​​​​​​​Rojnameyên erebî: Siwêda nameyeke hişyarkirinê dide hikumeta Şamê

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa tevliheviya li bajarê Siwêda yê Sûriyê, krîza siyasî li Iraqê û rewşa Lîbyayê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Siwêda nameyeke hişyarkirinê dide hikumeta Şamê
16 tîrmeh, 2022   08:18
NAVENDA NÛÇEYAN

‘RÎCAL EL-KERAME JI REJÎMA SÛRIYÊ RE: ÊDÎ SEBRA ME NEMA’

Têkildarî kar û barên Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Fermandarê giştî yê Tevgera Rîcal El-Kerame ya li Siwêdayê Yehya El-Hecar di civîna beriya 2 rojan a li Siwêdayê de, peyamek da rejîma Sûriyê. Di civînê de endamên parlamentoyê (Meclisa Gel) û şêxên durzî, kesayetên oldar, siyasî, civakî û rûspiyên herêmî yên Siwêdayê amade bûn. Di peyamê de bang kir ku deng û mafê gel bigihînin aliyên peywendîdar û got dewleta Sûriyê mafê Siwêdayê xwariye. Her wiha bi bîr xist ku şêniyên Siwêdayê her tim xwedî rûmet bûne û dewletê mafê gel û mafê Siwêdayê xwariye, lê belê êdî sebra wan nemaye û nikarin tehemûl bikin. Nexasim ku rewşa xelkê hem li Siwêdayê, hem jî li seranserê Sûriyê xirab e û bi birçîbûn, xizanî û nebûna aramî û ewlehiyê re rû bi rû ne, sedema wê jî dewlet e. El-Hecar her wiha piştrast kir ku ew hîna banga xweragirtin û arambûnê dikin, lê belê ew ji rewşa heyî ne razî ne, dê destgirêdayî nemînin û dê li herêmê guhertin pêk werin. Her wiha gotibû eger pêwîst bike, ew dikarin guhertin û sererastkirinê çêkin.

Tevgera ‘Rîcal El-Kerame’ mezintirîn koma çekdar a xwecih a li Siwêdayê ye, sala 2013`an ji aliyê şêx Ebû Fehid Wehîd El-Belûs ve hatibû damezirandin. Armancên wê; parastina Siwêdayê û şêniyên wê ji hemû gef û xetereyên hemû aliyan in û rêgirtina li ber gendeliyê ye. Sedema sereke ya damezirandina vê tevgerê, djiberiya li hember leşkerkirina ciwanên Siwêdayê di nava artêşa Sûriyê de bû piştî derketina şerê Sûriyê. Civaka xwecih û nexasim ciwan, destekê didin pîvan û armancên tevgerê.”

‘SEDR DIRÛŞMÊN BERÊ DUBARE DIKE’

Rojnameya El-Ereb jî têkildarî rewşa Iraqê nivîsî: “Serokê Tevgera Sedr Muqteda Sedr roja înê teqezî bi girîngiya jihevxistina hemû komên çekdar û bêbandorkirina Heşdî Şebî kiribû. Ev jî dirûşmên kevn in ku her tim Sedr berz dike û iraqî jî wan baş dizanin. Her wiha dizanin ku Sedr piştî ji parlamentoyê vekişiya û rê li pêş alîgirên Îranê vekir, hewl neda sozên xwe pêk bîne.

Çavdêr dibêjin ku dubarekirina dirûşmên “jihevxistina milîsan û hesabxwestina ji siyasetmedarên Iraqê yên gendeliyê dikin” ji aliyê Sedr ve, dibe ku di kolanê de deng vede. Lê belê li ser erdê bangewaziyeke mezin e, nexasim ku ev komên çekdar û hesabxwestina ji siyasetmedaran tenê bi rêya hikumeteke bihêz pêkan e. Ev derfet ji Sedr re hatibû dayîn lê belê jê reviya û vekişiya û rê li pêş Çarçoveya Hemahengiyê vekir da ku xebatên siyasî bi giştî kontrol bike.

Çavdêr dibêjin êdî gelê Iraqê baweriyê bi bangewaziyên ku Sedr bi salan dubare kirine, naynin û dema ku derfetê dibîne dev ji hemû sozên xwe berdide û rizgariya xwe ya ferdî dipejirîne.”

‘LUBNAN: HILBIJARTINÊN SEROKATIYÊ AVAKIRINA HIKUMETÊ ASTENG DIKIN’

Girêdayî rewşa Lubnanê rojnameya Itîhad Lubnanî wiha nivîsî: "Li gorî çavkaniyên şopîner, avakirina hikumeta nû li Lubnanê rûbirûyî astengiyan e. Siyasetmedar û parlamenter vê yekê bi redkirina gelekan bi wergirtina wezaretê beriya hilbijartinên serokatiyê ve girê didin. Ew jî li gorî nêrîna serokê nû dibe ku guhartin di wezaretê de piştî hilbijartina serokatiya komarê çêbin.

Di heman demê de lubnanî diyar dikin ku di dema niha de ji bilî çareserkirina aborî tiştekî girîng tune ye, di serî de diyarkirina sînorên deryayî û pêkanîna tedbîrên ji bo deynan.

Parlamenter Dr. Ramî Fenec got divê hemû berpirsên lubnanî li hember krîzê bisekinin, a yekemîn jî sîstema aborî ya pêşerojê ye. Bi wê re derfet li pêş rêvebirina siyasî ya darayî tê vekirin û ji nû ve sazûmaniya deynên giştî vedigere."