ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-7-2022`YAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-7-2022`YAN
15 tîrmeh, 2022   23:00

Dibistana Şanoyê bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê li dika hola Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li Qamişlo şanoyeke bi navnîşan Xwendin jiyan e, saet di 19:00`an de pêşkêş dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Rewşenbîran a Rojavayê Kurdistanê çalakiya îmzekirina 6 pirtûkan li Dêrikê saet di 18:00`an de li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîskar û rojnamevanê ji Misrê Muhsin Ewedullah got rêber Abdullah Ocalan jiyana xwe di oxira azadiya gelên bindest de borand ji ber wê bûye serokekî enternasyonalîst ku gel banga azadiya wî dike. Her wiha diyar kir ku pêkanîna fikrên wî, dê aloziyên li Sûriyê û Rojhilata Navîn bi dawî bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kesayetên welatparêz ên ji Kobanê û Efrînê anîn ziman ku Şoreşa Rojava mîrateya berxwedana girtîgeha Amedê ye û gotin: "Serkeftinên ku îro hatine bidestxistin berhemên berxwedana kadroyên ku ji îşkenceyê re serî netewandin û îsbat kirin ku berxwedan jiyan e û bêyî wê azadî nayê bidestxistin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamên rêveber ên saziyên sivîl, xizmetguzarî û partiyên li navçeya Til Temirê diyar kirin ku ew li gorî pêvajoya hesas a ku herêm tê re derbas dibe, tev digerin û ji bo pêşerojê li gorî rewşa awarta plansaziyên xwe danîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Jinên Kobanê diyar kir ku ew amade ne li hember dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin û got “Em nahêlin dagirkeriya Tirk gundên me dagir bike.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

Axaftina li ser îhtîmala normalîzekirina têkiliyan di navbera Erebistana Siûdî û Îsraîlê de zêde bûn hemwextî serdana serokê Amerîkayê Joe Biden ji herêmê re. Gelo rewşa nû çi ye? Gelo dê Erebistana Siûdî vê yekê bike lê na?

RAPOR

Ruxmî hemû rewşên awarte ku Sûriye di dirêjahiya salên aloziyê de tê re derbas bû, lê Şoreşa 19'ê Tîrmehê tevahî pêkhateyên Sûriyê hewandin ku rêveberiya xwe ya xweser ava kir û welat parast. Her wiha li hemberî fitneyên derve bi fikrê neteweya demokratîk çarenûsa wan kir yek. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

Li herêma Rojhilata Navîn şerê cîhanê pêk tê ku li gorî analîzvanên kar û barên Rojhilata Navîn xwedî taybetmendiyên leşkerî û siyasî yên cuda ne. Di serdema 21'an de şerê herî xwîndar tê hesibandin. Tevliheviyek li gelek civakan û dewletan afirand û veguherî avzêyek ji gelên bindest re. Êdî gel nikarin ji wê avzêyê xilas bibin. Sedem jî, amûr û rêbazên ku dewletan bi kar tînin da ku xwe xilas bikin. Ji ber ku ev amûr ji bo dayîna çareseriyên bingehîn ji alozoyên hundirîn û mudexaleyên derve re ne çalak in.

ÇAND Û HUNER

Berdevka Dîwana Wêjeyê der barê encamnameya ‘Hefteya Wêjeyê’ de got “Di demên pêş de li gorî rewşa herêmê em ê komxebateke taybet ji bo wêjeya jinan bi rêxistin bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

Êrişên dagirkeriyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Di êrişan de jî gelek şervan û şêniyên herêmê şehîd û birîndar dibin. Ji bo peydakirina dest û lingên sînayî li herêmê, Navenda Protezê ya Heyva Sor a Kurd bûye hêviya gaziyên ku ji endamên laşên xwe bûne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA