​​​​​​​Kesayetên welatparêz: Şoreşa Rojava mîrateya berxwedana girtîgeha Amedê ye

Kesayetên welatparêz ên ji Kobanê û Efrînê anîn ziman ku Şoreşa Rojava mîrateya berxwedana girtîgeha Amedê ye û gotin: "Serkeftinên ku îro hatine bidestxistin berhemên berxwedana kadroyên ku ji îşkenceyê re serî netewandin û îsbat kirin ku berxwedan jiyan e û bêyî wê azadî nayê bidestxistin."

​​​​​​​Kesayetên welatparêz: Şoreşa Rojava mîrateya berxwedana girtîgeha Amedê ye
16 tîrmeh, 2022   00:47
KOBANÊ

Bi boneya salvegera 40'î ya Berxwedana 14'ê Tîrmehê, kesayetên welatparêz ji ANHA'yê re axivîn.

'SERKEFTINÊN ÎRO BERHEMA BERXWEDANA GIRTÎGEHA AMEDÊ YE'

Hevserokê Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî ya herêma Firatê Silêman Silêman anî ziman ku berxwedana li girtîgeha Amedê hate raberkirin rê li ber gelên herêmê, vekir da ku li ser rêya dirust bimeşin, ew berxwedan roj bi roj mezin bû û herî dawî veguherî rojiya mirinê.

Silêman diyar kir ku ev berxwedan îfadeyeke azad a îradeya gelên bindest ên ku hewl didin qeydan bişkînin û di kesayeta kurdên leheng ên ku bi beden û giyanên xwe feda kirin de da ku qefesa tarî ya li derdora gelên herêmê bişînin.

Silêman Silêman destnîşan kirin ku serkeftinên ku îro bi dest xistine berhama berxwedana kadroyên pêşeng in ên ku ruxmî îşkenceyê serî netewandin û got: "Van kadroyan em hînî wateya fedekariyê kirin û ji me re îsbat kirin ku berxwedan jiyan e û bêyî wê em nikarin azadiya xwe bi dest bixin. Em dikarin bêjin ku girtîgeha Amedê rêya gihandina gelên bindest ber bi azadiyê ve ye."

Silêman di dawiyê de got: "Şoreşa ku ji girtîgeha Amedê dest pê kir, şoreşa kurdan a yekane bû ku hemû şoreşên kurdî yên ku hatin vemirandin û rêberên wan di dîrokê de hatin bidarvekirin, di nav xwe de kom kir û kir şoreşa gelan û şoreşa ku nayê têkbirin. Her wiha kesayeta Kurd a ku di dîrokê de hatibû definkirin, li hebûna wê vegerand."

'GIRTÎGEHA AMEDÊ QEDERA REŞ HILWEŞAND'

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî da zanîn ku nameya yekemîn a ku kurdan gihand cîhanê  ku zilm û koletiyê qebûl nakin, girtîgeha Amedê bû û wiha domand: "Di wê nameyê de îradeya xwe nîşan da, berxwedana 14'ê Tîrmehê berxwedana gelê Kurd bi giştî ne tenê ya kadroyên Kurd ên di Girtîgeha Amedê de ye, di demekê de ku Kurd tenê wekî rihekî ku di bedeneke bê jiyan de nefes dikişand û dem dem rastî komkujiyan dihat."

Eyşe Efendî anî ziman ku dîroka kurdan ji ber komkujî û binpêkirinên ku ji aliyê sîstemên desthilatdar ve li ser wan dihatin kirin, reş bû û got: "Lê kurdan di girîgeha Amedê de ev qedera reş hilweşandin û bi îrade xwe û gotina xwe ya 'berxwedan jiyan e'dîrokeke nû  nivisandin. Ji ber vê yekê mayîna me ya îro bi saya wan hevalan e ku giyanê xwe feda kirin da ku em bi aramî bijîn."

Eyşe Efendî soza da her girtiyekî di girtîgeha Amedê ku dê rêya wan rêya xelasiya ji zilm û koletiyê bişopîne û got: "Şoreşa Rojava mîrateya girtîgeha Amedê ye. Em soz din wan berxwedêran ku em ê li gorî baweriya ku dane me bin. Em soz didin her xayînekî ku em ê wan teşhîr bikin, ji ber ku xeta xiyanetê kurt e û çiqas dem dirêj bike wê werin eşkerekirin."

'XETA GEL XETA 14'Ê TÎRMEHÊ YE'

/kr/uploads/files/2022/07/16/140853_selwe-ehmed.webp

Koçbera bi navê Selwa Ehmed jî bang li her kesî kir ku vê berxwedanê baş fam bikin û li hemberî dagirkerî û xiyanetê li kêleka gerîla bisekinin û berxwedanê xurt bikin.

Selwa Ehmed got, xeta gel xeta 14'ê Tîrmehê ye  û wiha domand: "Bi boneya salvegera 40'î ya berxwedana girtîgehan em di kesayeta berxwedêrên 14'ê Tîrmehê  Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akif Yilmaz, Alî Çîçek de tevahî şehîdên şoreş û demokrasiyê bi bîr tînin û soza têkoşînê nû dikin."

/kr/uploads/files/2022/07/16/140833_cinet-sxo.webp

Koçbera bi navê Cînat Şêxo jî anî ziman ku Berxwedana 14'ê Tîrmehê berxwedaneke lehengane û dîrokî ye ku li hemberî faşîzma Tirk hate kirin û piştgirî da hêviyên gelan ên azadiyê.

/kr/uploads/files/2022/07/16/140920_sham-henen.webp

Koçbera bi navê Sîham Henan jî  got: "Gelê Kurd hêviya xwe spartibû şoreşgerên Kurdistanê û bawerî û ewlehiya xwe pê anî ku bi serkêşiya wna dê azadiya xwe bi dest bixin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wJhNpqb21SE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>