Di 10 salên Şoreşa 19'ê Tîrmehê de, bûyerên sereke

Şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an, li pişt xwe 10 salên tijî destkefî hiştin, ku bi saya fedekariyên zêdetirî 12 hezar şehîd û zêdetirî 20 hezar birîndarên şer pêk hatin yên ku parçeyên laşên xwe di oxira pêkanîna destkeftiyên siyasî, leşkerî û civakî de feda kirin. Wan hişt ku şoreş bibe hejmareke zehmet ku li hundir û derve nikare bê paşguhkirin.

Di 10 salên Şoreşa 19'ê Tîrmehê de, bûyerên sereke
15 tîrmeh, 2022   03:25
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED SEMÎR

Serhildana Qamişlo ya li dijî hikumeta Sûriyê kevirê sereke bû ku  zemînê Şoreşa Rojava danî. Di 2`yê Tîrmeha 2011`an de Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) hat damezrandin û armanceke sereke danî pêş çavên xwe, ew jî lidarxistina şoreşekê, pêşengiya ji bo guhertina herêmê û pêkanîna têgeha rêveberiya xweser a demokratîk.

Hemwextî tevgera rêxistinî, yekemîn tabûra YXK di 14`ê Îlona 2012`an de li bajarê Kobanê hate ragihandin ku çirûska Şoreşa 19`ê Tîrmehê jê dest pê kir. Piştre ji bo parastina ewlehiyê li hundir bajêr Hêzên Asayîşê hatin avakirin. Li kêleka wê hejmareke rêxistin û saziyên civakî, aborî, siyasî, pîşesazî û komeleyên xêraxwaziyê di banê Tevgera Civaka Demokratîk de hatin avakirin.

19`ê Tîrmeha 2012`an roja ragihandina rûyê rastîn ên şoreşê li Sûriyê bû. Bijêrka alternatîf ku gel li ser li hev kiriye hate aktîvkirin û sîstemeke civakî, exlaqî ya alternatîfê saziya dewletê ku bi gendelî û burokrasiyê dihat birêvebirin, hat avakirin û yekemîn şoreşa ku ji şoreşên beriya xwe cudatir bû, dest pê kir.

Şoreşa 19`ê Tîrmehê xeta sêyemîn esas girt ku bijareya nîştimanî ya sûrî ya ji bo guhertina rasteqîn e. Şoreş li dijî zordestî, çewisandin, dûrxistin, paşguhkirina çandî ya gel û nasnameyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derket. Daxwaz ew bû ku azadî û demokrasî ji bo hemû gelên Sûriyê  pêk were, nîştimanperwerî bibe banê bilind ê ku hemû sûrî di bin de kom dibin û taybetmendiyên xwe yên civakî, olî, çandî û fikirî pêk tînin.

Şoreş bi ber bayê şerê li Sûriyê neket û xwe jê dûr xist, her wiha cihên giştî û cihên xizmetgûzariyê xirab nekirin, lê belê ew parastin. Şoreşê 3 pîvanên cewherî esas girtin, ku gelê Rojava nebe aliyekî şerê hundirîn, hêzên leşkerî ji bo xweparastinê ava bike û saziyên sivîl, ximzetgûzarî û ewlehiyê ava bike.

Destpêkirina serhildanê ji Kobanê bû, piştre Efrîn, Amûdê û Dirbêsiyê jî serî hildan. Serêkaniyê navendeke girîng bû ku komên tundraw ên curbicur yên wê demê bi destekdayîna Tirkiyê êrişî wê kirin, da ku bingehên projeya demokratîk a li ser erdê têk bibin. Bûyer û geşedanên sereke yên 10 salên Şoreşa Rojava, ev in:

2012

8`ê Mijdarê, komên çete (Artêşa Azad, Lîwa Tewhîd, Xureba Şam, Cebheta El-Nusra) bi rêya dergehê sînorî êrişî bajarê Serêkaniyê kirin û bûn sedema koçberiya 11 hezar niştecihên bajêr.

26`ê Adarê, Têkoşer Kemal Hisên û komeke hevalên xwe dema bi erka xwe ya parastin û ewlehiyê radibûn bi kemînekê ku endamên hikumeta Sûriyê jê re danîbûn şehîd bû û bû yekemîn têkoşerê Şoreşa Rojava.

19`ê Tîrmehê, şêniyên bajarê Kobanê hikumeta Şamê ji bajarê xwe derxistin û ev roj bû roja destpêkirina Şoreşa Rojava.

19`ê Tîrmehê, bi fermana Fermandariya Giştî ya YPG`ê, bi awayekî fermî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hat ragihandin.

9`ê Mijdarê, şêniyên navçeya Amûdê û Dirbêsiyê endamên hikumeta Şamê ji herêma xwe derxistin.

10`ê Mijdarê, şêniyên bajarokê Til Temirê endamên hikumeta Şamê ji bajarokê xwe derxistin.

2013

21`ê Sibatê, YPG`ê û ciwanên navçeya Çilaxa endamên hikumeta Şamê ji bajarokê xwe derxistin.

1`ê Adarê, YPG`ê û ciwanên navçeya Tirbespiyê endamên hikumeta Şamê ji navçeyê derxistin.

2`ê Adarê, YPG`ê û şêniyên bajarokê Rimêlan endamên hikumeta Şamê ji bajarokê xwe derxistin.

4'ê Nîsanê di roja rojbûna rêber Abdullah Ocalan de avabûna Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hat ragihandin.

16'ê Tîrmehê DAIŞ'ê û komên çete yên dîtir bi awayekî plankirî, bi armanca dagirkirina Rojava, bi navê "Şerê Rizgarkirina herêma Dêrik û gundewarê wê" êrişî Dêrik, Girkê Legê, Rimêlan û Çilaxa kir.

17'ê Tîrmehê, YPG, YPJ'ê paytexa împratoriya Mîtanî ya 1500 bz, an ku Serêkaniyê ji komên çete rizgar kir.

28'ê Tîrmehê, çeteyên DAIŞ'ê êrişî bajarên Til Eran û Til Hasilê yên gundewarê bakurê Helebê kirin ku komkujî pêk anîn. Di encamê de zêdetirî 70 sivîl, di nav de jin û zarok bûn qurbanî.

30'ê Tîrmehê, endamê Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û ji rêveberên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Îsa Hiso di encamê teqîna mayînekê di erebeya wî de şehîd bû.

30'ê Tîrmehê, Fermandariya Giştî ya YPG'ê piştî şehadeta têkoşer Îsa Hiso seferberiya giştî ji bo rizgarkirina tevahî herêmê ji komên çete ragihand.

18'ê Tebaxê, YPG û YPJ'ê bajarokê Zirganê ji çeteyan rizgar kir.

27'ê Tebaxê, YPG'ê pêngava şoreşgerî ya Şehîd Çekjîn ji bo rizgarkirina Rojava ragihand. Di çarçoveya pêngavê de şervanan li eniyên Girê Spî, Serêkaniyê, Tirbespiyê, Çilaxa û  Til Koçerê pêş de çûn û bi dehan gund ji komên çete rizgar kirin.

27'ê Cotmehê, Fermandariya Giştî ya YPG'ê rizgarkirina Til Koçerê bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê ragihand.

2014

21'ê Kanûnê, avabûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê hate ragihandin.

27'ê Kanûnê, avabûna Rêveberiya Xweseriya Demokatîk a Kantona Kobanê hat ragihandin.

29'ê Kanûnê, damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê hat ragihandin.

3'ê Tebaxê, bi hezaran pêşmergeyên PDK'ê nuqteyên xwe yên li Şengalê hiştin û reviyan û êzidiyên bi komkujiyên DAIŞ'ê re rû bi rû hiştin.

6'ê Tebaxê, HPG'ê bi hezaran êzidiyên Şengalê ji komkujiyan rizgar kirin. Heman demê YPG û YPJ'ê korîdoreke ewle di navbera Rojava û Şengalê de ava kir ku bi deh hezaran êzidî derxistin Rojava.

2'ê Tîrmehê, çeteyên DAIŞ'ê êrişî Kobanê kirin. Rêveberiya Xweser bi diruşma "Her cih Kobanê ye, her cih serhildan e", seferberiya giştî ragihand û bang li her kesên ku karibin çekê rakin ku tev li YPG û YPJ'ê bibin.

Bajarokê Ceza ji aliyê şervanên YPJ û YPG'ê ve ji çeteyên DAIŞ'ê hat rizgarkirin.

22'ê Îlonê, rêber Abdullah Ocalan ji bo Kobanê banga seferberiya giştî li gelê Kurd kir û got, Ketina Kobanê ketina Kurdistanê ye. Divê gelê Kurd li gorî vê yekê tev bigere. Her wiha anî ziman ku Kobanê kilîta çareserkirina doza kurdî ye. Li ser vê bangê bi hezaran keç û xort ji Bakurê Kurdistanê herikîn Kobanê , têl rakirin û beşdarî berxwedana Kobanê bûn.

20'ê Çileyê, şêniyên herêma Gir Zîro û yekîneyên parastinê hikumeta Şamê ji herêmê derxistin.

22'ê Sibatê, bajarokê Til Birak û 17 gundên girêdayî wê ji aliyê YPG û YPJ'ê ve hatin rizgarkirin.

11'ê Adarê, çeteyên DAIŞ'ê yên xwekuj êrişî avahiya Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo kir. Di encamê de 11 xebatkarên şaredariyê şehîd bûn.

29'ê Gulanê, çeteyên DAIŞ'ê êrişî gundê Tilêliyê kirin, di nav de jin û zarok, bi giştî 24 kes qetil kir.

4'ê Tebaxê,  YPJ û YPG'ê xwe gihand çiyayê Şengalê û bi deh hezaran êzidî di korîdora ewle de derxistin Rojava.

16'ê Îlonê, çeteyên DAIŞ'ê piştî ku gelek gund û bajarên Kobanê dagir kirin, êrişî bajarê Kobanê kir.

2'ê Cotmehê, YPG û YPJ'ê bajarokê Rebîa bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir.

3'ê Cotmehê, çeteyên DAIŞ'ê êrişî bajarê Kobanê kirin û sêyekeke bajar dagir kir.

5'ê Cotmehê, şervana YPJ'ê Arîn Mîrkan li girê Miştenûr çalakiyeke fedayî li dijî çeteyên DAIŞ'ê pêk anîn. Bi vê çalakiyê hevsengiyên hêzên di şerê dîrokî yê Kobanê de guhertin û dengê berxwedana Kobanê li cîhanê veda.

2015

26'ê Çileyê, rojeke dîrokî di Şoreşa Rojava de ye. Şervanên YPG û YPJ'ê  di encama berxwedaneke ku 134 rojan dewam kir de, Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir.

3'ê Sibatê, çeteyên DAIŞ'ê pîlotê urdinî Mûaz  Kesasîbe bi saxî şewitand. YPG'ê wî wekî şehîdê berxwedana Kobanê ragihand.

23'ê Sibatê, çeteyên DAIŞ'ê êrişî gundewarê Til Temirê kir, gelek kes revandin. Ji ber vê bi deh hezaran neçarî koçberiyê bûn. Çeteyan gelek dêrên asuryan şewitandin. Li hemberî vê şervanên YPG û YPJ'ê pêngava rizgarkirinê ragihand.

27'ê Sibatê, YPJ û YPJ'ê navçeya Til Hemîsê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir.

20'ê Adarê, çeteyên DAIŞ'ê li du qadên pîrozbaniya Newrozê, komkujî pêk anîn. Di encamê de 45 kes şehîd bûn û 130 jî birîndar bûn.

2'ê Gulanê, Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ji bo rizgarkirina gundewarên Hesekê û Reqayê hat ragihandin.

21'ê Gulanê, YPG û YPJ'ê Çiyayê Kizwan, herêma Til Temir û gundên Serêkaniyê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin.

27'ê Gulanê, bajarokên Mebrûka û Silûkê ji aliyê şervanên YPG û YPJ'ê ve ji çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin.

10'ê Hezîranê, bi armanca parastina tevahî pêkhateyên Rojava û Rojhilata Navîn, Tabûra Azadiyê ya Enternasyonalîst hat avakirin.

15'ê Hezîranê, YPJ û YPG'ê derbên giran li DAIŞ'ê xist, bajarê Girê Spî rizgar kir.

23'ê Hezîranê, yekîneyên parastinê avahiya Lîwa 93'an a bajarokê Eyn Îsayê ji DAIŞ'ê rizgar kir.

24'ê Hezîranê, çeteyên DAIŞ'ê êrişî bajarê Hesekê kir û gelek tax kontrol kirin.

25'ê Hezîranê komek ku ji 100 çeteyî pêk dihat, li Kobanê komkujî pêk anîn. Di encamê de 253 sivîl bûn qurbanî.

1'ê Tîrmehê, yekîneyên parastinê ji bo tolhilana qurbaniyên komkujiya Kobanê, pêngavek ragihand.

7'ê Tîrmehê, bajarokê Eyn Îsa yê stratejîk ji çeteyên DAIŞ'ê hat rizgarkirin.

16'ê Tîrmehê yekîneyên parastinê gîrtîgeha Ehdas a li Hesekê, navenda kehrebeyê, Vêtal Himur û mefreqa Neşwa ya rojava û rojhilat ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin.

27'ê Tîrmehê yekîneyên parastinê bajarokê Sirîn û 20 gund û mezre bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir.

30'ê Tebaxê Meclisa Leşkerî ya Suryanî avabûna hêzeke parastinê ya taybet bi jinên suryan bi navê "Beyt Nehrên" ragihand.

15'ê Cotmehê, 13 hêzên şoreşgerî ji neteweyên cûda yên Sûriyê, hêzeke yekbûyî di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de ragihandin.

31'ê Cotmehê, QSD'ê pêngava xwe ya yekemîn a rizgarkirina gundewarên başûrê Hesekê ji çeteyên DAIŞ'ê da destpêkirin.

31'ê Mijdarê, QSD'ê rizgarkirina bajarokê Holê bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê ragihand.

9'ê Kanûnê, avabûna QSD'ê fermî hat ragihandin.

6'ê Kanûnêm QSD'ê Bendava Tişrînê rizgar kir.

2016

15'ê Sibatê QSD'ê bajarokê Til Rifetê rizgar kir.

19'ê Sibatê, navçeya Şedadê ya kantona Hesekê ji aliyê QSD'ê ve ji çeteyên DAIŞ'ê hat rizgarkirin.

28'ê Sibatê, QSD'ê Pêngava Tohildana a Şehîd  Êlîn û Cûdî ji bo rizgarkirina gundewarê Hesekê û Reqayê ragihand.

7'ê Adarê, 7 û 8'ê Nîsanê taxa Şêxmeqûd a Helebê 3 caran li pey hev bi çekên kîmyewî hat topbarankirin.

21'ê Nîsanê, piştî şerekî giran, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hikumeta Şamê ji girtîgeha Elaya qewitandin.

15'ê Tebaxê, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir.

2017

26'ê Nîsanê, dema ku QSD'ê bi şerê li dijî DAIŞ'ê mijûl bû, 26 balafirên şer ên Tirkiyê herêma Qereçox bomebebaran kir. Di encamê de 20 şervanên YPG/YPJ'ê di nav de 3 rojnamevanên şer şehîd bûn û 38 birîndar bûn.

10'ê Gulanê, QSD'ê bajarê Tebqayê bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir.

9'ê Îlonê, QSD'ê Pêngava Bagera Cizîrê ji bo rizgarkirina gundewarê rojhilat ê Çemê Firatê û Cizîra Sûriyê ragihand.

20'ê Cotemhê, QSD'ê bajarê Reqayê ku çeteyên DAIŞ'ê wekî paytext nîşan dabû, bi temamî rizgar kir.

2018

20'ê Çileyê artêşa Tirk a dagirker bi koordîne û lihevkirineke rûsî-tirkî û bêdengiya cîhanê, êrişên dagirkirinê li ser kantona Efrînê da destpêkirin.

Piştî berxwedana gel û ya QSD'ê ku 58 rojan li hemberî çekên NATO'yê dewam kir, 18'ê Adarê, bajarê Efrînê ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hat dagirkirin.

17'ê Hezîranê, QSD'ê bajarokê Deşîşa ku ji baregehên herî girîng ên DAIŞ'ê li ser sînorê Sûriyê-Iraqê bû, rizgar kir.

4'ê Tebaxê QSD'ê tevahî bejahiya gundewarê Dêrazorê bi temamî rizgar kir û tevahî xeeta sînor a di navbera Sûriyê û Iraqê de misoger kir.

6'ê Îlonê, damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat avakirin ku tevahî herêmên ku ji aliyê QSD'ê ve hatine rizgarkirin digire nav xwe.

10'ê Îlonê, QSD'ê pêngava dawî bi navê Cenga Tunekirina Terorê li baregeha dawî ya DAIŞ'ê li gundewarê rojhilat ê Dêrazorê ragihand.

2019

21'ê Çileyê, Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Nexweşxaneya Dil û Çav li Qamişlo vekir.

23'ê Adarê, piştî rizgarkirina bajarokê Baxozê yê gundewarê rojhilat ê Dêrazorê, QSD'ê di Pêngava Cenga Tunekirina Terorê de, têkçûna DAIŞ'ê di aliyê erdîngarî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand.

9'ê Cotmehê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên dagirkirinê li ser Serêkaniyê û Girê Spî dan destpêkirin.

12'ê Cotmehê, çeteyên "Ehrar El-Şerqiyê" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef li ser rêya M4 ya başûrê Girê Spî qetil kir.

26'ê Cotmehê, hêzên Amerîkayê bi hevkariyeke îstîxbaratî ya QSD'ê, operasyonek li bakurê rojhilatê Sûriyê li cihekî ku 5 km dûrî sînorê Tirkiyê ye pêk anîn. Di encamê de lîderê çeteyên DAIŞ'ê Ebû Bekir El-Bexdadî hat kuştin.

2'ê Kanûnê, artêşa Tirk a dagirker li navçeya Til Rifetê ya kantona Şehbayê komkujiyek li dijî koçberên Efrînê pêk anîn. Di nav de 8 zarok, bi giştî 10 sivîl şehîd bûn û 12 jî birîndar bûn.

2020

Di dirêjahya 2020'î de êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Eyn Îsa, Zirgan, Şenba û Şêrawayê ranewestiyan û komkujî pêk anîn.

26'ê Çileyê, Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê navendek radyolojî û MRI li bajarê Qamişlo vekir.

13'ê Sibatê, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê yekem kamp ji bo koçberên Idlibê vekir ku bi hezaran koçber dihewîne.

21'ê Adarê, dewleta Tirk a dagirker av li ser bajarê Hesekê qut kir.

28'ê Adarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêngaveke berfireh a ewlehî û mirovahî li Kampa Holê ragihand. Pêngav 10 rojan dewam kir. Di encamê de 158 çeteyên şaneyên DAIŞ'ê yên iraqî û sûrî hatin girtin.

26'ê Nîsanê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, çeteyên Dîfaa Wetanî ji taxa Teyî ya bajarê Qamişlo derxistin.

23'ê Hezîranê, dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bê mirov a biçek li gundê Helincê yê rojhilatê Kobanê malek ku 3 endamên Kongra Star tê de bûn kir hedef.

9'ê Kanûnê, Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bi lihevkirina artêşa Rûsya û hikumeta Şamê nuqteyên hevbeş ên çavdêriyê li ser rêya M4 belav kirin.

Desteya Enerjiyê, mezintirîn projeya kehrebeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li stasyona Cibisa ya rojhilatê navçeya Şedadê bi hêza 30 MW amade kir.

Girînendeya Avê ya kantona Hesekê projeya Himê ya ava vexwarinê ji bo şêniyên Hesekê bi dawî kir. Ev proje alternatîfa stasyona Elûk e ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê qutkirin.

2021

15'ê Tîrmehê, Rêveberiya Xweser Komîteya Sazkirina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava kir.

20'ê Cotmehê, Parlamantoya Kataloniya bi piraniya endamên xwe Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas kir.

9'ê Mijdarê, dewleta Tirk a dagirker komkujiyek li dijî malbata Gulo pêk anîn. Balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk erebeya ku apê Yûsif Gulo û neviyên wê Mezlûm û Mihemed Gulo tê de bûn, kir hedef û her sê şehîd bûn.

Di dirêjahiya 2021'an ji zêdetirî 28 dewletên herêmî û cîhanî, şande serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Di 2012'an de, 126 kes ji aliyê şaneyên veşartî li Kampa Holê hatin kuştin û 41 jî birîndar bûn. Her wiha hêzên ewlekariyê 27 hewldanên reva ji kampê têk birin.

2022

20'ê Çileyê, şaneyên DAIŞ'ê êrişî girtîgeha Sînaa ya Hesekê kirin ku bi hezaran çeteyên DAIŞ'ê tê de girtî ne.

26'ê Çileyê QSD'ê di çarçoveya Pêngava Gurzê Gelan de ragihand ku girtîgeh bi tevahî hat kontrokirin û çeteyan xwe radest kirin.

3'ê Sibatê, di operasyoneke hevbeş a Koalîsyona Navneteweyî û QSD'ê lîderê DAIŞ'ê Ebû Îbrahîm El-Qureşî li Idlibê hat kuştin.

13'ê Adarê, Furqeya 4'an a hêzên hikumeta Şamê ambargoyeke giran li ser zêdetirî 200 kesên hezar şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ferz kir.

17'ê Hezîranê, di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî li herêma Kelar ya bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê şehîd bû.

(bb)

ANHA