Rastiya ‘herêma ewle’ li başûrê Sûriyê çi ye?

Başûrê Sûriyê dîsa dibe rojev, behsa "herêmeke ewle" li wir tê kirin. Hinek wekî propagandayekê bi nav dikin, hin jî wekî destpêka avakirina pergaleke nû ya herêmî bi desteka Amerîka-Îsraîl-Ereban nîşan didin. Rastiya vê yekê çi ye? Siyasetmedarên sûrî li ser wê çi dibêjin?

Rastiya ‘herêma ewle’ li başûrê Sûriyê çi ye?
15 tîrmeh, 2022   08:16
NAVENDA NÛÇEYAN - LÎLAV DÊWANÎ-CÛDÎ ÎSAMÎL

Başûrê Sûriyê careke din dikeve rojevê. Axaftin li ser îhtîmala avakirina "herêma ewle" bi kûrahiya 35 km li ser sînorê Urdinê tê kirin ku beşek ji Dera, Quneytra û Suweydayê digire nava xwe. Ev mijar cihê gelek pirsan e, gelo kî li pey wê ye, heger ev proje pêk were senaryoyên muhtemel ku dê bi xwe re bîne, çi ne?

Nexşeya kontrolkirina başûrê Sûriyê yê li beramberî Îsraîl, Urdin û Lubnanê di navbera hêzên bibandor ên li wir de belav e. Ji ber ku baregehên leşkerî yên hêzên Îranê û alîgirên wê, baregehên Rûsyayê û baregeha Tenef a Amerîkayê li wir hene. Her wiha piştî pêkanîna "lihevkirin" anku "çareseriyan", bajarên başûr di bin serweriya hikumeta Şamê de ne.

Serokê Sendîkaya Hiqûqnasên Azad a Derayê Silêman El-Qerfan ji rojnameya Şerq El-Ewsat re ragihand ku “herêmeke ewle” dê bi kûrahiya 35 km di nava axa Sûriyê de were avakirin.

Her wiha anî ziman ku "civînên vê dawiyê li welatekî erebî bi beşdarbûna rêveberên xwecih ên ji Dera, Suweyda û Quneytrayê re, hinek ji wan li hundirê Sûriyê û hinek ji derveyî wê, hatin lidarxistin. Ji Darayê 10 fermandar, ji  Suweydayê 4 fermandarên xwecih û ji Quneytrayê jî 5 kes beşdar bûn."

Malpera "Kahberni" ya Urdinê li ser zimanê çavkaniyên sûrî got: "Berî mehekê civînek li Îmaratê bi amadebûna aliyên opozîsyona Sûriyê hat lidarxistin. Bi erêkirina Îmarat, Erebistana Siûdî, Urdin û Misirê û pîrozkirina ji aliyê Amerîkayê ve biryar hat dayîn ku herêma ewle li gel hêzên Sûriyê bê avakirin da ku dawî li bandora Îranê ya li başûrê Sûriyê bîne."

Di heman demê de Urdinê nûçeyên belavbûyî yên der barê avakirina "herêma ewle" de derewandin. Ajansa Ammonnews ya Urdinê li ser zimanê berpirsyarekî ragihand ku "Tu nîqaş li ser avakirina herêmeke ewle tune ne. Urdin jî hizra avakirina vê herêmê nake."

Agahî belav bûbûn ku qralê Urdinê Ebdullah El-Sanî 13'ê Gulana borî serdana Washingtonê kir û ser mijara avakirina "herêma ewle" li başûrê Sûriyê nîqaş kirin, nemaze piştî vekişîna Rûsan û zêdebûna hêza Îranê li wir.

Bi destpêka tevgera leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê re di 24'ê Sibatê de, çavkaniyên îstixbaratî yên Îsraîlê ragihand ku hêzên Îranê hin deverên ku berê di destê hêzên Rûsyayê de li Sûriyê hatibûn kontrolkirin, xistin bin kontrola xwe. Li gorî çavdêran, Rûsya ji bo bihêzkirina artêşa xwe li Ukraynayê hêza xwe ji wî cihî vekişandin û da ku rê li ber Îranê veke ku li Sûriyê berfireh bûbû ku hem ji bo Amerîkayê û hem jî ji bo Îsraîl bibe gef.

PROPAGANDA YAN PLANEKE DAGIRKERIYÊ?

Li ser mijara avakirina “herêma ewle” li başûrê Sûriyê, hin çavdêr dibêjin ku ev mijar ji bo naskirina helwesta wan aliyan e ku destwerdanê di kar û barên Sûriyê de dikin.

Têkildarî mijarê muxalifê sûrî û koordînatorê giştî yê Şepêla Çepgir a Şoreşger a Sûriyê Dr. Xiyas Neîse ji ANHA'yê re axivî û diyar kir ku mijara “herêma ewle” li başûrê Sûriyê ne tiştekî nû ye, beriya wê gelek caran ji aliyê dewletên li ser sînor wekî Urdin û Îsraîlê ve hatiye pêşniyarkirin û got: "Her du aliyan hewl da şer derbasî xaka wan nebin û di teşwîqkirina komên çekdar de tevkar bûn, lê bi ser neketin. Ji ber ku komên çekdar rêbir bûn û li ser çetetiyê şerê hev kirin. Rejîmê jî bi desteka rûsî û îranî hebûna wan a aktîf tune kir. Her wiha Rûsyayê ev mijar xist rojevê da ku Îsraîl û Urdinê rehet bike û bi vê yekê Îranê dûrî wan bixin, lê heta asteke mezin bi bin ket. Ji nû ve danîna vê fikrê ji bilî medyayê tu wateyekê nade, ew aliyên ku di civîna dawîn de behsa wan hatiye kirin, bi tena xwe nikarin biryara avakirina herêmeke tampon bidin û qebûlkirina wê wan wek milîslên parêzvanên sînor ên dewletên din ku hin ji wan dijberî Sûriyê ne, nîşan dide. Anku dê tenê çete li ser hesabê dewletên din bin. Helwesta dewletên din li hember şerê li Ukraynayê dihêle ku helwesta Rûsya û Îranê bêyî ku em behsa helwesta rejîmê bi xwe bikin, li dijî fikra vala û xeternak a avakirina herêmeke tampon li başûrê Sûriyê ye. Ez tu delîlên erênî ji bo vê pêşniyara xerab nabînim."

Lêkolînerê sûrî Dr. Ehmed El-Durzî anî ziman ku têgeha ‘herêma ewle’ divê were şîrovekirin û li wateya wê ya rasteqîn were vegerandin û got: "Sernavê esasî yê vê herêmê tevahî derveyî çarçoveya kontrola dewleta Sûriyê ye. An jî di çaroveya rûbirûbûna mezin a di navbera dewletên ên Asaya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û yên ku li ser asta Yekitiya Ewropa û dewletên Ereb de ye ku ji demeke dirêj ve li gel projeya Amerîkayê disekinin."

Ehmed El-Durzî jî li ser girîngiya herêma başûr diyar kir ku herêm nêzî Îsraîlê ye, dibe ku gefan lê bixwe, her wiha nêzî Urdinê ye ku ew di 11 salên borî de di daxwazên başûr de ye, ji bilî ku tenê 110 kîlometreyan ji Şamê dûr e, ji ber vê yekê ew tehdîdeke berdewam li ser paytexta Sûriyê ye û îhtimala rûxandina wê di çarçoveya nakokiyên mezin ên navneteweyî di navbera welatên dijber ên Asyayê de û di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û welatên rojava bi giştî û welatên mayî yên Ereban ên ku ji mêj ve xwe bi projeya Rojava ve, bi her du beşên wê ve, Îngilîstan û piştre jî yên amerîkî, li hev kirine.”

PLANGER KÎ NE?

El-Durzî destnîşan kir ku DYA, Îsraîlê, pêre hin dewletên Ereb li pey avakirina " herêma ewle" li başûrê Sûriyê ne û diyar kir ku armanca sereke ji vê yekê avakirina pergeleke herêmî li gorî nêrîna Amerîkayê ye ku tê payîn bi serdana Biden a nîvê vê mehê ya ji bo Erebistana Siûdî, Til Evîv û Ramallah were ragihandin. Lê armanca rasteqîn a li gorî daxwaza Amerîkayê gava pêşîn ji bo îstiqrara herêmê ye ku ewlehiya Îsraîlê bi temamî biparêze û tevahî dosyayên herêmî di bin rêveberiya Îsraîlê de be ku rewşa ewlehiyê jê re peyda bike, nemaze piştî fikarên zêde yên ji ber pêşketinên ku beriya şerê Ukraynayê çêbûne.

Li gorî rojnameya The Wall Street Journal, berpirsên Amerîkayê diyar kir ku serdana Biden a ji bo Rojhilata Navîn a 13'ê vê mehê de da ku zextê ji bo pêkanîna hevkariyên ewlehiyê yên kûrtir û eşkeretir di navbera Îsraîl û welatên Ereb de li hemberî xetereyên Îranê yên li ser ewlehî û îstiqrara herêmê bike.

GIRÊDANA 'HERÊMA EWLE’ YA BAKUR Û BAŞÛR

Têkildarî asta girêdana avakirina “herêma ewle” li başûrê Sûriyê ku gefên Tirkiyê yên dagirkirina herêmên nû li Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku projeya xwe ya dagirkeriyê bi navê "herêma ewle" temam bike, Xiyas Neîse wiha axivî: "Ez girêdaneke rasterast di vê demê de bi taybet ji bo pêşniyarkirina herêmeke tampon li başûr û bakurê Sûriyê nabînim. Lê armancek ji bo pêşniyarkirina vê mijarê heye. Tirkiyê vê yekê îdia dike ji ber ku dixwaze dagirkeriya xwe li xaka Sûriyê zêde bike û projeya Rêveberiya Xweser têk bibe. Li aliyekî din Îsraîl û Îran dixwazin qadeke din ji bo hebûna xwe di hundirê xaka Sûriyê de biafirînin da ku ewlehiya xwe li ser hesabê xak û gelê Sûriyê biparêzin.

Ajoyên ku dişbihin hev hewldanên dewletan ji bo parçekirina xaka Sûriyê ye, di heman demê de ji bo afirandina milîsên girêdayî wan in da ku li ser hesabê berjewendî û pêşeroja Sûriyê armancên wan pêk bînin. Divê her du proje werin redkirin û li hemberî wan bisekinin û çeteyên sûrî yên ku tev lê bûne, werin cezakirin."

Li ser heman mijarê lêkolînerê sûrî Ehmed El-Durzî anî ziman ku her du proje nakevin xizmeta berjewendiyên gelê Sûriyê û got:  "Têkildarî dema ragihandina vê projeyê li bakur û başûrê Sûriyê dikeve çarçoveya yek armancê, an ku divê Tirkiyê were xelatkirin, piştî ku helwestên xwe yên sereke eşkere kirin û li kêleka NATO'yê sekinî û bi hêz li hemû siyasetên xwe yên ku dikevin xizmeta NATO'yê yên li hemberî Rûsya û Çînê vegeriya."

El-Durzî anî ziman ku plangerê sereke DYA'yê ye û got: "Ev yek di çarçoveya pergala herêmî de tê ku me behsa wê kiriye ku Tirkiyê, Misir, Urdin, Behreyn, Siûdî, Îmarat û tevî dewletên ku têkiliyên wan bi Îsraîlê re baş in di nav xwe de digire. Palan yek û planger alavên sereke yên van dewletan ên li ser asta herêmê ne."

'SERHIŞKÎ WELAT BER BI XIRABIYÊ VE DIBE'

Dr. Xiyas Neîse anî ziman ku hikueta Şamê berpirsa parçebûn, wêranbûn û xirabiya li Sûriyê ye û ev tişt got: "Ruxmî xeterî û karesatên mezin ên li welatê me rejîma serwer a li Şamê di siyasetên xwe de serhişkiyê dike û di tu aliyan de guhertinan pêk nayîne û veguhertina ber bi demokrasiyê ve red dike, berjewendiya niştimanî ya ji bo parastina welatê sûrî ji êrişan paşguh dike, diyalogên cidî bi hêzên sereke yên siyasî yên demokratîk ên bi nûnertiya Rêveberiya Xweser red dike

Ev serhişkî dihêle ku şer berdewam e, parçebûna Sûriyê didomîne û xizantiyê di nava sûriyan de zêdetir dike. Rejîma serwer a Şamê berpirsê yekemîn ê xirabî û wêraniya li welat e."

‘PROJEYA RÊVEBERIYA XWESER ÇARESERÎ YE’

Neîse hişyarî da ku avakirina herêma tampon li başûrê Sûriyê dê aloziyê kûrtir bike û tev li lîsteya dewletên dagirkirî yên Sûriyê were kirin, di encamê de dê çareseriya siyasî girêktir bike û rê li ber parçebûna erdîngariyê ve veke. Her wiha got: "Herêma tampon a li başûr dê bibe mîna artêşa Antoine Lahed a ajanê Îsraîlê li başûrê Lubnanê be ku di dawiyê de hate tunekirin. Em artêşa Antoine Lahed a ajan li welatê xwe red dikin."

Koordînatorê giştî yê şepêla Çepgir a Şoreşger a Sûriyê Dr. Xiyas Neîse  bang li kesayetên welatparêz ên niştimanî yên demokratîk û çepgir kir ku welat ji vê karesatê rizgar bikin û pêş bixin, xebata siyasî bikin û got: "Bi nêrîna min bêyî projeya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çareserî pêk nayê."

(bb)

ANHA