Şêniyên Tirbespiyê: Berxwedana 14`ê Tîrmehê ruhê rizgariyê yê PKK`ê ye

Şêniyên navçeya Tirbespiyê da zanîn ku Berxwedana 14`ê Tîrmehê ya 1982`an ruhê rizgariyê yê PKK`ê ye û piştrast kirin ku berxwedana girtiyên azadiyê heta roja îro berdewam dike.

Şêniyên Tirbespiyê: Berxwedana 14`ê Tîrmehê ruhê rizgariyê yê PKK`ê ye
17 tîrmeh, 2022   12:00
QAMIŞLO

Bi boneya salvegera 40`î ya berxwedana Zindana Amedê, bi dehan pêkhateyên Tirbespiyê ya kantona Qamişlo li Hola Siyahî ya navçeyê kom bûn, ku bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan û şehîdên Berxwedana 14`ê Tîrmehê hatiye xemilandin.

Di civînê de endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Hediye Şemo axivî û îşaret bi Berxwedana 14`ê Tîrmehê kir û got: "Di dîroka têkoşîn û rizgariyê ya gelê me yê de 14`ê Tîrmehê ku bi roja Şehîdên Rojiya Mirinê tê nasîn, xwedî cihekî taybet e."

Hediye Şemo anî ziman ku şehîdên Berxwedana 14`ê Tîrmehê ji bo kesayet û berjewendiyên xwe tu tişt nekirin, lê belê hemû kêlî kirin xizmeta gel û di oxira doza gelê xwe de canê xwe feda kirin.

Endamê Rêveber ê Meclisa Navçeya Tirbespiyê Sîpan Mihemed jî wiha axivî: "Sîstema îşkenceyê ya li Zindana Amedê, deqeke reş e li ser eniya dewleta Tirk e û siyaseta wê ya zordest a li dijî gelê Kurd û kesayetên azadîxwaz. Berxwedana Kemal Bîr, Mehmet Hayrî Durmuş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz îsbat kir ku tu siyaset nikare gelê Kurd ji bidestxistina azadiya xwe bide alî.”

Sîpan Mihemed da zanîn ku Berxwedana 14`ê Tîrmehê ruhê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê rizgariyê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Berxwedana PKK`ê li çiyayên Kurdistanê, gihaştiye girtîgehan. Girtiyên azadiyê li girtîgehên dewleta Tirk li dijî siyasetên wê li ber xwe didin. Hîna jî grevnê birçîbûnê berdewam dikin.”

(eh)

ANHA