​​​​​​​Komînên Reqayê: Em amade ne bi hemû hêza xwe xaka xwe biparêzin

Komînên Reqayê destnîşan kir ku ew amade ne êrişên dewleta Tirk a dagirker têk bibin. Şêniyên herêmê metirisya van êrişan nas dikin û bang li sûriyan dikin ku pêdiviyên rewşa awarte pêk bînin.

​​​​​​​Komînên Reqayê: Em amade ne bi hemû hêza xwe xaka xwe biparêzin
15 tîrmeh, 2022   07:01
REQA – EHMED EL-ESAF

Piştî ragihandina rewşa awarte li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şêniyan ji bo têkbirina êrişên dagirkeriya Tirk tedbîr girtin û amadebûna xwe ji bo rêgirtina li ber dagirkirina herêmên xwe nîşan da.

Girêdayî vê mijarê, hevserokê Komîna Şehîd Îbrahîm El-Deqî ya taxa Firar a bajarê Reqayê, Ehmed El-Nehar ji ajansa me re wiha anî ziman: “Rewşa awarte di serî de ji bo pêkanîna aramiya welatiyan û peydakirina xizmetguzariyan ji welatî û leşkerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hat ragihandin.”

Ehmed El-Nehar wiha domand: “Îro rewşa awarte ji bo parastina welatiyan û peydakirina stargeh û pêdiviyên tenduristî hatiye ragihandin, karê Rêveberiya Xweser heta niha jî baş e, lê em dixwazin rêxistinên din jî destekê bidin ji ber ku heta niha rêxistinan ji bilî ambulans û agirkujan alîkarî nedane. Li cem me jî kadroyên perwerdekirî û pispor hene ku bi van karan rabin.”

El-Nehar wiha axaftina xwe domand: “Em wek şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe naspêrin tu aliyan, bi îrade û derfetên xwe yên heyî em ê rewşa awarte pêk bînin. Em bang li keç û xortên xwe yên li derve û yên li hundir jî dikin ku ji rûbirûbûna bi êrişên dagirkeriya Tirk re, li kêleka şervanên me yên li eniyên şer, amade bin ji ber ku pêwîstiya wan jî bi me heye.”

Ehmed El-Nehar di berdewama axaftina xwe de got: “Dewleta Tirk a dagirker niha zarok û jinên me dikuje û malên me talan dike û dîsa jî  civata navneteweyî bê deng e ku ev yek demên berê yên koledariyê tîne bîra me.”

El-Nehar her wiha îşaret bi fedakariya ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: “Hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di avakirina vî bajarî de beşdar bûn. Ji bo ewlehî û projeya xwe ya Rêveberiya Xweser me gelek berdêl da û amade ne bêhtir jî bidin.”

Di dawiya axaftina xwe de Ehmed El-Nehar wiha anî ziman: “Em wek şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi yekrêzî û hevgirtinekê, bi hemû pêkhateyên xwe li hember dagirkeriya Tirk disekinin û em rê nadin ku xaka bi xwîna şehîdan hatiye avdan, dagir bike.”

Hevserokê Komîna Taxa Îdîxar a Reqayê Şadî Ehmed axivî û got: “Tevahiya şêniyên Reqayê amade ne li hember êrişên dewleta Tirk li gor derfetên heyî bisekinin. Erê li gel me roket û moşek tune ne, lê îrade û têkoşîna me hene.”

Ehmed wiha domand: “Di nav komîn û taxên Reqayê de em ê li gor rewşa awarte tevbigerin û hemû derfetên xwe yên fikrî, bedenî û madî bixin xizmeta parastina xaka xwe.”

Ehmed diyar kir ku rewşa awarte erkek e û dikeve ser milê tevahiya civaka Sûriyê ya li herêmên Rêveberiya Xweser û ya li herêmên din jî, ji ber ku dewleta Tirk dixwaze xaka wan dagir bike û divê ew ji bo têkbirina vê dagirkeriyê amade bin.

Şadî Ehmed got: “Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê metirsiya êriş û gefên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê nas dikin û ev şer dê bibe şerekî şoreşgerî ji hemû pêkhateyên herêmê re.”

(mh)

ANHA