Iraq di navbera xitimîna siyasî û çareseriyên demkî de ye

Di demên dawîn de behsa nêzîbûna Çavçoveya Hemahengiyê ji avakirina hikumeta Iraqê dihat kirin.  Lê belê şîrovekar dibêjin ku nakokiyên kurdî li pêşiya avakirina hikumetê dibe kelem li gel ku PDK'ê bi israr e ku namzetê xwe li Iraqê ferz bike. Her wiha texmîn dikin ku senaryoya 2018'an dubare bibe û her du partiyên kurdî bi bernamzetên xwe biçin meclisa nûneran a Iraqê.

Iraq di navbera xitimîna siyasî û çareseriyên demkî de ye
15 tîrmeh, 2022   08:54
NAVENDA NÛÇEYAN – ŞEYMA ELÎ

Beriya Cejna Qurbanê civînên berfireh di navbera hêzên iraqî de li dar ketin da ku dawiyê li aloziya siyasî bînin. Çavdêr dibêjin ku di demeke nêz de wê lihevkirineke li ser serokwezîr çêbibe. Lê kelema herî mezin a li pêşiya avakirina hikumetê nakokiya aliyên kurdî ye.

Dosyaya serokkomariya Iraqê ji dosyayên herî bi girêk ên li pêşiya avakirina hikumeta nû ye. Tê zanîn ku di destûra Iraqê de destpêkê serokkomar tê hilbijartin, paşê serokê nû blok herî mezin ji bo avakirina hikumetê erdkar dike.

Heta vê kêliyê aliyên kurdî anku PDK û YNK li ser bernamzetê ku dê biçe meclisa nûneran a Iraqê li hev nekirine.

Li gorî lihevkirina stratejîk a di navbera her du partiyên kurdî de, serokkomariya Iraqê divê ji aliyê YNK'ê be û ''serokatiya herêmê'' jî para PDK'ê ye. Lê PDK'ê hewl dide namzetê xwe ji bo serokkomariyê hilbijêre û lihevkirina bi YNK'ê re bin pê dike.

Ji sala 2006'an de Celal Talebanî, Fûad Mahsûm peywira serokkomariyê girtin û niha ji Berhem Salih serokkomar e. Mesûd Barzanî û piştre biraziyê wî Nêçîrvan Barzanî posta "serokatiya herêmê" girtin.

PDK'ê hewl dide namzetê xwe Rêber Ehmed ji bo serokkomariya Iraqê hilbijêre. Her wiha YNK'ê hewl dide ku Berhem Salih bike serokkomar.

DI NAVBERA ALIYÊN KURDÎ DE NAKOKÎ DEWAM DIKIN

Têkildarê nakokiyên kurdî, çavdêrê siyasî yê kurdî Burhan Şêx Raûf ji ANHA'yê re axivî û diyar ku nakokî di navbera partiyên sereke YNK û PDK'ê de li ser erka serokkomariyê dewam dike û heta niha li hev nekirine.

Burhan Şêx Raûf da zanîn ku hewldan hene ku di demên bê de civîn di navbera her du aliyan de werin lidarxistin da ku ev nakokî were çareserkirina û namzetê serokkomariyê were diyarkirin, lê heger her du partî neghêjin çareseriyê û namzetekî diyar nekin wê parlamanto biryar bide.

Şêx Raûf anî ziman ku "Li gorî lihevkirinên di navbera YNK û hêzên Çarçoveya Hemahengiyê de, namzetê herî nêzî serokkomariya dewletê yê YNK'ê ye."

Hêzên di Çarçoveya Hemahengiyê de piştgiriya xwe ji bo namzedê YNK'ê Berhem Salih ji bo demeke nû ragihandibûn, eger her du partiyan li ser yek namzedê siyasî li hev nekin.

Çavdêr pêşbînî dikin ku senaryoya herî muhtemel ew e ku ji bo hilbijartina yek ji wan bernamzetan rûniştineke pêk were, wek ku di sala 2018'an de pêk hat û Berhem Salih bi ser ket.

Li gorî Şêx Raûf: "Ya baş ji bo berjewendiyên herêma Kurdistanê ew e ku ev nakokiya di mala kurdî ya di navbera PDK û YNK'ê de were çareserkirin, ev xal ji bo mala kurdî û herêmê wê hêzeke be da ku hîn zêdetir mafan ji bo gelê Kurdistanê qezenc bikin ku di destûra Iraqê de hatine nivisandin, her wiha da ku destkeftiyan biparêzin. Lê çûyîna her du namzetan wê vê helwestê lawaz bike. Hewldan û hêviyên me yên mezin hene ku çareseriyeke ji bo diyarkirina yeknamzetê pêk were bêyî ku senaryoya 2018'an were dûbarekirin ku parlamto yekê ji wan hilbijêre."

IHTÎMALEKE MEZIN HEYE KU ÇARÇOVEYA HEMAHENGIYÊ HIKUMETÊ AVA BIKE

Der barê senaryoyên avakirina hikumetê de çavdêrê siyasî yê iraqî Hisên Kînanî anî ziman ku îhtîmala serketina hikumeta Çarçoveya Hemahengiyê mezin e, nemaze ku rêveber daxwaz dikin ku divê hikumet hikumeta xizmetê be û serokkwezîr xwedî tevî azadî be da ku xebatên wî bi hêsanî bimeşin.

Her wiha got, hikumet dê piştî cejnê bê avakirin û dê tevahî kesên ku dixwazin beşdar bibin, di nav xwe de bigire, ji ber hinek hene naxwazin beşdarî vê hikumetê bibin.

EL-MALIKÎ DERVEYÎ HESABAN E

Derbarê kandîdatê herî muhtemel ji bo serokwezîriyê jî de Kînanî wiha got: "Heya vê saetê kesek ji bo namzetiya serokwezîr nehatiye eşkerekirin, ji ber ku gelek namzet ji bo vî postî hene."

Têkildarî erkdarkirina serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa ji bo postê serokweziriyê Kînanî got: "Texmîn nakim ku El-Malikî were erkdarkirin, ji ber ku karekî provokatîv ji bo Tevgera Sedir e."

Li ser astengiyên ku dê li pêşiya hikumetê derkevin Kînanî ev tişt diyar kir: "Bêguman, dê gelek astengî li pêşiya hikumeta bê hebin, ji wan gendelî, xurtkirina aborî, her wiha rêkbirên siyasetmedar ku serkeftinê jê re naxwazin."

Derbarê helwesta Tevgera Sedir ji hikumeta bê de, Kînanî got: "Ji bo Tevgera Sedir li benda avakirina hikumetê ne, piştre li hemberî wê derkeve ku wê hilweşîne mîna ku 2018'an bi hikumeta Adil Ebdulmihdî kir ku bi zexta xwepêşandêran hikumeteke girdayî xwe ava bike."

AVAKIRINA HIKUMETÊ LI BENDA LIHEVKIRINÊN KURDÎ YE

Çavdêrê siyasî Heysem El-Xezelî jî wiha got: "Avakirina hikumetê li ser ku xalan sekinî maye. Yek; lihevkirina kurdî-kurdî li ser hilbijartina serokkomariyê ku dê piştî hilbijartina wê di parlamantoyê de namzetê bloka herî mezin an ku Çarçoveya Hemahengiyê ye erkdar bike."

 Li gorî Xezelî xala din jî hilbijartina serokwezîr di Çarçoveya Hemahengiyê de ye ku pir bi girêk e û got:  " Dibe ku Çarçoveya Hemahengiyê ber bi veguhestina saziyê ve, serokwezîrê hilbijêre û pîvanên ji bo wê deyne."

El-Xezelî diyar kir ku Hadî El-Amirî û Nûrî El-Malikî ji bo serokwezîrtiyê nayên hilbijartin û tê payîn serokwezîr ji nava partiyên bloka Çarçoveya Hemahengiyê be, di heman demê de muhtemel e navê serokwezîr di demeke nêz de were ragihandin.

Serokê Bloka "Fetih" Hadî El-Amirî ku ji berztirîn serokên "Çarçoveya Hemahengiyê" ye ya ku Tehran piştgiriya wê dike, roja duşemê 11`ê Tîrmehê ragihand ku ew ê beşdarî hikumeta bê nebe.

El-Amirî diyar nekir bê ka beşdarnebûna wî dê ji bo Hevbendiya Fetih bi giştî derbasdar be ku ji gelek baskên siyasî yên "Heşdî Şabî" pêk tê, yan jî ew tenê behsa rêxistina Bedir dike ku bi rê ve dibe û di parlamanter de xwedî 4 kursiyan e.

Hemwextî vê serokê Îtîlafa Dewleta Yasa Nûrî El-Malikî roja duşemê gotibû ku Çarçoveya Hemahengiyê di diyalogên xwe yên siyasî de gaveke girîng avêtiye.

El-Malikî bi daxuyaniyekê gotibû Çarçoveya Hemahengiyê pêşket û fikrên nû diyar kir, di heman demê de beşdariya hemû pêkhateyên siyasî qebûl dike û Çarçove nêzîkî armancên xwe dibe, ji wan diyarkirina serokê meclisa wezîran û avakirina hikumetekê ku bikare xizmetê bike.

ANHA