Rojnameyên erebî: Li Senemên a Derayê behsa operasyoneke leşkerî tê kirin

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa nakokiyên li bajarê Senemên ê Derayê, krîza siyasî li Lîbya û serdana serokê Amerîka ji Qudsê re kir.

Rojnameyên erebî: Li Senemên a Derayê behsa operasyoneke leşkerî tê kirin
15 tîrmeh, 2022   08:10
NAVENDA NÛÇEYAN

‛PIŞTÎ GEFÊN REJÎMA SÛRIYÊ WELATÎ JI SENEMÊN A BAKURÊ DERAYÊ KOÇBER DIDIN’

Girêdayî rewaşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewset ev tişt nivîsî: "Piştî agahiyên li ser amadekariyên operasyoneke leşkerî ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve hatin belavkirin, hin şêniyên bajarê Senemên ê bakurê Derayê koçber bûn.

Li gorî çavkaniyên ji Senemên, di navbera rûspî, aliyên têkildar ên ji bajêr û efserên rejîma Sûriyê de dan û standin hene. Efserên rejîmê kesên bi kiryarên siûqastkirinê hatin tawanbarkirinê xwestin an jî wê êrişeke leşkerî pêk bîne ku wan bigire.

Li bajarê Senemên du rojên borî tevgereke koçberiya welatiyên ji taxên rojhilat û navenda çandê ber bi bajarok û taxên din ve heye. Ew jî piştî agahiyên ku wê rejîma Sûriyê êrişeke leşkerî li dijî kesên bi siûqastkirinan hatine tawanbarkirin, pêk hat."

NAKOKIYA EQÎLE SALIH Û MIHEMED EL-MENFÎ DEWAM DIIKE

Girêdayî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Meclisa Serokatiyê ya Lîbyayê der barê tiştên destnîşan kirine, tu gavên cidî pêk neanîn ku xwepêşandêran jê xwestibû ku rewşa awarte ragihîne û parlamentoyê hilweşîne. Lê meclisê tenê dest bi însiyastîfeke nediyar kir û ragihand ku ew destekê dide xwestekên xwepêşandêran.

Li beramber wê jî, Eqîle Salih Mihemed El-Menfî û birayî wê Samî bi organîzekirina xwepêşandanan û şewitandina avahiya parlamantoyê li Tebreqê tawanbar kir.

Salih bi vê yekê nekir, lê hişyariyeke da meclisê ku ew ê hilweşîne. Ji ber nexşerê di 22’yê Hezîrana borî de bi dawî bûye.

Salih da zanîn ku li gel El-Menfî tu destûr tune ye ku meclisên qanûnaz hilweşîne yan jî qanûnan derxe.

Ne El-Menfî rewşa awarte ragihand, Meclisa Nûneran û tevahî meclisên qanûnsaz û rêveber hilweşand, ne jî Salih banga avakirina meclisa serokatiyê ya nû kir."

‛SERDANA BIDEN JI BO QUDSÊ WÊ ÇI JI FILISTÎNIYAN RE BÎNE?’

Girêdayî rewşa Filistînê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Serokê Amerîka Jeo Biden serdana Qudsê kir û bi serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid û rayedarên îsraîlî re civiya û wê li Beyt Lehim bi serok Mehmûd Ebas re bicive. Her wiha wê piştre jî serdana nexweşxaneya El-Muteli ya li Qudsê bike û alîkariyan bide nexweşan. Dûre jî wê îro serdana Erebistana Siûdî bike.

Aliyê Filistinê ji ber nebûna tu planên Amerîka yên eşkere ku mijara her du dewletan çareser bike û gavên cidî di vî warî de biavêje, bedbîn e.

Akademisyen û wezîrê berê Dr.Îhab Besîso da zanîn ku tu tiştekî nû di serdana Biden de tune ye, tenê têkiliyên giştî, eşkerekirina serdanê ku mirovî ye û alîkariya beşa tenduristî ya Filistînê ye, nexasim nexweşxaneyên li Qudsê. Lê têkildarî aliyên siyasî tu nîqaş tune ne."

(fr)