tîrmehê ya ku dê li Stada Şehîdên 12'ê Adarê bê lidarxistin, eşkere kir û got: “Îro, piştî 10 ku sal di ser Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê re derbas bûn, em ê bi hev re bi şahiya ku dê li Qamişlo di saet 05:00'an de bê lidarxistin, vê şoreşê pîroz bikin.”

Berekat diyar kir ku dê zêdetirî 20 komên stran û dîlanê û hejmareke hunermendên ji derve hatine, beşdarî şahiyê bibin.

Endamê Komîteya Amedekar a şahiya 19'ê Tîrmehê Kenan Berekat bang li tevahî pêkhateyên herêmê kir ku bi coş û kelecan tev li şahiya salvegera 10'emîn a şoreşê bibin û piştrast kir ku beşdarbûna wan a bi hêz dê ji bo gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker bibe bersiv. Berekat di dawiya axaftina xwe de ev peyam da gelên herêmê: “Amadebûna we di şahiyê de vîn û hêza Şoreşa 19'ê Tîrmehê nû dike.”

(dm)

ANHA