HPG`ê nasnameya 3 gerîlayên di 2018`an de şehîd bûne eşkere kir

HPG'ê nasanmeya 3 gerîlayên ku di karê Navenda Ragihandin û Çapamaniyê ya HPG'ê de kar dikirin û sala 2018'an şehîd bûn, eşkere kir û got û got, "Hevrêyên me bi fedakarî û keda xwe nirxên mezin afirand û gihand siberojê.”

HPG`ê nasnameya 3 gerîlayên di 2018`an de şehîd bûne eşkere kir
15 tîrmeh, 2022   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî 3 gerîlayên şehîd bûne ev agahî da:

"Ji bo Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û têkoşîna azadî û hebûnê ya destanî bi cîhanê ve bêne danasîn, hevrêyên me Alî, Xemgîn û Helgûrt ên cihê xwe di nava karên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê (NRÇ) a HPG'ê de cih digirtin, di 10'ê Tîrmeha 2018'an de di êrîşa dijmin de şehîd bûn. Hevrêyên me ku kedkarî, pêşengî û fermandariya karên NRÇ a HPG'ê dikirin, mîrateyeke mezin a berxwedanê li pey xwe hiştin. Di salvegera şehadeta wan de em van hevrêyên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Em soz didin ku têkoşîna şehîdên me yên NRÇ a HPG'ê radestî me kirine bi rengekî hêjayî wan be bi berpirsyarî em ê bi ser bixînin û têkoşîna fedaiyane û rastiya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku hêviyê diafirîne, hîn bêhtir bigihînin gelên cîhanê.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Alî Kanîroj

Nav paşnav: Mehmet Reşît Tûrgût

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Nazmiye-Hasan

Dem û cihê şehadetê: 10'ê Tîrmeha 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Xemgîn Amed

Nav paşnav: Yildiray Arslan

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Koçerî-Nûrettîn

Dem û cihê şehadetê: 10'ê Tîrmeha 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Helgûrt Bagok

Nav paşnav: Celal Ozluk

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Dayik-Bav: Mencî-Abdûlkerîm

Dem û cihê şehadetê: 10'ê Tîrmeha 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hevrêyên me Alî, Xemgîn û Helgûrt bi fedakarî û keda xwe nirxên mezin afirand û gihand siberojê. Di serî de malbatên hêja yên ehvrêyên me, em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku armancên hevrêyên xwe yên şehîd pêk bînin."