​​​​​​​Şoreşa 19'ê Tîrmehê yekitiya pêkhateyên Sûriyê ava kir

Ruxmî hemû rewşên awarte ku Sûriye di dirêjahiya salên aloziyê de tê re derbas bû, lê Şoreşa 19'ê Tîrmehê tevahî pêkhateyên Sûriyê hewandin ku rêveberiya xwe ya xweser ava kir û welat parast. Her wiha li hemberî fitneyên derve bi fikrê neteweya demokratîk çarenûsa wan kir yek.

​​​​​​​Şoreşa 19'ê Tîrmehê yekitiya pêkhateyên Sûriyê ava kir
15 tîrmeh, 2022   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN-CUMA MIHEMED

Sûriye ne wekî salên piştî derxistina hêzên Fransayê di sala 1946'an de hatiye nîşandan. Wêneya ku desthilatdaran hewl da nîşan bidin, bi taybetî di dema desthilatdariya Partiya Baas de, anku beriya zêdetirî 50 salan, dibêje ku yek netewe li Sûriyê dijî û tenê yek ziman, yek çand û yek ol heye, bi vî awayî bingehên netewedewleta sûrî ava bûn. Ev bû sedema sereke ku ji bihara sala 2011'an ve  tevgera gel dest pê bike û ber bi krîz û şerekî dijwar ve bir ku heta roja îro bi dawî nebûye.

ŞOREŞA 19'Ê TÎRMEHÊ Û SERERASTKIRINA ŞAŞIYÊN DÎROKÎ

19'ê Tîrmeha 2012'an bi pêşengiya Kurdan şoreşek ji bajarê Kobanê yê Sûriyê dest pê kir. Bajar ji hêz û saziyên hikumeta Şamê hat paqijkirin. Çirûska şoreşê li bajarên din Efrîn û Cizîrê jî belav bû.

Di van rojan de em salvegera 10'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz dikin. Ev şoreş ji şoreşên din ê Rojhilata Navîn cuda ye. Ji şoreşa Sûriyê bi temamî cuda ye. Ev cudabûn di fikir û projeya şoreşê de ye ku ji roja yekemîn heta niha esas hatiye girtin. Bi vî fikirî civak hat birêxistinkirin û parastin û rêveberiya xweser hat avakirin.

Li vir em qala projeya neteweya demokratîk dikin ku rêber Abdullah Ocalan wekî alternatîfa sîstema netewedewletê ku bûye sedema gelek şeran, pêşkêş kiriye.

Li ser bingeha projeya neteweya demokratîk, Şoreşa 19'ê Tîrmehê derî li pêşiya gelê Sûriyê bi rastiya wê ya dîrokî vekir, ku her pêkhateyek Kurd, Ereb, Suryan, Asur, Çerkes, Ermen, her wiha misilman, xiristiyan, êzidî, sunnî û şîe bi ziman, çand û rengên xwe yên taybet bijîn.

Ev yek sererastkirina şaştiyeke dîrokî bû ku heta niha li Sûriyê û cîhanê ji aliyê hêzên hegemon û dagirker ve tên meşandin da ku bi rêya belavkirina fitneyên li ser esasê etnîk, ol û mezheban, civakan lawaz bikin.

/kr/uploads/files/2022/07/15/194923_-.webp

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Mihemed Elî El-Ebo ji ANHA'yê re axivî û got: "Ya ku hişt şoreş belav bibe, bi ser bikeve û tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bibin, ew e ku êşa tevahî civaka Sûriyê yek e. Heger em bixwazin kûrtir biçin em hinekî li dîroka beriya derketina DAIŞ'ê vegerin. Di wê demê de gelê Sûriyê di rewşeke parçebûna siyasî, fikirî û çewisandina nêrîna siyasî de bû. Tevahî pêkhate di rewşe wisa de dijiyan, bêyî cudabûn zilm li ser hemû pêkhateyan hebû. Dema ku DAIŞ'ê hat ev rewş temamtir kir û aloziyeke fikirî, civakî û siyasî belav kir. Ev hemû hişt ku tevahî pêkhate li hemberî rewşa neyinî derkevin da ku bi rûmet û serbilind bijîn."

HEVGIRTINA GELAN PÊK HAT

Gelek netewe, ol û mezheban di bin siya şoreşê de kom bûn û li ser avakirina 3 rêveberiyên xweser li 3 kantonan; Kobanê, Efrîn û Cizîrê li hev kir. Her wiha YPG, YPJ, Hêzên Sutoro, Hêzên Parastina Xabûr, Senadîd, Cebhet El-Ekrad ku ji hemû pêkhateyên Sûriyê pêk tê, wekî hêzên parastina herêmê ji êrişên derve, hatin avakirin.

Bi destpêka êrişên çeteyên DAIŞ'ê re, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hate avakirin ku ji komên leşkerî yên ji tevahî pêkhateyan pêk tê. QSD'ê li hemberî DAIŞ'ê şer kir hate ku tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rizgar kirin. Paşê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin ku her heft rêveberiyên xweser û sivîl; Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê, Rêveberiya Sivîl a Minbicê, Rêveberiya Sivîl a Tebqayê, Rêveberiya Sivîl a Reqayê, Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê, Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê û Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê di bin sîwanekê de kirin yek. Tevahî pêkhate di rêvebirina herêmê, birêxistinkirin û xizmeta wê de cih digirin. Her wiha QSD'ê li hemberî gef û xetereyan parastina herêmê dike.

/kr/uploads/files/2022/07/15/194857_-.webp

Li ser mijarê, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn dibêje: "Şoreşa 19'ê Tîrmehê xwedî zemîneke îdeolojîk e, li ser esasê neteweya demokratîk e ku hemû pêkhateyan hembêz dike. Şoreşa 19'ê Tîrmehê şoreşa tevahî gel û pêkhateyan e. Şoreş ne li ser bingehê nîjadperestî, an olperestî, an, yek ol û yek netewe, lê li ser bingehê durist dest pê kir. 19'ê Tîrmehê şoreşa tevahî neteweyan e ku ji bo azadî û demokrasiyê tê dikoşin."

Şahîn îşaret pê kir ku piştî derbasbûna bi salan li ser ragihandina şoreşê re, êdî tevahî pêkhateyên Bakur; Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Çerkes û Tirkmen di vî sîstemê de ne û xwe di nava saziyê wê de bi rêve dibin. Di tevahî saziyên rêveberî, jin û ciwan hwd de nûnerê/a her pêkhateyekê heye.

Şahîn diyar kir ku şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikarî nûnertiya şoreşa gelan a Sûriyê bike, rast e ku destpêkê ji herêmên kurdan dest pê kir, lê di esas de ji bo tevahî gelan dest pê kir.

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Minbic û gundewarê wê Mihemed Elî El-Ebo jî got: "Tevahî pêk hate di rewşa winda, nezanî û zilmê de bûn, ji ber vê yekê pêwîstiyan wan bi rizgarkerî hebû. Ji ber wê bi pêşengtiya jinan şoreşa 19'ê Tîrmehê dest pê kir, ku wekî yekemîn şoreş li herêmê bi pêşengtiya jinan dest pê dike û gihişt rewşeke ku herêmê ji terorê hate rizgarkirin. Ev şoreş  ji aliyê tevahî cîhanê hate ecibandin."

El-Ebo wiha axaftina xwe domand: "Ji vî bingehî hemû pêkhateyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dîtin ku ev şoreş nûnertiya wan dike. Her kesî xilasiya xwe ji terorê di vê şoreşê de dît.  Bila tevahî pêkhate li hember zilm û terorê yek dest bin, da ku em bi rûmet û aştî bijîn û armancên şoreşa xwe ya avakirina civakeke siyasî, exlaqî, edaleta civakî pêk bînin."

'DESTKEFTÎ BERHEMÊN FIKRÊN RÊBER OCALAN IN'

/kr/uploads/files/2022/07/15/194823_-.webp

Serokê Komeleya Çerkesan a li Minbicê Samir Hebaq got: "Piştî tevgera Sûriyê, derbasûna artêşa azad li Minbicê, avabûna koman û hebûna DAIŞ li herêmê, em  Çerkes wekî  tevahî pêkhateyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê me gelek azar kişanidn. Piştî rizgarbûna ji DAIŞ'ê valahiyek hebû, diviyabû fikirek hebûya ku herêmê birêve biriba, fikirê Rêveberiya Xweser hebû, ev tecrube serkeftina xwe îsbat kir û di demeke kurt de herêm baş birêve bir, xizmet pêşkêşî welatiyan kir, kar ji wan re peyda kir û ya herî girîng ewlehî peyda kir. Ev serkeftin xwedî bandor bû, ev fikirê demokratîk e ku ji fikirên Ocalan hatiye girtin, ku êdî li hin dewletan tê xwendin, nemaze sîstema hevserokatiyê."

Mihemed Şahîn jî got: "Her kes dizane ku şoreşa 19'ê Tîrmehê, projeya neteweya demokratîk û rêveberiya xweser bingehê felsefeya birêz Ocalan in. Ji ber wê tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî ereke exlaqî li hember rêbertî ye. Ji ber ku ev şoreş bi saya wî pêk hat, divê tevahî pêkhate di nava çalakiyan de bin heta ku azadiya wî misoger bibe."

'XELASÎ DI YEKITIYÊ DE YE'

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Minbic û gundewarê wê Mihemed Elî El-Ebo jî ev tişt anî ziman: "Zemîn û hêza sereke ya civaka me ya sûrî di pirrengî û hemahengiyê de ye. Lê dema ku em behsa pergalan dikin ev pergal hewl didin parçebûnê di çandên pêkhateyan de çêbikin û wan ji hev dûrbixin, da ku hêzeke şoreşgerî tune bike ku û di encamê de karibin kengî bixwaze rewşê bi tevahî şêweyên civakî, siyasî û çandî wêran bikin. Ji ber ku hêza gel hêza sereke ye ku tu kes nikare li hemberî wê bisekine."

El-Ebo wiha domand: "Projeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga biratiyê di navbera hemû pêkhateyan de dike. Ev yek ji çanda gelê Sûriyê û ne tiştekî nû ye. Ji ber vê yekê em dibînin ku aliyên derdorê projeya me demokratîk wekî xeteriyekê li ser xwe dibînin. Heger şiyarbûneke civakî ya hemû pêkhate û beşên civakê hebe em ê karibin sîstemên destpotî bi dawî bikin. Piştî Şoreşa 19'ê Tîrmehê em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryar da ku heta dawiyê li ser vê xetê bimeşin, da ku bigihêjin civakeke yekbûyî bi hemû pêkhate û beşê xwe ku hemû tê de di erk û mafan de wekhev bin."

Samir Hebaq bal kişand ser gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û got: "Li hemberî gefên heyî yên Tirkiyê em diyar dikin ku bêyî hevgirtina me, em bi ser nakevin. MSD'ê ya nûnera siyasî yê rêveberiyê û hêzên leşkerî deriyê diyalogê li pêşiya her sûriyekî ku li ku derê cîhanê be bila bibe, vekir. Yên ku ji welatê xwe hez dikin û ji bo avakirina welatê xwe xizmetê dikin û ne girêdayê ajnîdeyên derve bin derî li ber wan vekirî ye. Li gel aloziyê tişta yekane ya ku dikare me bi ser bixîne yekitiya me ye. Hemû eşîr û kêmnetewe û hemû kesên li Sûriyê divê parastina vê xakê bikin. Di dawiyê de em sûrî ne, dema ku nakokî di navbera û yên li herêmên hikumeta Sûriyê de hebin, ev nakokî sûrî ye, em dikarin bi xwe çareser bikin, lê em destwerdanên derve qebûl nakin."

Hebaq diyar kir ku rêya herî gucaw berxwedan e, berxwedana li hemberî destwerdana Tirkiyê ye û got: "Heke em bi hêzên xwe yên leşkerî û siyasî re nesekinin, em wê winda bikin. Çareseriya guncaw di berxwedan û piştgiriya hêzên leşkerî de ye."

Mihemed Şahîn da zanîn ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê şoreşa li hember desthilatdarî û zilmê ye û wiha pê de çû: "Ji ber vê yekê wê sîstemên desthilatdar êrişên xwe li ser Rêveberiya Xweser dewam bikin, ji wê demê ve êriş û gef berdewam in, lê nikarin yekitî û biratiya di navbera gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lawaz bikin. Delîlê vê yekê Rêveberiya Xweser hîna heye û tevahî pêkhate  li hemberî êrişan têkoşînê dikin. Ji hemû pêkhateyan, bi taybet kurdan ê ku bi sedên salan rastî pişaftin, qirkirin û zilmê hatin, tê xwestin ku xebat û têkoşîneke hevpar pêk bînin. Piştgiriya doza kurdî piştgiriya demokrasî û azadiyê ye û rizgarkirina gelê Kurd rizgarkirina Rojhilata Navîn e."

Samir Hebaq îşaret pê kir ku bi destpêka aloziya Sûriyê, hatine komên çete yên wekî "Artêşa Azad" û DAIŞ'ê re ew wekî Çerkes gelek azar kişandin, ji pêkanîna adetên xwe bêpar hatibûn hiştin û got: "Lê avabûna rêveberiya xweser û Komeleya Çerkes rih da vî pêkhateyê. Desteka ku Rêveberiya Xweser da, hişt ku pêkhate urf û adetên xwe û tevahî têkiliyên civakî derxin."

Têkildarî karîna şoreşê ji bo pêkvejiyana di navbera hemû pêkhateyan de û beşdariya rasteqîne ya çerkesan di şoreşê de Hebaq wiha got: "Em ji şêniyên herêmê ne û beşek ji vê prosesê ne. Em bi pêkhateyan re di tevahî qadan de cih digirin û di xeta parastina û hêzên leşkerî de cih digirin."

Mihemed Şahîn behsa rewşa Kurdan a berî û piştî şoreşê kir û got: "Kurd mîna neteweyên din  ên ku hatibûn pişafitin ên bê statû bû. Beriya Şoreşa 19'ê Tîrmehê hatibûn paşguhkirin û hebûna wan di hevsengiyên navneteweyî de tunebû. Lê di van rojan de cîhan Kurd dinase, nemaze piştî şerê wan ên li hemberî DAIŞ'ê, dixwazin li rex kurdan bikin heta ku azadiya xwe bi dest bixin. Ji ber ku Kurd xwedî dîrok û çandeke hevinar e û ji gelên qedîm ên Rojhilata Navîn in, beşdarî avakirina şaristaniyên li Rojhilata Navîn bû. Kudn bi saya Şoreşa 19'ê Tîrmehê û şehîdên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê canê xwe feda kirine, bûne xwedî statû û mîna pêkhateyên din rih li çand û dîroka wan vegeriya."

(bb)

ANHA