​​​​​​​Li Yewnanistanê balafireke kete xwarê: 8 kes mirin

Li nêzî bajarê Kavala yê li bakurê Yewnanistanê, balafireke ku çek bar kiribû kete xwarê. Di encamê de 8 kes mirin.

​​​​​​​Li Yewnanistanê balafireke kete xwarê: 8 kes mirin
17 tîrmeh, 2022   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin, ku balafira şîrketa Merîdîan LTD a Ukraynayî roja Şemiyê li nêzî bajarê Kavala kete xwarê.

Li gorî agahiyan, balafir ji Siribstanê rabû û ber bi Bangladeşê ve diçû.

Wezîrê Parastinê yê Sirbistanê Nebojsa Stefanovic anî ziman ku di qezayê de 8 personelên di balafirê de mirine.

Li gorî wezîrê Sirbî, di balafirê de çek û bombeyên hawanê hebûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Mixabin hin organên çapemeniyê spekulasyon kirin û gotin ku vê balafirê çek dibir ji Ûkraynayê re, lê ev bi temamî şaş e."

Hate ragihandin ku firoşkarê van çekan şîrketa taybet a Sirp 'Valîr' e.

Pisporên artêşa Yewnan û komîsyona enerjiya atomê diyar kirin, ku barê balafirê dibe ku bi jehr be, lewma wê bi rêya droneyekê xwe nêzî balafirê bikin.

Bi heman fikarê ji mirovên bi du kîlometreyan li derdora cihê qezayê ne, li mala xwe bimînin û maskeyê bidin ber rûyê xwe.

Sibeha Yekşemê du arkuj ji ber gaza bi jehr bêhn lê çikiya û ew birin nexweşxaneyê.

Li gorî rayedarên xwecihî, heft wesayitên arkujiyê ber bi cihê qezayê ve hatine şandin. Hate ragihandin ku li balafirê teqîn hîn jî dewam dike, lewma arkuj nikarin xwe nêzî balafirê bikin.