Rêxistina Sara banga hesabxwestina ji kujerên 'Menal El-Mizel' kir

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a herêmên Firatê û Cizîrê bi daxuyaniyeke hevbeş qetilkirina rojnameger Menal Salih El-Mizel şermezar kir û banga hesabxwestina ji kujeran kir.

Rêxistina Sara banga hesabxwestina ji kujerên 'Menal El-Mizel' kir
Rêxistina Sara banga hesabxwestina ji kujerên 'Menal El-Mizel' kir
Rêxistina Sara banga hesabxwestina ji kujerên 'Menal El-Mizel' kir
Rêxistina Sara banga hesabxwestina ji kujerên 'Menal El-Mizel' kir
17 tîrmeh, 2022   12:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bi daxuyaniyeke hevbeş li Kobanê, Qamişlo, Hesekê û Eyn Îsayê sûcê qetilkirina rojnamegera Komîteya Jinan a Dêrazorê Menal Salih El-Mizel şermezar kir.

Roja înê, şêniyan cenazeyê Menal Salih El-Mizel (22) li maleke nêzî Kampa Mihêmêdiyê ya li rojavayê Dêrazorê serjêkirî dîtibû.

Têkildarî mijarê, endama Rêxistina Sara ya li herêma Firatê Xedîce Mihemed bi beşdariya bi dehan endamên sazî û navendên jinan ên Kobanê daxuyanî li Kobanê xwend û li navçeya Eyn Îsayê jî berdevka rêxistin Hedle Hec Muslim daxuyanî xwend.

Li Hesekê jî, endama rêveber a Rêxistina Sara Fereh Hemdo li pêş navenda rêxistin ya li taxa Merşo bi beşdariya bi dehan endamên Kongra Star, Meclisa Civaka Ermenî û Partiya Sûriya Pêşerojê daxuyanî xwend û li Qamişloyê jî endama rêveber a rêxistinê Reşa Derwîş daxuyanî xwend.

Di daxuyaniya Rêxistina Sara de ev hate gotin: "Komeke nediyar li herêma Dêrazorê roja înê ji ber sedemên nediyar bi alaveke tûj serê rojnamegera Komîteya Jinan a Dêrazorê Menal Salih El-Mizel jê kirin.

Em hemû şêweyên qetilkirinê yên hovane li hember jinan û keçan şermezar dikin, gelo bi çi tawan û gunehê Menal hate qetilkirin?

Çima ev sûc li dijî jinên li dijî hemû cureyên tundiya li ser jinan radibin, tên kirin? Gelo armanca wan tirsandina jinan û dûrxistina wan ji tevgera jinan e ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxwaza mafên xwe dikin?"

Rêxistinê di daxuyaniyê de diyar kir ku ew nikarina vîna jinan a xurt bişikînin, berovajî wê ew ê di têkoşîna ji bo azadiyê de berdewam bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de rêxistin bang li Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir ku sûcdaran bigirin û cezayên giran li dijî wan bibirin.

Daxuyanî bi diruşmên silavkirina berxwedana jinan û şermezarkirina qetilkirina wan bi dawî bû.

(fr)

ANHA