Yekitiya Nivîskaran a Neteweyî piştgirî da rojnamevanên girtî

Yekitiya Nivîskaran a Neteweyî bi daxuyaniyekê ragihand ku ew piştgiriyê didin rojnamevanên Kurd ku polîsên dewleta Tirk li Amedê girtibûn.

Yekitiya Nivîskaran a Neteweyî piştgirî da rojnamevanên girtî
14 tîrmeh, 2022   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Nivîskarên a Neteweyî (NWÛ) der barê girtina 16 rojnamevanên Kurd daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Li hemberî van êrîşên dawîn ên rejîma Erdogan em piştgiriyê didin rojnamevanên Kurd. Ev şert ji bo rojnamevanên Kurd û rojnameya wan Yenî Yaşamê çapemeniya azad dike meseleyeke man û nemanê.

Em dibînin ku her dem li ser gelê Kurd zext heye, bi girseyî tên girtin, partiyên wan ên siyasî tên girtin û rayedarên dewleta Tirk şîddetê li wan dike. Em nivîskar û rojnamevanên li DYE’yê ji bo zelalî û azadiya çapemeniyê têdikoşin, diyar dikin ku em piştgiriyê didin rojnamevanên Kurd.”

Di daxuyaniyê de qala zext û cînayetên di salên 1990’î de hate kirin û bal hate kişandin ser vî tiştî ku heman rewş îro jî didome.

Yekîtiya Nivîskarên Neteweyî di daxuyaniya xwe de got; “Li gorî dosyeyên dozên çapemenî û siyasî yên heyî û yên berê biryara nepeniyê hatiye dayîn û ev jî diyar dike ku dewlet ji bo delîlên sixte amade bike, ji xwe re wextê ava dike.”