​​​​​​​QSD: Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Eyn Îsayê malên welatiyan dikin hedef

QSD'ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di saetên destpêkê yên êvarî de li navenda navçeya Eyn Îsayê de malên welatiyan kirin hedef.

​​​​​​​QSD: Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Eyn Îsayê malên welatiyan dikin hedef
14 tîrmeh, 2022   20:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê ragihand ku topbarana li navenda navçeya Eyn Îsayê hemwextî topbarana bi obus û moşekan a li derdora rêya M4, nêzî gundê Mişêrfê yê bakurê rojhilatê Eyn Îsayê pêk hat.

Ajansa me dîmen û wêneyên ziyanên mezin ên ji ber topbarana li ser malên welatiyan weşand.

ANHA