‛Têkbirina DAIŞ’ê ji sekna li hember Tirkiyê dest pê dike’

Lêkolîner Munîr Edîb da zanîn ku têkbirina DAIŞ’ê ji sekna li hember dewleta Tirk ku piştgirê sereke ya rêxistinên tundraw e, dest pê dike û got: "Di dosyaya têkbirina DAIŞ’ê xwespartina hêzên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji civata navneteweyî baştir e."

‛Têkbirina DAIŞ’ê ji sekna li hember Tirkiyê dest pê dike’
15 tîrmeh, 2022   06:44
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA SEYDÎ

Wezareta Parastinê ya Amerîkî (Bantagon) şêşema borî ragihandibû ku balafireke bêmirovî a Amerîkayê li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ku dewleta Tirk dagir kiriye êrişek pêk anî, di encamê de serçeteyê DAIŞ’ê Mahir El-Eqal li Sûriyê hate kuştin û alîkarekî wî bi giranî birîndar bû. 

Kuştina El-Eqal bal kişand ser dewleta Tirk ku li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê bi hezaran çeteyên terorîstên ku komkujî di şerê li Sûriyê, Iraq û dewletên din de kirine, dihewîne.

 ‘MAYÎNA DAIŞ’Ê JI BER DESTEKDAYÎNA DEWLETA TIRK E’

Têkildarî belavbûna çeteyên DAIŞ’ê li herêmên di bin serweriya dewleta Tirk de û cidiyeta civata navneteweyî di sekna li hember DAIŞ’ê de lêkolînerê Karûbarên Tevgerên Tundraw û Terora Navneteweyî Munîr Edîb wiha got: "Kuştina serçeteyên DAIŞ’ê li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de du şîroveyên xwe hene. Ya yekê; dewleta Tirk a dagirker ji aliyê leşkerî û îstîxbaratî ve lewaz e nikare çeteyên DAIŞ’ê li herêmê kontrol bike, ya din jî ew e ku têkiliyên xurt di navbera MIT’a dewleta Tirk a dagirker û serçeteyên DAIŞ’ê de hene, lê şîroveyê duyemîn rasttir û li gorî rewşê ye."

Edîb wiha domand: “Êrişên leşkerî û gefxwarinên dewleta Tirk der barê dagirkirina herêmên din de ji bo rêxistinên tundraw diyarî ye. Ji lew re mayîna DAIŞ’ê ji ber destekdayîna ji hêla dewleta Tirk ve ye. Divê em bizanin ku hêza DAIŞ’ê xwe dispêre hêzên desteka wê dikin, di serî de jî dewleta Tirk e."

‛WASHINGOTIN DI DOSYA TÊKBIRINA DAIŞ’Ê DE BI NAKOK E’

Têkildarî dan û standina DYA’yê bi dewleta Tirk re û herêmên Enqere îdia dike ew ewle ne û bi hezaran çete lê hene, Munîr Edîd ev tişt got: "Washington têkildarî dosyaya DAIŞ’ê de bi nakok e, ew hemleya têkbirina DAIŞ’ê bi rê ve dibe û li aliyekî din jî destekê dide şirîkên DAIŞ’ê mîna dewleta Tirk. Ji lew re em li pêşberî rastiyekê ne ku DAIŞ’ê wê heta demeke dirêj li herêmên dibîne ewle ne ku ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin berdewam bike. Ji bo têkbirina DAIŞ’ê divê paşxaneyeke amadekirî hebe ku DAIŞ’ê xeteriyek li ser mirovahiyê bi giştî nexasim Sûriyê û Iraqê ye."

Her wiha Edîb ev tişt anî ziman: “Divê em têkbirina DAIŞ’ê de xwe bispêrin hêzên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ne pêkane pişta xwe bidin Washingtonê û civata navneteweyî ku di têkbirina DAIŞ’ê de helwestên binakok nîşan didin. Ew ji aliyekî ve li hember DAIŞ’ê disekinin û li aliyekî din jî derfetê li pêş dewleta Tirk vedikin ku DAIŞ ji nû ve bi êrişên leşkerî re çalak be."

Girêdayî girîngiya bangên Rêveberiya Xweser ên têkbirina DAIŞ’ê, Munîr Edîb wiha axivî: “Bangên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo têkbirina DAIŞ’ê pir girîng in, ew yek bi sekna li hember dewletên destekê didin DAIŞ’ê pêkane, di serî de jî dewleta Tirk. Ev yek jî bi kedeke hevpar divê."

‛SERÇETE LI HERÊMÊN DI BIN KONTROLA DEWLETA TIRK DE HATIN KUŞTIN’

Hêzên Amerîkî bi hevkariya bi QSD’ê re, gelek  serçeteyên DAIŞ’ê li herêmên ku di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker de ne kuştin; herêmên ku tê de DIAŞ bi serbestî li kêleka artêşa Tirk a dagirker tev digerin.

Di encama operasyoneke îstîxbaratî ya hevbeş ya Koalîsyona Navneteweyî û QSD’ê, serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir El-Bexdadî di Cotmeha 2019’an de li herêma Idlibê ya di bin dagirkeriya Tirk de, bi 5 kîlometreyan dûrî sînorê Tirkiyê, hat kuştin.

Serokê Amerîka Jeo Biden di 3’yê Sibata borî de ragihandibû ku serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Ibrahîm El-Qureyşî di encama operasyoneke hêzên taybet ên Amerîka li bajarokê Atma ya Idlibê de ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, hate kuştin.

Her wiha di encama derbeya balafireke bêmirov a Koalîsyona Navneteweyî di 23’yê Cotmeha 2021’an de, serçeteyê DAIŞ’ê Sebahî El-Ibrahîm El-Muslih “Ebû Hemze El-Şihêl” tevî du çeteyên pê re li gundê Edwaniyê yê gundewarê Serêkaniyê yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, hatin kuştin.

Li Eyn Îsayê jî di 23’yê Cotmeha 2020’an de serçeteyê herî xeternak ê DAIŞ’ê “Îsmaîl Îdo” li gundê Muilek tevî 22 çete û leşkerekî Tirk di kemîneke QSD’ê de hatin kuştin.

Li gorî raporan, DAIŞ’ê li Sûriyê û Iraqê tevgerên xwe didomîne û bi rêya şaneyên xwe yên veşartî aramiya herêmê têk dibe û sûdê ji gefên dewleta Tirk a dagirker werdigire. Her wiha li gorî raporên berê destnîşan kirine nêzî 4 hezar heta 6 hezar çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyê û Iraqê wek şaneyên veşartî bi cih bûne, ji bilî bi hezaran çeteyên girtî û bi sed hezaran malbatên wan ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtî ne.

(mh)

ANHA