Meclisa Leşkerî ya Girê Spî: Dê dewleta Tirk bi şerekî giştî û berxwedana dîrokî re rû bi rû bimîne

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad Xelef da zanîn ku ger dewleta Tirk gefên xwe pêk bîne, dê bi berxwedaneke dîrokî û şerekî berfireh re rû bi rû bimîne. Xelef soza da ku li dijî timayên mêtîngeriyê yên dewleta Tirk li Sûriyê bisekinin.

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî: Dê dewleta Tirk bi şerekî giştî û berxwedana dîrokî re rû bi rû bimîne
17 tîrmeh, 2022   12:59
EYN ÎSA

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad Xelef li qada meclisê ya li navçeya Eyn Îsayê daxuyaniyek xwend.

Xelef di daxuyaniyê de got ku hêzên wan bi hemû hêza xwe amade ne bersiva çi êrişeke li ser herêmê bidin. Ev yek hemwextî daxuyaniyên dijber ên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên pêkanîna êrişên nû li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê.

Xelef bal kişand ser vî tiştî ku dewleta Tirk hewl dide xaka Sûriyê tev li Tirkiyê bike û hawîrdoreke guncaw ji "terorîstên" li herêmên dagirkirî re biafirîne ku wan herêman wekî "herêmên ewle" bi nav dike.

Riyad Xelef her wiha destnîşan kir ku dê dewleta Tirk bi berxwedaneke dîrokî ya hêzên parêzvanên vê xakê re, rû bi rû bimîne û dê şere ne tenê li cihekî be, lê belê dê giştî û berfireh be.

Der barê zêdekirina sewqiyatên leşkerî yên hêzên hikumeta Şamê li seranserî eniyên şer de jî, Riyad Xelef da zanîn ku parastina xaka Sûriyê erka hemû Sûriyan e û sekna hêzên hikumeta Şamê li hember gefên dewleta Tirk li gorî Peymana Sochî ya di 22’yê Cotmeha 2019’an de hate îmzekirin, erka wan e.

Xelef di dawiya daxuyaniyê de soz da ku li dijî timayên dewleta Tirk ew ê xaka Sûriyê biparêzin û hemû herêmên Sûriyê yên dagirkirî rizgar bikin.

(fr)

ANHA