Kedkarên Reqayê: Divê civata navneteweyî êrişên Tirkiyê şermezar bike

Yekitiya Kedkaran a Reqayê û Odeya Pîşesaziyê bi daxuyaniyekê gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Her du aliyan bang li civata navneteweyî û NY`yê kir ku dawî li van êrişan bînin û têkildarî wê helwesteke cidî nîşan bidin.

Kedkarên Reqayê: Divê civata navneteweyî êrişên Tirkiyê şermezar bike
17 tîrmeh, 2022   11:16
REQA

Endamên Yekitiya Kedkaran a Reqayê û Odeya Pîşesaziyê li Navenda Ziwakirina Garisê Zer, bi daxuyaniyekê êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin û bang li civata navneteweyî û NY’yê kir ku sînorekî ji van êrişan re deynin.

Hevserokê Yekitiya Karkeran a Reqayê Zahir Abdullah daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: "Bi navê Yekitiya Kedkaran a Reqayê û Odeya Pîşesaziyê em êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin.

Hêzên Tirkiyê û çeteyên wê her tim bajarê Minbicê topbaran dikin, sûc û binpêkirinan pêk tînin bi taybet li herêmên nêzî eniyên şer. Li hemberî van êrişan jî civata navneteweyî tu helwestan nîşan nade."

Di berdewama daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: "Çareserkirina aloziya Sûriyê divê bi awayekî siyasî be ne leşkerî, lewma divê hemû sûrî çarenûsa xwe li gorî peyman û çareseriya aştiyane ku dûrî ajandeyên derve yên Tirkiyê û dewletên herêmî pêk bînin."

Yekitiyê di daxuyaniya xwe de ev tişt got: "Dewleta Tirk bi hinceta parastina sînorê xwe û avakirina herêma ewle, hewl dide xaka Sûriyê dagir bike. Di heman demê de bi van hincetan zextê li civata navneteweyî dike da ku siyaseta xwe pêk bîne.  "

Di dawiya daxuyaniyê de yekitiyê bang li civata navneteweyî û NY’yê hate kirin ku li hember van gef û êrişan helwesteke cidî nîşan bidin.

(eh)

ANHA