​​​​​​​Parlamentoya Srî Lankayê îstîfaya serok erê kir

Parlamentoya Srî Lankayê vê sibehê îstîfaya serok Gotabaya Rajapaksa erê kir. Rajapaksa reviyabû derveyî welat.

​​​​​​​Parlamentoya Srî Lankayê îstîfaya serok erê kir
15 tîrmeh, 2022   08:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Di hefteya derbasbûyî de xwepêşandêran girt ser koşka serokê Srî Lankayê Gotabaya Rajapaksa û di encamê de reviya derveyî welat. Vê sibê jî parlamentoya Srî Lankayê îstîfaya wî erê kir.

Serokê Srî Lankayê roja pêncşemê nameya îstîfaya xwe ji Sîngapûrê şand.

Li gorî destûra Srî Lankayê ew ê Ranil Wickremesinghe bibe serokwezîr ku xwepêşandêr banga rakirina wî jî dikin, lê ev jî dê heta parlamento parlamenterekî erkdar bike.

Abhiwardana li navenda xwe ji rojnamevanan re gotibû ku Meclisa Qanûnsaz dê ji bo civîna sibê were vexwendin û hêvî dikin ku projeya hilbijartina serokê nû di heft rojan de were bidawîkirin. Serokê parlamentoyê jî hêvî kir ku hemû kesên peywendîdar bibin alîkar ku hewcedariyên destûrê werin temamkirin.

(eh)