Komîteya Şehbayî û Efrîniyên li Minbicê jî banga ferzkirina qedexeya hewayî li herêmê kir

Komîteya Şehbayî û Efrînîniyan a li Minbicê bi daxuyaniyekê tev li banga partî û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriya ya ji bo girtina qada hawayî ya herêmê bû. Komîteyê her wiha bang li civata navneteweyî û dewletên garantor kir ku li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê bisekinin.

Komîteya Şehbayî û Efrîniyên li Minbicê jî banga ferzkirina qedexeya hewayî li herêmê kir
17 tîrmeh, 2022   12:50
MINBIC

Endamê Komîteya Şehbayî û Efrîniyên li bajarê Minbicê, Fadil Derwîş li pêşiya nivîsgeha komîteyê ya li bajêr û bi beşdariya endamên komîteyê û rêveberiya xeta rojava û nûnerên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ji destpêka şoreşên Bihara Gelan ên li bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn ve Tirkiye projeya xwe ya Osmanî ragihand û bi hinceta piştgiriya gelan ji bo bidestxistina azadî û jiyana bi rûmet dest li wan şoreşan werda.

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rêxistinên navneteweyî di serî de Neteweyên Yekbûyî û dewletên cîhanê li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê û binpêkirina pîvan û peymanên navneteweyî, têkiliyên bi welatên cîran re ji aliyê dewleta Tirk ve bêdeng man.

Di daxuyaniyê de hate piştrastkirin ku dewleta Tirk her tim piştgiriya tevgerên îslamî yên radîkal yên di lîsteya terror ya navneteweyî de wekî DAIŞ, Cebhet El-Nusra û Huras El-Dîn, kir. Di heman demê sînorên xwe li pêşiya wan vekir û kamp ji wan re ava kirin da ku xwe perwerde bikin, her wiha nexweşxane ji bo dermankirina wan vekirin û li pêşberî çavên cîhanê di aliyê madî de piştgiriya wan kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dema dewleta Tirk armancên xwe pêk neanî, yekser destwerdan kir û parçeyên xaka Sûriyê dagir kir da ku projeya xwe ya dagirkeriyê pêk bîne û wiha dewam kir: “Îro jî gefên nû yên dagirkirina bajarên ewle dixwe û bi wê re armanc dike demografiya herêmê biguherîne û niştecihên wê û bi taybet Kurdan bide koçberkirin.”

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em tev li însiyatîfa partiyan û hêzên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibin û banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Di heman demê de bang li rêxistinên navneteweyî, hiqûqî û dewletên garantor ên li herêmê dikin ku rê li pêşiya êrişên dewleta Tirk bigirin, ji ber ku dê bandoreke neyînî li çareserkirina aloziya Sûriyê bike."

(eh)

ANHA