Xwepêşandêrên Srî Lankayê dê ji avahiyên desteser kirine derkevin

Xwepêşandêrên dijberî hikumeta Srî Lankayê ku dawiya hefteya borî bi ser ser mala serok Gotabaya Rajapaksa de girtibû, ragihand ku ew ê ji avahiyên serokatiyê yên dest danîne ser, derkevin lê dê têkoşîna xwe dewam bikin.

Xwepêşandêrên Srî Lankayê dê ji avahiyên desteser kirine derkevin
14 tîrmeh, 2022   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandêran îro ragihand ku ew ê ji avahiyên fermî yên dest danîne ser, derkevin, di serî de mala serok Gotabaya Rajapaksa ku reviyaye Maldîvê.

Berdevka xwepêşandêran got ew ê ji koşka serokatiyê, sekreteriya serokatiyê û nivîsgeha serokwezîr derkevin, lê ew ê têkoşîna xwe dewam bikin.

Çalakvanan duh girtibû ser ofîsa serokwezîriyê û hate diyarkirin di van çalakiyên protestoyê de kesekî jiyana xwe ji dest daye û 84 kes jî birîndar bûne.

Vê berbangê polîsan ragihand ku xwepêşandêrek ji ber gazên rondikrêj xeniqiye.

Ji beriya sê mehan ve li Srî Lankayê ku nifûsa wê 22 milyon e, bûyerên tundiyê rû didin, sotemenî pir kêm e, kehrebe qut e û rêjeya enflasyonê mezin e. Xwepêşandêr rayedaran bi hilweşandina aboriya welat tawanbar dikin.

(eh)