​​​​​​​'Berxwedana 14'ê Tîrmehê bingeha Şoreşa Rojava ye'

 Berxwedana 14`ê Tîrmehê ya girtîgeha Amedê hişt ku Kurd têkildarî parastina hebûna xwe dest bi qonaxeke nû bikin. Li ser vê welatparêz Ebdulkerîm Saroxan da zanîn ku rihê Berxwedana 14'ê Tîrmehê berxwedanê di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê-  Bakur û Rojhilatê Sûriyê de diyar dibe.

​​​​​​​'Berxwedana 14'ê Tîrmehê bingeha Şoreşa Rojava ye'
15 tîrmeh, 2022   00:45
 QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Berxwedana 14`ê Tîrmeha 1982`an a di girtîgeha Amedê de yek ji qonaxên sereke yên berxwedana li dijî faşîzma dewleta Tirk e. Ev girtîgeh bûne kaniya berxwedan û fikrê azad. Di heman demê de li dijî êrişên fîzîkî û qirkirina çandî Tevgera Rizgariya Kurdistanê dest bi qonaxeke nû kir.

 Di dîroka 14'ê Tîrmeha 1982'an de,  pêşengên Tevgera Rizgariya Kurdistanê yên di girtîgeha Amedê de Mehmet Xeyrî Dormuş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz li dijî kiryarên hovane yên dewleta Tirk greva birçîbûnê ragihandin ku 58 rojan dewam kir. Di encamê de gihaştin şehadetê.

ASÎMÎLASYON Û ÊRIŞÊN QIRKIRINÊ

 Têkildarî mijarê kesayeta welatparêz Ebdulkerîm Saroxan îşaret bi rola Tevgera Rizgariya Kurdistanê di parastina gel ji siyasetên helandin û qirkirinê de kir û got: "Gelê Kurdistanê bi êrişên qirkirina çandî û nijandî re rû bi rû man û xeteriyeke mezin li ser hebûna wan çêkir. Ji ber siyaseta dewletên faşîst a dagirker wê demê kurdan hebûn û çanda xwe înkar dikir, lê damezrandina Tevgera Rizgariya Kurdistanê re di 1978`an de hêviyeke nû ji gelê Kurdistanê tevdî re bû."

Têkildarî hewldanên tunekirina PKK`ê û qirkirina kurdan, Ebdulkerîm Saroxan got, siyaseta hovane ya ku di girtîgeha Amedê de hate meşandin, berdewamiya wan êrişan e, lê piştî berxwedana lehengane ya li girtîgehê, Tevgera Rizgariya Kurdistanê derbasî qonaxeke nû bû û tevahiya gelê Kurdistanê xwe lê girt.

'HEBÛNA TEVGERA RIZGARIYA KURDISTANÊ BI BERXWEDANA GIRTÎGEHA AMEDÊ VE GIRÊDAYÎ YE'

 Saroxan îşaret bi qonaxên Tevgera Rizgariya Kurdisatnê ya beriya berxwedana girtîgeha Amedê kir û got: "Piştî darbeya 1980`ê ya li Tirkiyê ya bi serkêşiya Kenan Evren, Tevgera Rizgariya Kurdistanê rastî gelek zextan hat, armanc jê ew bû ew tune bibe. Wê demê jî tevgerê biryar da ku ji welat derkeve da ku parastina hebûna xwe bike, lê dewleta Tirk a faşîst kadroyên pêşeng ên tevgerê yên li Tirkiyê mabûn girtin."

 Dewleta Tirk a dagirker 1980`ê darbeyeke leşkerî pêk anî û di encamê de piraniya şoreşgerên Kurd û Tirk girtin. Di nav wan de; Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş, Alî Çîçek, Mustafa Karasû, Mazlûm Dogan, Akif Yilmaz, Ferhad Qurtay, Salih Kendal û Sakîne Cansiz hebûn.

Der barê berxwedana lehengane ya ku pêşengên Tevgera Rizgariya Kurdistanê li dijî kiryarên desthilata faşîst a Tirk da meşandin de, Saroxan ev nirxandin kir: "Rastî hemû kiryarên hovane û dermirovî hatin û gihaşt asta ku hebûna Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi berxwedana wan ve girêdabûn."

Ebdulkerîm Saroxan diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst hewl da di şexsê têkoşerên berxwedana girtîgeha Amedê de doza kurdî tune bike û got: "Ev berxwedan ji bo tevahiya kurdan wekî ezmûnekê bû, ger wê demê ew berxwedan bihata tunekirin dê heta îro kurdan nekarîbana hebûn û çanda xwe biparastane.''

JI BO KURDAN QONAXEKE NÛ BÛ

Saroxan diyar kir ku berxwedana girtîgeha Amedê bi hemû qonaxên wê ji kiryarên dijmin re bersivik bû ku nikare fikrê Tevgera Rizgariya Kurdistanê têk bibe û wiha got: "Dema têkoşer Mezlûm Dogan êvara Newrozê agir bi bedena xwe xist, ji dijmin re da xuyakirin ku nikare meşalaya azadiya kurdan vemirîne. Çalakiya Mezlûm Dogan jî moralekî bilind da hemû kurdan û têkoşerên di girtîgeha Amedê de. Berxwedana 14`ê Tîrmehê jî dersên dîrokî da gelê Kurdistanê û fikir û rihê berxwedana PKK`ê gihand hemû gelê cîhanê."

 Sala 1982`an têkoşer Mezlûm Dogan êvara Newrozê di girtîgeha Amedê de agir berda bedena xwe,  bi wê re berxwedana 14`ê Tîrmehê dest pê kir, piştî wê bi 58 rojan 4 têkoşerên din; Ferhad Qurtay, Eşref Anyik, Mehmûd Zengîn û Necmî Oner da ser şopa şehîd Mezlûm Dogan û dest bi grava birçîbûnê kirin.

Ebdulkerîm Saroxan anî ziman ku berxwedana girtîgeha Amedê ji bo PKK'ê qonaxeke nû bû û bû destpêka têkoşîna çekdarî ya li hemberî faşîzm û dagirkeriyê, bi vê berxwedanê PKK'ê hebûna xwe heta îro parasatiye.

'RIHÊ BERXWEDANA 14`Ê TÎRMEHÊ DI ŞOREŞA ROJAVA DE XUYA DIKE'

 Ebdulkerîm Saroxan diyar kir ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê ya li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewamiya berxwedana 14`ê Tîrmehê ye û wiha dewam kir: "Heta îro jî em hêza xwe ji berxwedana zindana Amedê digirin û bi wî rihî jî em ê têkoşîna xwe dewam bikin."

 Saroxan da zanîn ku dijminê siyasetên hovane li dijî girtiyên di zindana Amedê de meşandin, heman siyasetê li dijî gelê Bakur û Rojhilat Sûriyê û Kurdistanê bi giştî pêk tînin, lê dîsa jî slogana berxwedana girtîgeha Amedê " Berxwedan Jiyan e" ji xwe re bingeh digirin.

 Ebdulkerîm Saroxan wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Rihê Berxwedana 14'ê Tîrmehê di berxwedana Şoreşa 19`ê Tîrmehê û û berxwedana rêber Abdullah Ocalan a di girtîgeha Îmraliyê de li dijî tecrîdê dewam dike."

(eh)

ANHA